NADİRÊ KEREM NADİROV

Roja yekşemê (20/12/2020) profesorê zanistên kîmyayê, akadêmîk birêz Nadîr Nadîrov li ser ekranên Yekbûn tv, mêvanê bernama Kaniya Koçberan e.

Demjimêr gorî Kurdistan û Rûsya: 17:00
Demjimêr gorî Ewrûpa: 15:00
Demjimêr gorî Asya Navîn: 20:00

Nadirê Kerem Nadirov li seranserê dinyayê yek ji navdartirîn zanyarê petro-kîmyayê ye. Nadirov serokê rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Kazakistanê ye. Ji sala 1993yê ve endamê herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kazakistanê ye.
Yekemîn cigirê Akademiya Endazyariyê Netewî ya Qazaxistanê (ji salê 1996ê heta niha) ye. Nadirov ji sala 1996ê ve serredaktoriya kovara ‘Petrol û Gazê’ dike ku bi serpereştiya wî dest bi weşanê kiriye.

Nadirov heta niha layîqî van xelatên neteweyî û navneteweyî hatiye dîtin:
Pêşengê Perwerdehiya Gel a Sovyeta Sosyalîst (1967), Xelata Dewletê ya Kazakistanê ya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1980), Xelata Kedkarê Emekdar a Kazakistana Komarên Sovyeta Sosyalîst (1982), Xelata Kaşifê Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1985), Petrolkarê Fexrî yê Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1991), Endezyarê Muhteşem yê Sedsala 20an (2000), Endezyarê Fexrî yê Kazakistanê (2001).

Nadir Nadirov di sala 1981ê de layiqî ‘Madalyaya Kedê ya Ala Sor’ a Sovyetê; di sala 1999ê de layiqî madalyaya ‘Kurmet’ a Kazakistanê û di sala 2006ê de jî layiqî madalyaya ‘Dostik’ hatiye dîtin. Di sala 2003yê de li Frensayê ji hêla Yekîtiya Piştgirîkirina Sanayiya Navneteweyî ve bi ‘Madalyaya Zêrîn’ hatiye xelatkirin. Heman dezgehê di sala 2004ê de tevî ‘Madalyaya Napoleon’, nasnavê ‘Mereşalê Zanyariyê’ jî daye Nadîrov.
Her wiha Mamoste Nadir Nadirov dehan xelat û madalyayên netewî û navneteweyî stendiye.

Nadirov endamê çendîn Akademiyayê cîhanê ye.

Di salê 2001a de li çendin zankoyên Qazaxistanê bi navê «Xwendinê Nadîrov» derseke salane hatiye vekirin.

Nadirov hevvelatiyê fexrî ya çendin herêm û bajarê Qazaxistanê ye.

Ev ewladê hêja yê gelê Kurd heta niha ji 1200 bêhtir gotarên zanistî nivîsandiye. Xwediyê 270 patentên zanyarî ye. 8 îcadên wî yên zanistî hene. Nadirov heta niha 50 namzedê zanyariyê û 12 doktorê zanyariyê amade kiriye. 40 kitêbên wî hatine weşandin, 2 ji wan li ser jiyana wî û jiyana Kurdên Kazakistanê ne.

Mamoste Nadirê Kerem 6ê Berfenbarê di sala 1932a de li gundê Qîqaç, herêma Nexçivanê Komara Azerbaycanê hatiye dinê, îro 88 salî ye. Bavê wî Keremê Hecî Nadir, diya wî Kara Sedo ye.