Bîranîna NADOYÊ XUDO MAXMÛDOV

(01.01.1907 — 01.01.1990)

Nado Maxmûdov di nav rewşenbîrên Kurdê Ermenistanê da yê herî naskirî, xweyê nav û dengê bilind bû. Bawarkî, ji gênctya xwe heta çû rema Xwedê karên dewletêye here bilind û cawdarda dixebitî. Zilamekî gewdeyî, girî dest-pê bû, kurdekî bedewî orgînal bi seke-sifetê xwe. Dêmê wî rem bû bi ken, xerîbdost. Çiqas jî evdekî bî kursî û dereca xweva bilind bû, di nav serokên Komara Ermenistanêye mezin da rûdinişt, tev wan diçû-dihat, pîreka wî ermenî bû, lê jêra kurdîtya wî li ser asta ewlin bû.

Nenihêrî mijûlbûna xwe, topbûn û civînên rewşenbîrên kurd, bûyarên kurdewarî da timê hazir dibû. Dema gilî dihate ser kurdîtyê ew hazir bû.

Ez xwendevan bûm. Di civînên beşa nivîskarên Kurd, êvaryên xwendevanan û odên rêdaksya rojnema RYA TEZE da çend cara min ew dîtibû. Rast, ez jê vedikşyam. Bi xeysetê xweyî şermoke nêzîkî wî nedibûm.

Ez hê xwendevanekî gênc bûm. nû ji gund hatibûm, ew cwamêrî emirda çend sala ji bavê min jî mezintir bû. Wezîrê dewletê bû. Min jê şerm dikir. Paşê jî ez xortekî gundî, ew evdekî bi deba bajarî…

Despêka payîzê bajarê Yêrêvanê pirr bedew e. Ez avayê xwendevana ya razanê da dimam. Berêvarê, carna tevî hevala, carna jî tene derdiketm nava bajêr. Avayê opêrayê nêzîk bû. Li ber goleke biçûk çê kiribûn. Golêra digotin „Karapî lîç“ kurmancî „Gola Qubeqaza“. Êvara ew der pirr evd û xweş bû. Evarekê, ez jî rabûm, tenê çûme wur. Dora golê kursyê dar danîbûn. Li ser kursîkî rûniştim. Di nav ava golêye zelal da qubeqazên çîl qerqaş weke berfê, teyê bigota ne ku li ser avêra avjenî dikirin, lê dişûlikîn. Kêfa min ji wanra dihat, ketibûme nav fikir-mitalê xweş, nişkêva min dengek bihîst:

-Birazî, birazî!
Min rex xwe nihêrî eva Nado Maxmûdov, tev du camêrên Ermenî. Xuya bû ku ew jî wê êvarê derketine seyranê, ji xwera digeryan. Paşê ez pê hesyam ku mala Nado jî li wê mehelê bû. Herd hevalên wî jî xebatçyên dewletê yên payabilind bûn.
Ez rabûm, sorbûyî, şermoke, nêzîkî wan bûm, min silav da wan…

-Şerm neke birazî, tu Kurdî, pêşmergê hevalê te, li çyayê Kurdistanê berê xwe dane dijminê me, ji bo azaya welatê min û te dijî dijmin şer dikin,- minra bi kurmancî got û ez hevalên xwera kirme nas. Ez ecêvmayî mam, derheqa min da her tişt zanibû û yeko-yeko wanra gilî kir, ez kême, ji kîjan nehyê, kîjan gundî hatime, kîjan meslekî xwendina bilind da dixûnim, helbestvanim…

-Xwendin alîkî, ez helbestê wî hiz dikim,-wanra got.
Niha, şerma ez sor bûme, xûdan li ser min ra avîtye, nizanim çawa xwe ji wan xilazkim…

Ew sala 1963 a bû…

Paşê, tevî wî evdê maqûl, bawarkî sî salî rîya kurdewaryê û edebyetê ra em, di tev civaka meye rewşenbîrî, bi pismamtî meşyan, heta sala 1990 î.
Evdekî xêrxwez bû. Ewî ne ku tenê ez, lê gêncê me tev hiz dikirin. Civakî bû. Ermenistanê da kêm bûn meriv ku ew nas nekirana. Gundê kurda yek bi yek gerya bû. Çend sala serokatya nehya ku ez lê hatibûm dinê, nehya Aparanê jî kiribû û bîranîneke xweş li nav yanzdeh gundên Kurden êzdî, yên herema Elegezê hîştibû.

Nadoyê Xudo Maxmûdov sala 1907 a gundê Nor-Qeranlûxê, nehya Martûnyê, Qeza Nor-Bayazêtê, malake feqîr ya Kurdên musulman da hatibu dinê. Ew efrandinên xwe, îlahî kurteçîrokên „Dûajoyê biçûk“,„Salê buhurî“, „Syarê hespê boz“, „ Çawa ez zar-ziman ketim“ „ Dersdarê minî rem“ û hinekên din da, halê wî gundê Kurda û zarotya xweye dijwer radixe ber xwendevana. Ji bîr tîne, çawa bi çi tengasî û zemetya çûye xwendinê. Bav zû dimire, zarotyê da mecbûr dibe darê rêncberyê hilde û berxvantî, şivantî û xulamtya dewletyên gund bike. Ewî serhatya xwe da nivîsîye, ku dema ew xulame mala axê gund bû, axa dersdar digre ku lawê wî hînî xwendin-nivîsarê bike. Nadoyê xulam jî heroj li ber dêrî rûdinê û guh dide dersdar. Nava demeke kin da lawkê xulam hînî alfabêya ermenî dibe. Dersdar hewaskarya Nado berbi xwendinê texmîn dike û wî mekteba gundda dide qebûlkirinê.

