Di vê vîdêoweşanê da birêz Têmûrê Xelîl wê behsa giringîya wergera berhemên kurdzanên cihanê yên binavûdeng bike, ku heta niha bi zimanên rûsî, ermenî û zimanên din çap bûne.
Ji bo giringîya van berheman zêdetir bê ber çavan, rêvebirê vîdêoweşana me zelalîyekê radixe ber çavên we: -Texmîn bikin, ku kurdzanên di cihanê da binavûdeng wek P. Averyanov, B. Nîkîtîn, O. Vîlçêvskîy, Î. Orbêlî û yên din berî zêdeyî 100 salan destpê kirine bi awayekî fermî xwe li karê kurdzanîyê girtine, ango, her yek ji wana di rojê da bi kêmanî 8 sietan hatîye cîyê karê xwe, li ser pirsên dîrok, çand, ziman, edebîyet û folklora kurdan kar kirine, ji bo karê wan bi awayekî serketî bimeşe, zimanên erebî, farisî, fransî, almanî, îngilsî û zimanên din fêr bûne, ku bikaribin nivîsên arşîvên cihanê yên bi wan zimanan yên ser kurd û Kurdistanê bikar bînin, piştî ewqas kar berhema xwe çap kirine, lê ew berhem negihîştîye tevaya gelê kurd, ji ber ku ne bi zimanê kurdî ne. Ji bo bibine milkê gelê kurd, gerekê ew berhem bi zimanê kurdî bihatana wergerandin. Û Têmûrê Xelîl eva zêdeyî 40 salan e wî karî dike, wana ji rûsî û ermenî werdigerîne kurdî. Beşek ji pirtûkên wergerandî çap bûne, beşek ber çapê ne, beşek jî niha têne wergerandin.
Astengîyên ber vî karî yên sereke çapkirin û firotana wan pirtûkên wergerandî ne. Weşanxaneyên kurdî xwe zêde nadine ber vî karî, ji ber ku xwendevanên berhemên bi zimanê kurdî hindik in. Lê karên pîroz û sereke – nivîsîn û çapkirina wan pirtûkan û wergerandina wan a bi zimanê kurdî – hatine kirin.
Malpera RIATAZA (YouTube):
Оставайтесь на связи