Rêveberiya FNDK bi munesebeta mirinê rewşenbîr û siyasetmedarê eyan, cigirê serokê Federasyona Navneteweyî ya Diasporayê Kurdan (FNDK) Yura Nebiyêv civînê rêveberiyê lidarxist.

Rola Yura Nebiyêv di jiyana civakî ya Kurdên Sovyêta berê de bi berfitehî hate bidest girtin. Bi yekdengî hate pejîrandin ku, ji bo bîranîna nîştîmanperwerê bêhempa kar û xebatê FNDK divê hê xurtkirin û bilindkirin.

Beşdarvanên civînê Serokê FNDK profesor Kinyazê Îbrahîm, cigirê serokê federasyonê Remazan Seyîdov, endamên rêvebriyê Xanoyê Tîtal, Hesenê Wezo Gasoyan, Kara Wezîrê Eşo, Zaudin Alîxanov, Koroxlî Axmedov, Mamê Memoyî û Hejarê Şamil derheqa Yura Nebiyev axifîn û serxweşî dane malbetê wî.

Di civînê de bîryar hate stendin ku:
1). Delegasyonê FNDK bifire bajarê Moskovayê û beşdarî organîzasyona merasîma cenazeyê Yura Nebiyêv bibe.
2). Li Yekbûn TV jiyan û kar-xebatên Yura Nebiyêv bernameya taybet bê amadekirin.
3). Li Qazaxistan, Qirgizstan, Gurcistan, Ermenistan û bajarên Rûsyayê ji bo bîranîna Yura Nebiyêv civîn û merasîmên curbecur bêne lidarxistin.