Salên zarotya wî salne pir dijwer û nerehet bûn. Pevçûnên navxuyî dijminatî dikirin navbera gelên wê herema Ermenistanêye dost: ermenya, kurda, azerya. Pake ew pirosês pirr nakşîne. Zûtirekê ordya Bolşêvîka tê û hukumdaryê hildide destê xwe. Bi demezirandina qaydê Sovyêtê ra her agerê dijîtya gelaye navxweyî tê vêsandin, her tişt dikeve rîya xwe. Vî gundî da jî dest bi guhertinên sosyal-kûltûrî dibin. Ew bi xwe jî dibe şervanekî guhertinên nû, derdikeve dijî edetên kevne zyandar. Ew yek kurteçîroka wîye „Edetên zyandar“ da rind tê xanê. Kurteçîrokê da bi hostatî, lê bi keser nîşan dide çawa xûşka wîye hizkirî dibe qurbana wan edetan.
Pirsa xwendina zarokan û hildana nexwendîtya nava xelkên da dikevine rojavê. Xortê zîrekî jêhatî dibistana gund bi qîmetê baş diqedîne û dikeve nava kar-barên guhestinên sîstêma nû. Ji xebata komsomolyê girtî digihîje katibê nehyê, wezîrtyê û parlamêntarê weletê Sovêtê.

Sala 1926 a wî dişînine bajarê Lênînakanê (Gumuryê) xwendinê. Du sala mekteba partiyayê da hîn dibe. Piştî kutakirina mektebê wî kivş dikin wek katibê komîtêya nehya Hacîxelîlê (Aragasê) komsomola. Sala 1929 a wî kivş dikin sedrê komşuxulkira nehyê. Salên 1930-32 an li bajarê Tilbîsê mekteba partyayê bi serketin xilaz dike û derbazî xebatên partya komûnîstyê yên cawdar dibe.

Fakûltêta dîrokê ya ûnîvêrsîtêta bajarê Yêrêvanêye dewletê xilaz dike.

Wextekî dirêj ew wek Katibe yekê yê partya Komûnîsta ya nehyê (komnehyê) Aparanê û Hoktêmbêryanê dixebite.

Welatê sovêtêda partya Komûnîstyê tenê hebû. Hukumdarî, rêvabirin gişk destê wê partyêda bû. Her dera katibê partyayêyî ewlin xweyî û xwedan bû.
Paşê dikeve nava hukumatê, tê kivşkirin wek wazîrê debê (Komûnal) yê Komara Ermenistanê, dewsgirtyê wazîrê Tiransportê yê ewkin û gelek- gelek karên komarêye bilind û cawdar dike. Bawarkî heta çû ber rema Xwedê jî dixebitî.Nado Maxmûdov çend cara hatye hilbijartin wek parlamêntarê parlamênta (meclîsa) komara Ermenistanê û Yekîtya Sovêtê. Kê ku sîstêma weletê Sovêtêra pirî hindikî nas e, zane, ku ev derecên gotî pirr bilind bûn û hindik digihîştine wan bilindaya.

Tevî wan karê xwe ew usa jî nivîskar û dîrokzanekî Kurdî hêja bû. Sala 1959 bi zimanê ermenî pirtûka wî ya „Gelê Kurd“ hate weşandin. Ev pirtûka giranbiha 260 pere û têda dîroka gelê me ji demên kevin girtî heta salên weşena pirtûkê hatye şirovekirin, analîzkiriny. Rast bêjim ez û kordên Ermenistanê yê nivşên min bi vê pirtûka hewaskar dîroka gelê xwe ra bûne nas. Pirtûk lêkolîneke dîrokîye kûr û pirserecem e, ermenîke zelal û xweş, ji bo goveka xwendevanên fire hatye nivîsar.Pirtûk bi heft para hatye demezirandin: Pêşdahatina kurdaye êtnîkî, erdnîgarî û aborya welatê kurdan, hesabê binelya, ziman, kûltûra, edebyet, bawarî. Oçêrkek derheqa dîroka derbazbûyî da ( Dema Xelîfên ereba, dema Selcûka, dema Eyûbya, bindestya dema monxolan, şerên tirk û farizan ji bo parevekirna weletê Kurdistanê ).

Para şeşa derheqa şerkarya Kurda ya miletyê-azadaryê dane dijî zulma dagerkirên Kurdistanê (serhildana Êzdanşîr, serhildana Şêx Obêydûle, Şerkara kurdaye miletyê-azadaryê despêka sedsala 20 î. Herba cihanêye duda û Kurd).Serê Hefta derheqa Kurden weletê Sovêtê dane.Raste meriv bi çevê îroyîn û zanyarya dîroknasya niha nikare hinek fikir, pêşdanînên xudanê vê pirtûkê ra qayîl be, lê ev pirtûk di dema xwe da, bi rastî jî destanîneke zanyarya kurdnasyê bû. Wê demê, di wî warî da seva xwendevanên kurd valayîk hebû û wê pirtûkê ew valayî tije dikir.

Nivîskar: Eskerê Boyîk