BERBANGA KURDÊN QAZAXISTANÊ
Ji mala xwe zêdeyî pênc hezar kîlometre dûr bûm. Balafira ku qasî bêndera gundekî bû, hêdî hêdî dadiket. Ew pênc saet û nîv bûn ku em li Stenbolê derketibûn û gihaştibûn asîmanê bajarekî ku di nav berfê de xûya dikir; qasî ku min di paceya balafirê de didît. Her ku em nêzika erdê dibûn, kelecan û tirsa min jî ewqas zêde dibû. Çimkî bîstekî din, ez ê li welatekî ku min qet nedîtiye, zimanê wan hîç nizanim, alfabeya wan nikarim bixwînim bûma.
Welat Qaxaxistan bû. Bajar Almatî… Zimanê wan Qazaxî bû û wek me Kurda, ku çawa em ligel zimanê xwe, yek jî tirkî dizanin, wana jî Rûsî dizanî bûn. Ya herî xirab, ne înterneta têlefona min hebû ne jî operatora têlefona min dixebitî. Kêlîya ku vana di hişê min de derbas dibûn, weswesekê pêl bi pêl ez digirtim. Êdî ez û bextê min.
Ez ji qontrolê derbas bûm û derketim dij balafirgehê. Kinyasê Îbrahîm pêwîst bû ji bo min camêrek bişanda ku pêşwazîya min bike. Lê min nizanibû kî ye, çi ye, çawa ye û têlefon û mêlefona wî… Tenê min wêneyeke xwe şandibû ji Kekê Kinyas re ku min nas bikin.
Min bi baldarî li derdora xwe dinêrî ku min dît xortekî zirav, bejn drêj, xweş şidandî û çeleng ber bi min ve tê. Awirên wî li ser min bûn. Ku di navbera me de çend gav man, got, «Kekê Evdirehman!..» Xwedêyo, bi vê gotina «Kekê Evdirehmam», hemû weswese û tirs û kelecana min berhewa bû. Mîna ku ez li Riha’yê bim, rehetiyek hat min. Me zimanê hev dizanibû, ma ne bes bû.
Navê wî xortî Elî bû, Elîyê Fexredîn. Nevîyê rewşenbîr, romanûs, helbestvan û mamoste Elîyê Evdilrehman bû. Navê kalikê wî li wî kiribûn. Bi Kurdîyeke ku mîna Kurdekî me yê ku li bajara mezin bûye diaxifî. Kurdîya wî ne herikbar bû lê me hevdu fehm dikir. Ev jî besî me bû.
Em li jîpeka luks siwar bûn û ber bi navenda bajêr ve me rê girt. Piştî nîv saetekê em li ber oteleka ku zêdeyî bîst qata bû sekinîn.Hewake pirr sar hebû. Elî, ez li otela bi navê «Qazaxistan» bicih kirim û çû.
Xew di çavê min de diherikî. Min hema înterneta otelê vekir ku ez aram bûm. Êdî ragihandina min bi cîhanê re hebû. Min serî danî ser balîvê û ez di xew de çûm.
Piştî gellek demjimêra, bi zire zira têlefonê ez bi xwe hesîyam. Kekê Kinyas bû. Got, «xwe amadeke, bîstekî din ez ê werim te li otelê bigrim.»
Kinyasê Îbrahîm, ligel karsaz Şêrîn Elî û kurê Elîyê Evdilrehman Fexredînê Elî, ez li seyarekê kirim û me dest bi gera li nav kolanên bajarê Almatî kir. Bajarekî gellekî bi rêkûpêk bû. Her kolanek zêdetir berfireh bû. Sankî ben girê dabûn, ewqas her kolaneke bajêr rasterast bû. Û avahîyên dîrokî û yên mîmarîya Rûsa, çavên mirov diçirûsandin.
Kêlîya ku seyara me sekinî, çavê min hîn derdor temaşe dikir. Em jê hatin xwarê. Em hatibûn xwaringehekê. Ji ber ku bi tîpên kirîl ya alfabeya Rûsî navê xwaringehê dinivîsî, min nikaribû bixwenda. Ew der mekânê Fexredînê Elî bû. Em rûniştin, me him suhbeta xwe kir, him jî zikê birçî têr kir.
