Konferansa ku îro li Alma Ataya Qazaxistanê tê lidarxistin, civîneke navneteweyî ye û cara duyem e ku di vê derecê de ji bo nivîskar û rewşenbîrekî kurd re tê kirin. Cara yekemîn sala 2011an, dîsa li Alma Atayê ji bo 100 saliya Wezîrê Nadirî bîranîn û konferanseke wiha hatibû lidarxistin. Helbet ev kar bi alîkarî û piştevaniya Yekitiya Nivîskaran û Yekitiya Kurdên Qazaxistan -Berbangê- tê derbaskirin. Ji ber vê yekê jî zehf şa û serbilind im. Li ser navê rêxistina me ez hemû mêvan û tevgerên vê konferansê silav dikim.
Dost û hevalên hêja, xwişk û birayên ezîz!
Helbet her bendeyê ji bo miletê me, çand, dîrok, huner û zimanê me ked û xebat daye, bûye serbilindiya gelê me. Di vê parê de rola nivîskar, helbestvan û rojnamevanên me gelekî bilind e. Lê hinek kes hene ku rol û girîngiya wan zêdetir e, ew çav û ronahiya gelê me ne, her ku diçe hub û hezkirina wan di dil û mejiyê me de zêdetir dibin. Eliyê Evdirehmanê Momîn jî yek ji wan kesan e.
Eliyê Evdirehman ew kes e ku heta dawiya jiyana xwe ji bo miletê xwe, ji bo çanda xwe, ji bo zargotina gelê xwe çerçirî. Ked û emegeke wiha da ku ne tenê li Qefqasyayê û Sovyeta Berê, lê li seransera Kurdistanê û li derveyî welat, di nav kurdên ku hinek bêhna kurdayetiyê ji wan tê de, bû delalekî ber dila.
Eliyê Evdirehman her çiqas bi nivîsar, helbest, çîrok û romanên xwe bûye yek ji mêrxasên ziman û edebiyata me kurdan, ew her wiha di qada leşkeriyê de jî mêrxas û şoreşgerekî naskirî ye. Di wextê xwe de endamekî pêşeng ê Partiya Komûnîst û sosyalîzmiyê bûye.
Eliyê Evdirehman 20ê meha 1ê (Çileya Paşîn), sala 1920î li gundekî Wanê ji dayik dibe. Kurê Evdirehmanê Momîn û Emîneya Nebî Begê ye. Di 6 saliya xwe de, malbata wî tevî êl û eşîra giran a Birûkiyan ber bi wî alî Erezê ve tê sirgunkirin. Malbat pêşî li Nexçîvanê bi cih dibe, paşê derbasî Ermenistanê dibe. Dibistana Seretayî di 15 saliya xwe de li gundê Şewalikaya li ser sînorê Îdirê dixwîne.
Di Şerê Cîhanê Yê Duyemîn de li dijî faşizma alman şer kiriye. Beriya şer û piştî şer di Wezareta Rewşenbîriyê de, li nehiyeya Basargeçerê wekî dersdar ango mamoste û serkarê perwerdeya nehiyê kar kiriye.
Gava sala 1955an Rojnameya Riya Teze cara duyemîn dest bi weşanê dike, Eliyê Evdirehman jî yek ji wan navan e ku ked û emega xwe tevli karê rojnameyê dike. Di vê heyamê de li ser edebiyatê geş dibe û beriya salên 1960î berhemên xwe yên edebî dinivîse û çap dike.
Ji van berhemên wî “Morof” sala 1957an di nava Berevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de tê weşandin. Berhema duduyan “Xatê Xanim” sala 1959an li Yêrevanê çap dibe. Romana wî ya ewilîn “Gundê Mêrxasan” sala 1968an li Yêrevanê ronkahiyê dibîne. Li ser naveroka vê romanê, Erebê Şemo romana xwe ya ewilîn “Dimdimê” nivîsyiye.
Kitêb, nivîs û helbestên Eliyê Evdirehman li çend zimanan hatine wergerandin.
Em dikarin bibêjin ku ew ji helbestê derbasî nivîsandina çîrok û romanan bûye. Çimkî wî herdem digot: Ji bo derd û kulên miletê xwe bibêjim helbest têra min nake, loma derbasî çîrok û romana bûme.”
Romana wî ya duyemîn jî sala 1989an dîsa li Yêrevanê li kitêbxana kurdî zêde dibe. “Dê”, “Hesreta Min” û “Gulistanê” sê kitêbên wî yên helbestan in ku mirov di wan de hesreta welatê bav û kalan, kurdayetiya pak, bedewiya tebîetê, bengîtî û evîndariyê dibîne.
Eliyê Evdirehman di heman roja hatiye dinyayê de ango 20ê meha 1ê, sala 1994an li Bakûya Azerbaycanê rehma Xwedê dike. Gora wî li Bakûyê ye.
