Gava cara ewlîn dîya Knyazê Îbrahîm – Balexanimê destê kurê xwe girt bire mektebê, wî xwe para dida, dixwest, wekî dîya wî jî bê kêlekê rûnê, lê mekteba zarada mezina qebûl nakin… Knyaz hînî dor û berê xwe bû û xwend. Sal hatine derbaz bûne, Knyaz mezin bûye, gihîştîye, niha îdî mekteba ortê kuta kirîye û bi guman peyî emir dike.

Lê nava wan salêd şagirtîyêda çiqas tişt qewimîn, wekî tu cara ji bîra Knyaz naçin. Knyaz bîr nake, wekî çawa dê destê wî girt û bire mektebê, rêva jî şîret dikir. Hetanî niha jî bîra wîda ne, wekî çawa dersdar cara ewlin herf li ser texte nivîsîn, şagirta nasîya xwe da wan «kiltie dergê» ulim û zanînê.

12 aprêlê sala 1961-ê. Temamîya dinîyayê wê roja navniîşan wê qewmandina mezin bîr nake. Ne axir wê rojê dinîyayêda cara ewlin merî nava kosmosa bêserobino fitil da xwe û ew merî bajarvanê Tifaqa Sovêtîyê Yûrî Gagarîn bû. Knyazê Îbrahîm jî tu wexta wê rojê bîr nake, ne ku tenê çawa roja qewimandina terîqîyêye nebînayî, lê usa jî bona wê yekê, wekî emirê wîda jî tiştekî mezin qewimî. Ew hema wê roja eyan derbazî nava cêrga komsomola Lênînê bû.

Wextekê şûnda bû katibê teşkîleta mekteba gundê Rihanlûyêye komsomolaye heyîştsale (li nehîya Argaşatê). Knyaz bîr nake, wekî çawa ewî pê qîmetê zef baş mekteba gunde heyîşt sale kuta kir, bona kutakirina wan bû êvarî, dersdara, dîrêktor xeberdan, wanra açixî û oxira baş xwestin. Ji şagirta jî xeberdan, emekê dersdarê xweye helal şêkirandin, razîbûna xwe dane wan û gilî dan wekî emirda tu cara temîyê wan bîr nakin û wê time bicedînin nav û hurmeta mekteba xwe her dara bilind bigirin.

Knyaz hate Yêrêvanê bû şagirtê metkeba adirbênaye orteye 9 ser nave M. Axûndov. Vêderê jî bona hînbûna baş dersdara time pesinê wî didan. Gelek wext derbaz nebû, ew kivişkirin çawa katibê teşkîleta mektebêyî komsomola û ew qulix bir hetanî mekteb kutakir. Bona xebata mexlûqetîyêye baş, ew ji alîyê komîtêya nehîya Orconîkîdzêye komsomolda hatîye rewa kirinê. Ew roj hat. Knyaz bi qîmetê zef başva mekteba orte kuta kir.

Êvarî hate teşkîlkirinê, dersdara, şagirta xeberdan, xatirê xwe ji hev xwestin. Knyazê Îbrahîm niha peyî emirê teze kirîye. Em jêra dixwezin, wekî ew emirda jî hertim û her dera (heger xwendinêdabe, heger xebatêdabe) usa serfinîyaz be.


Foto û têkst ya Martîn Şahbazyan.
Rojnema Rya Teze, pêncşem, 7 hezîranê s. 1966. №54 (1802)
Miqale latînîze kir – Hesenê Mehmed Celîlov