Roja din konferans hebû, konferansa sedsalîya Elîyê Evdilrehman. Jixwe ya ku berê min dabû Almatî’ya Qazaxistan’ê ev konferansa bû.
Wek her der û devera ku Kurd lê dijîn, dîroka Kurdên Qazaxistan’ê jî têra xwe trajîk e. Çarenûseke kambax e. Tije jîyanên dilsoj e. 2020’ê salê, li Almatî nêzika heyştê hezar Kurd dijîn. Pirranîya wan li Qafqas; Ermenistan û Azerbêcan’ê çûne Asya Navîn.
1926’ê salê, piştî serhildana Şêx Seîdê Pîranî, dewlet ji axa û beglera tê xezebê. Ji Serhedê, pirranî ji eşîra Brûkî û Celalî, zêdeyî du hezar malbat, Çemê Erez derbas dikin û diçin li Naxçiwanê bicih dibin. Erdekî vik û vala û berfireh bûye. Axa Sowyeta Berê bûye. Li wira konê reş vedikin. Kerîyê pez û dewarên xwe diçêrînin. Ji xwe re jîyaneke nû ava dikin.
Yanzdeh sala ev dewrana xwe didomînin. Di nav wan salan de hinekê wan diçin Rewan’ê, hinekê wan diçin li Bakû û wan derdorana bicîh dibin. Ku sal dibe1937, leşkerên Ûris, bi emrê Stalîn’ê cehnimî, fermana wan radikin. 24 saet muhlet didin wana ku amadekarîya xwe bikin. Çima, bona çi, ji kuda? Ji wan re tiştekî babêjin. Tenê dibêjin hûnê ji vir biçin.
Roja din tên, wana li wesaîtan dikin û dibine gara trêna reş ya pê bar û dewar tê kişandin. Du meha di ew trêna reş de rêwîtîya wan dewam dike. Çi zarok, çi extîyar; jin, mêr, keç, kur… bi nexweşîyê dikevin, dimirin. Perîşanîyeke nedîtî dikişînin. Yên man li Qazaxistan, Sîbîrya, Qirxizistanê belav dikin.
Malbata Prof.Dr.Nadir Nadîrov, ji wan yek malbat bû. Ew bi xwe jî hîn pênc salî bû. Ji bo wan ji gund derketin dîsa qedexe bû. Mafê xwendina wan heta qonaxekê bû. Li bajarên mezin xwendina wan qedexe bû.
Piştî du sala, 1939’ê salê, careke din leşkerên Ûris diavêjin ser gundê wan. Ji gundê mala Nadirê Kerem, 40 mêrî digirin û dibin qetil dikin. Bi vî rengî hezar neçêyîya tînine serê wan.
1950’ê salê şunda, hinek ji wan malbata, vedigerine Ermenistan û Azerbêcan’ê.
Ku sal dibe 1988, şerê Ermenî û Azerîya diqewime. Di vî şerî de zirara mezin Kurd dibînin. Ji ber ku dewleteka wan tune xwe bispêrinê, zilm û tahdê dibînin. Azerîyê li Ermenistanê diçin Azerbêcan’ê. Ermenîyên li Azerbêcanê diçin Ermenisran’ê. Bi taybet li Ermenistan’ê zilm li Kurda dibe û pirranîyê wan berê xwe didin welatên cûrbecûr.
Dibêje, «Me du bav li welatekî binax nekirine» Prof.Dr.Kinyasê Îbrahîm Mîrzoyev’ê ku mecbûr dimîne, ew û malbata xwe koça Qazaxistan Almatî’yê dikin. Ji xwe ev gotina Kekê Kinyas, her trajedîya Kurdekî salix dide: «Bapîrê min li welêt, li Tirkîyê wefat kir. Bavê min li Ermenistan’ê me binax kir. Îro em li Qazaxistanê ne. Min diya xwe li vira binax kir…»
2020’ê salê, li temamê Qazaxistan’ê, kêm zêde 150 hezar Kurd hene. Pirranîyê wan li Almatî’yê ne. Li derdora Almatî şeş gundê Kurda hene. Li wan gunda, di nav hev de, bi çand û zimanê xwe jîyana wan berdewam e.
