Serokê Civaka Kurdên Sovyeta berê û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê ji seredana Ewropayê vegerîya

Xwîşk û birayên rêzdar
Dem baş

Ez çendekî li Almanyayê, bajarê Kolnê mam, min demekî xweş digel dost û hevalan derbas kir, di nav wan de berpirsiyar û serokê nûneratiya Ewropî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û me bi germî hev pêşwazî kir.

Ez agahdar bûm ku kongirêya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê wê li roja înîyê lidar bikeve, ji ber vê yekê ji dil kongire li tev nivîskar û gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê pîroz dikim, û hilbijartina kak Luqman Yusif û kak Nayef Cibîro ji bo serokatiya Yekîtiyê pîroz dikim, her wisa pîrozbahiya kak Sabrî Rasûl berpirsyarê Nûneratiya Ewropayê dikim, ku serdana min kir û me digel hev gelek mijarên germ gotûbêj kirin, di nav wan de kar û xebata ji bo bihêzkirina têkiliyên di navbera kurdan de û avakirina yekîtiyek giştî ya nivîskaran ji bo doza netewî ya kurdan, ji bo azadî, yekbûn û serxwebûna gelê kurd bi giştî.

Her weha her alozîyeke li hember Herêma Kurdistanê şermezar û rûreş dikim, ku divê em pirsgirêkên xwe bi diyalogê li ser masa gotûbêjê çareser bikin, ji ber ku em yek gel û yek milet in, doza me yek e û armancên me yek in û nabe ku em bikevin di bin bandora dagîrkeran de û avê berdin li ser coya aşê dijmin û neyaran, em bi hev bi hêz û qewet in, û li her deverê hêza me heye, ez carek din kongirêya we pîroz dikim.
Silav û rêz

Prof. Knyazê Îbrahîm Mîrzoyev

Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta Berê û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê

𝗬𝗘𝗞Î𝗧𝗜𝗬𝗔 𝗡𝗜𝗩Î𝗦𝗞𝗔𝗥Ê𝗡 𝗞𝗨𝗥𝗗𝗜𝗦𝗧𝗔𝗡𝗔 𝗦Û𝗥𝗜𝗬𝗔:

https://www.yekitiyanks.com/2021/06/peyama-pirozbahiye-ya-prof-knyaz.html?m=1

𝗟𝗶 𝘀𝗲𝗿 𝗺𝗮𝗹𝗽𝗲𝗿𝗮 𝗥𝗢𝗠𝗔𝗩:
https://kurdi.romav.net/peyama-pirozbahiye-ya-prof-knyaz-ibrahim-mirzoyev-seroke-civaka-kurden-sovyeta-bere-u-seroke-yekitiya-kurden-qazaxistane/