Hosteyekî sêwirandinê
Têmayên sêwirandinên Eliyê Evdirehman cuda cuda ne. Di berhemên wî de têmayên welat û welatperwerî, hezkirina rê-dirb, deşt û newal, çiya û baniyên Kurdistanê bi awayeke zelal û berbiçav xuya dibe. Gava kurdek li binê dinyayê jî beşek ji helbest û nivîsarên wî dixwîne, xwe di nîveka welatê bav û kalan de dibîne, çawa ku li ber Çemê Erezê be, çawa ku li Zozanên Serhedê be, çawa ku li keviya Behra Wanê, Bircên Diyarbekirê, Mezelê Mem û Zînê û li ber Qesra Îsheq Paşa, li ber ziyareta Ehmedê Xanî be, dikeve nava ruhekî milethezî û welatperweriyê.
Ew di serpêhatî, çîrok, helbest û romanên xwe de hosteyekî sêwirandinê ye. Her beşeke ji nivîsarên wî, mîna şerîdeke fîlmê sînemayê ye. Teswîr û sêwirandinên wî mirovan şaş û metel dihêle. Ew ne ku tenê nivîskar û hosteyê xeberên bedewetiyê ye, her wiha ew wênekêşekî jêhatî ye ku ji her firçelêdana wî, nexş û nîgar derdikevin. Her xwendevanekî wî, her wênekêşek gava nasiya xwe dide efirandinên wî, dikare ser hîma wan tabloyên hêja çêke. Ew di nivîsara xwe de bedewiya keça kurd, gundê kurda, tebîeta Kurdistanê, klasîkên wêjeya kurdan, serok û rêberên gelê kurd ku serê xwe ji bo azadiya kurd û Kurdistanê dane, dostî, biratî û yekitiya gelan bi hosteyî tîne ziman û pênûseke adan diafirîne.
Di xwendina van berheman de mirov pê dihese ku ew kurekî deşt û zozana ye. Çima wisa dibêjim? Ji ber ku gotin û xeberdanên wî saxlem, dewlemend û kurdiya xas in. Mirov baş dibîne ku haya wî baş ji zargotina kurdî heye. Mirov baş dizane ku herdem wekî ber û pêşiyên xwe, li civata sazbend û dengbêjan qesidiye û guhdariya wan kiriye.
Rehmetiyê Eliyê Evdirehman herdem di nav nivîskar û rewşenbîrên welatê xwe de kesekî hezkirî bûye. Herdem fikir û ramanên xwe bi hev re guherandine û li ser xebatên hev kar kirine. Eliyê Evdirehman jî li ser berhemên nivîskarên kurd kar kiriye, nivîskarên kurdan jî li ser berhemên wî kar kirine. Di nav van têkilî û nêzîktêdayînan de, têkiliya wî bi Wezîrê Nadirî, Nado Mexmûdov, Şamil Esgerov, Nadir Nadirov, Mihemedê Siloyê Bava, Wekîl Mistefayev, Erebê Şemo, Xelîlê Çaçan, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Eskerê Boyik, Wezîrê Eşo, Emerîkê Serdar, Şekroyê Xudo û yên mayîn re heye ku mirov dikare bi rojan behsa van têkiliyan bike.
Helbet têkiliya wî û ciwanên wekî min gelekî baş bû. Ez herdem xwe wekî şagirtekî wî dibînim. Ez di nava jiyana xwe de, pêşketina xwe de, kar û xebatên xwe de wî wekî mamosteyekî xwe dibînim.
Di efirandinên wî de şerên welatperweriyê
Di efirandinên Eliyê Evdirehman de bi aweyeke eyan û berbiçav mirov rastî şer û mêrxasiyên kurdan tê. Wî bi gotin û qelema xwe li dijî dagirkeriya li ser welatê xwe, serî hildaye, car hatiye bûye mertalek li dijî zilm û zoriya li ser milet û welatê xwe.
Eliyê Evdirehman di hemû berhemên xwe de dide kifşê ku ew erf û edetên me û zargotina me baş bi kar tîne. Her çi kesê beşek ji xebatên wî bixwîne, wê bibîne ku ew di warê zargotinê de çiqas dewlemend e.
Eliyê Evdirehman hem ji zargotinê îstîfade dikir, hem jî bixwe zargotin çêdikir, ser de zêde dikir û belav dikir.
Eliyê Evdirehman di nav çend rewşenbîr û nivîskarên kurdan de ye ku nav û dengê wî sînorên Qefqasan derbas kiriye û li seranserê dinyayê di nav kurdan de belav bûye. Piraniya berhemên wî yên li ber destên me, di nav otorîteyên ziman û edebiyata kurdî de bi pesindariyeke ku heq kiriye têne binavkirin.
Eliyê Evdirehman li pey xwe gelek şagirt hiştin û di nav gelê xwe de bû find û çirayeke zindî ku îro jî şewq û şemala xwe winda nekiriye.
Kinyazê Îbrahîm
Akademîsyen û Profesor
Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê — Berbangê
Оставайтесь на связи