Qașqabûlaq…
/Chareserî dewletbûn e/

Van rojȇn dewȋyȇ nerehetȋ ketȋye li nava Kurdȇn Qazaxistanȇ.
Nijarperestȋyê li Qazaxistanȇ serȋ hildaye. Hinek miletҫȋyan avȋtine li ser gundȇ Kurdan Qașqabûlaxȇ û zîyan dane gund. Dilȇ min ȇșîya. Bûyarȇn sȋ sal berȇ ketine bȋra min. Wȇ demȇ, li Ermenistanȇ jȋ rewșeke wa ҫȇ bû. Kurdȇn musulman payȇ pirȇ berȇ xwe dane Komara Qazaxistanȇ, cem mirovên xwe. Dutȋretȋ, malwêranî, xwe ȋnkarkirin kete nava Kurdȇn ȇzdȋ. Ez jȋ, zarokȇ xwe va ҫûme bajarȇ Almatayê, Qazaxistanȇ.
Me dȋroka Kurden Qazaxstanȇ zanibû. Dȋrok, ku bi xûnȇ, hȇsir û dijwerȋyȇn sirgûna sala 1937 a û sala 1944 a hatibû nivȋsar. Heta wȇ demȇ lȇkolȋneke balkêș derheqa wȇ zulmȇ da nehatibû keren. Min pir dixwest, derheqa vȇ bûyarȇ da lȇkolȋneke berfire bikim, binivȋsim. Koҫberȋya Almatayȇ minra ew derfet ҫȇ kir. Bi alȋkarîya hevalan, xazma Ezȋzȇ Zȋyo, ez ketim nav wȇ civakȇ, gund û bajaran gerȋyam, rastȋ geleka hatim. Wȇ demȇ, ședȇ wȇ sirgûnȋya xezeb gelek hebûn. Hinek extiyar jȋ mabûn, ku ne tenȇ ew malwȇranȋ bi ҫavȇ xwe dȋtibûn lȇ xezeba salȇ șerȇ cihanȋ yȇ ewlin û zulma dewleta Tirk jiyabûn. Ji xezeba dewleta zalim sala 1926a ji welatê xwe revȋya bûn Welatȇ Sovȇtȇ, qeza Naxȋcȇvanȇ.
Cara ewlin belgeyȇn veșartȋ yȇ KGB me derxistin. Belgeyan, ҫȋrokeke ji xezebȇ jȋ xezebtir derxist li ber ҫavȇ min. Ji her belgekȋ xûn û hȇsirȇ evdȇ bȇ sûc diniqitȋ…Geleka, dema ew zulm bȋr tanȋn, hestȇ xwe zevt nedikirin, digirîyan… Ji sala 1937 a heta 1954, ew civak li nava dojȇ ra derbas bûbû. Ji pey mirina Stalȋn ra, salȇn 1954-1955 a mafê vegrtê dane xelkȇ. Lȇ xencȋ Ermenistanȇ rȇspûblȋkayȇn Azerya û Gurcan derȇ xwe ber sirgûnȋya venekirin.
Ew ҫȋrokeke dûr, dirȇj, tije ȇș û birȋn e.
Xelk bi xweșiyȇ neҫûne Qazaxistanȇ…
Salȇn 1937-1955 a erdȇ Qazaxistanȇ bi xûn û hȇsirȇ koҫbera hatiye avdan…
Eger Qazaxistan ȋro bûye weletekȋ șȇn, emekȇ bi seda hezara evdȇn bi zorȇ sirgûnȋ wur kirin jî heye…


