Karûbarê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê “BERBANG”ê bi serokatîya profêsor/nivîskar Ezîzê Zîyo Bedirxan bi kovar, rojname û têlêvîzyona kurdî dilê tevaya kurdan xweş û geş dike, di hêla xwenaskirin û propaganda çand û edebîyeta me da êdî ji goveka Qazaxistanê derketîye û bûye milkê tevaya kurdan.

Ev Nameya Pîrozbahîyê nîşana wê serketinê ye, ku gelek salan keda kesên wisa binavûdeng tê da hebûye, wek Akademîsyen Nadirê Kerem Nadirov û Akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev û gelek welatparêz û zaneyên mayîn.

Redaksyona qedirbilind ya rojnameya kurdî a komarî

Ez we bo cejina profêsyonal – Roja xebatkarên Çapemenîyê û Ragihandinê pîroz dikim!

Îro mirov nikare jîyana xwe bêy Çapemenîyê û Ragihandinê û texmîn bike. Rol û kemala wan di jîyana me da gelek mezin û biryardar e. Hema hûn me derheqa bûyerên li bajarê Almatîyê da agahdar dikin, hûn rênîşandarên me ne di karê xweşkirin û geşkirina karûbarê me da. Em minetdarên we ne.

Nivîsên we bona me ne tenê çavkanîya nûçeyan ya bêhempa ye, lê berî her tiştî aleteke kardar e bona sohbeta bi niştecîyan ra û pêşxistina karê bazirganîyê da. Karê we yê nehêsa, ku li ser bingehê profêsonalîyê, rastgotinîyê û dilşewatîyê hatîye avakirin, layîqî qîmetê herî bilind û qedirgirtina mezin e.

Her karê we encama xebata hevalbendên we – bernameçêkirina, opêratoran, herfrêzkiran, korêktoran, wênekêşan e, ku gelek ji wana “piş perdê” ne, ango xuya nabin.

Em vê roja cejina navûnîşan we pîroz dikin û sipasîya xwe didine hemû karmendên weşana we bo karê we yê pîroz boy nave gulvedana welatê me.

Em bi dil û can ji we ra serketinên nû û xweşbextîyê dixwezin.

Bi qedirgirtin – serekbajarê Şarederîya bajarê Almatîyê Y. Dosaev.

(mohr û îmze)

Pîrozbahîya RIATAZA

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA bo vê serketina dilxweşkir kurdên Qazaxistanê pîroz dike û serketinên mezin ji wan ra dixweze.

NAMEYA PÎROZBAHÎYÊ bo rojnameya “JÎYANA KURD” (RiaTaza)
NAMEYA PÎROZBAHÎYÊ bo rojnameya “JÎYANA KURD” (RiaTaza)