Dike ji bo min, li Astana kameramanek bihata. Elîyê Fexredîn, siba roja konferansê, çû ew li balafirgehê girt û anî otelê. Xortekî Qazax bû. Em du kes û çar ziman bûn, lê zimanê me yê hevpar tune bû. Kameraman Beibit Sultanbek, bi Qazaxî û Rûsî, min bi Kurdî û Tirkî dizanibû. Bereket ciwanekî serwext, jêhatî bû. Me bi îşareta merama xwe bi hev dida fehmkirin.
Konferans, li Mala Dostaniyê ya Miletên Qazaxistan’ê pêk hat. Li Qazaxistan’ê zêdeyî sed milet dijî. Ji wan yek Kurd in. Dewletê cih daye wan miletana ku, çand û zimanê xwe pêşve bibin.
Serokatîya Kurdên Qazaxistan’ê Kinyasê Îbrahîm dike. Li cihê wan, li meqamê Kekê Kinyas, wêneya Mela Mistefa Barzanî, ala Kurdistanê, yekser bala min kişandibû.
Ji çar alîyê cîhanê, gellek kesayetên navdar, ku min navê wan bihîstibûn û xiyaben nas dikirin, beşdarî konferansê bûn. Di serî de Prof. Dr. Kinyasê Îbrahîm, Prof.Dr.Nadir Nadîrov, bûka Nadirê Kerem banker Narîn Nadîrova, ji Swêd’ê nivîskar û rewşenbîr Têmûrê Xelîl, ji Rûsya karsaz Barzanî Nabîyev, ji Ermenistanê Hejarê Şamîl… Dîsa Prof.Dr.Mihemedê Misto, akademîsyen Ziyoyê Bedirxan, karsaz Şêrîn Elî, karsaz Seyîdê Elî, kurên Elîyê Evdilrehman; Fexredînê Elî û Selhedînê Elî û gelkekên din. Jin û mêr û xortên Kurda, saloneke mezin tije kiribûn.
Cihê ku Kurd lê hebin, helbet bê govend nabe. Konferans, bi govenda jin û mêrên Kurda, yên bedew û çeleng bi dawî bû.
Piştî konferansê, em qasî panzdeh kes, birin xwaringeha Elîyê Fexredîn. Li ser masayeke glover em civîyan. Îjar ligel suhbet, xwarin û vexwarinên wan, wek rîtuelekê pêk dihatin.
Mezinê civatê serîmanî ji masê re dikir. Pêşîyê ew ê rabûya ser linga. Şûşa xwe bigirta destê xwe û gotarek pêşkêş bikira. Ku gotina wî bi dawî dibû, her yekî li dor masê, şûşa xwe bilind dikir û bi gotina, «noşî can be» bera qirika xwe didan. Piştî demekê, serîmanê masê navê canik an camêrekî hildida û digot, filankes, de rabe gilîyekî bike. Ew ê rabûya ser linga, di dest de şûşe, wê gilî û gazincê xwe bikira, yanê biaxifiya, dawîyê bi hev re wê mey fandîb bikirana û yê rûnişta.
Ew rojên ku min li Almatî’ya Qazaxistan’ê derbas kirin, ji bo min wek xewneke şêrîn bûn. Bîhn û germahî û dilsozî û Kurdewarîya ku min li welêt, ji Kurdên wira nedîtibû, min ji her Kurdekî Qazaxistan’ê digirt. Vê rastîyê ez sermest dikirim.
Piştî konferansa Elîyê Evdilrehman, ez ketim nav hewildana belgefîlma Elîyê Evdilrehman. Min dest bi berhevkirina dokumanterên di derheqê wî de kir. Bi Kinyasê Îbrahîm, Têmûrê Xelîl, Fexredînê Elî, Selehedînê Elî, Şîrîn Alî, Mihemedê Misto û çend kesayetên din re min hevpeyvîn lidarxistin. Bi vî awayî, têra belgefîlma Elîyê Evdilrehman min xebatek pêk anî.