Belgeyȇn KGB da nivȋsar e, ku sala 1938a, 88 malȇ Kurdȇn sirgûnkirȋ (618 nefer) tȋnin e nehȋya Talasskȇ, Bașûrȇ Qazaxistanȇ. Ne mecalȇn jȋyanȇ, ne cȋyȇ mayȋnȇ, ne zanȋna ziman, halȇ dijwer, dever nenas… Xelk li hev dicivin, ҫoleke ji gund û bajaran dûr ji xwera hȋmȇ gundekî nû datȋnin, kolxozȇ ava dikin. Navȇ wȇ datȋnin: Kaska Bûlak. Yanȇ „Ava sar“. Gundȋ gundȇ xwe ra dibȇjin QAȘQABȖLAQ. Wȇ salȇ, gund da, bi xwelyȇ 36 tamȇ biҫûk, yȇ du odeya ava dikin. Banȇ wan qamȋș bû, zivistanê bi sobeyên hesin dihatin germkirin û qezîya agirpêketinê hebû. Gundda tu mecalê kûltûrîyê, debê, xizmetguhdarȋyȇ tune bûn. Ne dukan, ne obyêktê kirîn-firotanê, tunduristȋyȇ. Belgeyan da tê gotin, gundda tu eșîya yê navmalê, kinc, sol, xurek nedihat firotan. Nȇzȋk tu șȇn tune bûn. Wan eșiya tek ji sitansîya Cambûlê karin dest bixin, ew jî ji Qașqabûlaqê 170 km dûr e, transport, rê tunene. Binelî kêmasIya her tiștI dikșInin.
Sedirê kolxozê yê ewlin E’ynelîyê Hebeș bûye. Halê wan gelekî giran bûye. Ew dijwerȋ hindik bûne, sala 1938a qeziyake dinê, ya giran jî tînin serê hêsîrê Kurdê cîguhestî. Di bin navê cesûsȋyê gelek malxên mala, xortên gîhîștȋ digrin dibin. Tenȇ ji Qașqabûlaxȇ 50 mȇra digrin. Tev jȋ bȇser û berate ҫûn venegerȋyan. Halȇ xelkȇyȋ giran hȇ giran dikin. Vȋ cȋyȇ xerȋb hȇsȋrȇ wan bȇxwedȋ, bȇxwedan dihêlin.
A, vȋ halȋ da, li ҫoleke berȋya Qazaxistanȇ ya xalȋ, dûrȋ gund û bajaran, Kurdȇ sirgûnkirȋ ji xwe ra Qașqabûlaqȇ ava dikin.
Di nava ҫend sala da, Qașqabûlaq ne ku wȇ neȋyȇ, lȇ temamȋya Qazaxistanȇ da dibe gundekȋ herȋ xweș û șȇn…
Gelȇ Kurd bi xȋret, teyax, destemel û xebatҫȋ ye. Dȋroka dijwer Kurd hȋnȋ jiyana xezeb kirȋye. Dȋroka Kurdan bi sirgûnȋ, malwȇranȋyȇ wa va dagirtȋ ye.
Salȇ 1993/95 a ez ҫend cara li Qașqabûlaqȇ bûme mȇvan. Li nava beristana Qazaxistanȇ, ya bȇrenge xalȋ da, Kurda ji xwera quncekȋ buhuștȇ ava kirin e: bax-baxҫe, avayȇ bedew, erf-edet û zimanȇ kurmancȋyȋ paqij.
Bineliyê wȇ xurû Kurd in, nȇzkaya 200 mala, 1400-1500 nefer.

Van roja, ewrekȋ tarȋ, yȇ bȇbawariyȇ rûyȇ Kurde Qazaxistanȇ girtiye.


Gelȇn bȇ dewlet, her cȋya bȇ xwedȋ û bȇ maf in, ҫeqelekȋ beristanayȋ bȇxwedȋ jȋ kare neheqiyȇ wan bike…
Heta dewleta Kurda tune be, her cȋya jȋ, cȋyȇ vala neheqȋ û zulm wȇ wan bȇ kirin.
Heta șerȇ cihanȋ yȇ ewlin ev ȇla /Birûka/ hȋmlȋ, li Naxȋcȇvanȇ, dora ҫiyayȇ Elegezȇ, nȇzkaya Qersȇ jiyan e. Koҫer û nȋvkoҫer bûne. Salȇn 1914/18 a rûyȇ tevlihevȋyȇ Herȇmȇ revȋyane gundȇn dora gola Wanȇ. Sala 1926 a, ji zulma dewleta Tirka revȋyane Naxȋcȇvanȇ, weletȇ Sovȇtȇ. Sala 1937a, hukumata Sovȇtȇ ew sirgûnȋ Asiya Navȋn û Qazaxistanȇ kirine…
Sala 1955/56 a hinek vegeriyan Ermenistanê û Naxîcêvan ê.
Sala 1990 ȋ dȋsa ji Ermenistane berȇ wan kete Qazaxistanȇ.…
Niha, berê wan wê bikeve ku?
Her cȋya jȋyaneke ji sifrȇ…
Xelkȇn bȇ sûc û gune bûne lȋstoka dȋrokȇ.
Eva mȋnakeke biҫûk e.
Halȇ temamiya gelȇ Kurd bi dewrana eve…


Hey serok û rȇvabirȇn Kurda ҫareserȋ dewletbûn e. Dewletbûn, disa dewletbûn!

23.08 2020.
Eskere Boyik

Qașqabûlaq…  /Chareserî dewletbûn e/
Eskere Boyik (photo/FB)