Dîsa bi Kinyasê Îbrahîm û Nadir Nadirov re min bernameya bi navê, «Wext Çava Derbas Bû» çêkir. Beşa bernamê ya bi Kekê Kinyas re, me li mala wî kişand. Hevjîna Kekê Kinyas Gogercîn Xanim jî beşdarî bernama me bû. Ya bi Nadir Nadirov re me li meqamê wî kişand. Di her du beşan de, jîyan û serpêhatîyên wan, ku wek dîroka sed sal ya Kurdên Sowyeta Berê bûn, mora xwe li bernameyê xist.
Li Almatî, oteleke bi navê Grand Erbîl Otel heye. Xwediyê wê otelê, Rafîk Îbragîmov e. Camêrekî comerd û welatparêz e. Karsaz Barzanî Nabîyev li wê otelê dima. Ji min xwest ku ez jî li Grand Erbîl Otelê bicih bibim. Min got «ser çava» û roja şeşa, ez ji otela xwe veqetîyam, çûm otela Grand Erbîl Otelê.
Seyîdê Elî ku li taxeka derveyî Almatî dijîya, xwedan çewlik bû. Bi taybet hesp, dîsa pez û dewar xwedî dikir. Bi Barzanî Nabîyew re dostanîyeke wan ya qedîm hebû. Şevekê em hatine cem hev. Min ji wan re eşkere kir ku dixwazim bi navê «Berbanga Kurdên Qazaxistanê» bernameyeke ger û geştê bikişînim. Helbet bi alîkarîya wan. Qebûl kirin.
Sibekê, ez, Barzanî Nabîyew û Seyîdê Elî, me kameramanê xwe jî girt û me berê xwe da her Kurdekî ku li wê herêmê dijî. Pêşîyê em çûne mala Seyîdê Elî û çewlika hespa. Dûra em çûne kargeha Kurda ya bi navê Babo. Ku ez rasta kê dihatim, min bi wan re hevpeyvîn lidardixist. Em çûne çen gundên Kurda. Bi zarokekî Kurd yê 9 salî ku di qaretê de bûbû şampîyon re min hevpeyvîn kir.
Li gundekî din bi du pîrejinên Kurd re ez rûniştim. Qala serpêhatîyên xwe kirin, stran gotin. Ev sed sal bû malbatên wan ji welêt derketibûn lê zimanê wan ji yê Serhed’ê pak û şêrîntir bû.
Êdî roj diçû ava. Li ser rêya me jineka xêrxwez hebû. Alîkarî ji bo belengaza berhev dikir. Dîsa ciwan fêrî folklora Kurdî dikirin. Em çûne serdana wê. Bi dilgermî em pêşwazî kirin. Û me re bi dengekî xweşawaz çend stran gotin. Bi vî awayî min têra bernama xwe dîmen girtin û hevpeyvîn lidarxistin.
Roja berî ku ez ê ji Almatî’yê veqetim, Kurdekî nav Îbrahîm, hat ez li otelê girtim, birime cihê ku qursa Kurdî tê dayîn. Li wira, mamostekê, zarokên Kurda fêrî Kurdî dikirin. Gellekî kêfa min bi wan hat. Hestyar bûm. Me bi hev re, strana «çi xweş awaz e, şêrîn û naz e, zimanê Kurdî» stra. Li tenişta Qursa Kurdî, saloneka werzîşê hebû. Li wira jî, bi cil û bergên Kurdî, keç û xort, fêrî folklora Kurdî dibûn. Bi destê hev digirtin û govend digerandin.
Li Almatî’ya Qazaxistan’ê, di nav sedan miletan de Kurd jî hene. Ji çand û zimanê xwe xwedî derdikevin. Bi siûdin ku Kinyasê Îbrahîm û Nadîr Nadîrov’ê wan hene.
Û çi jin çi mêr, xwendî an nexwendî, dilê her Kurdekî bi welêtê bav û kalan ve girêdayî ye.
Xewn û xeyal û hêvîya wan, her li ser welatekî azad, aram û serbixwe ye.
Abdurrahman Benek
Оставайтесь на связи