Xwezil, dnêda tu şer nebin
Tev biçerin pez-gur
Dest valabe ji îşê din
Ku xwendî bibin pirr.
Xwezil bidîta çevê min
Ew kurdê kurdin hê
Hevra bi kurdî xeberdin
Bixûnin zimanê dê.
Pirtûkê min lazimin kêra?
(Xwendî tune navda)
Wanê toz rind temîzkira
Û hilda bixanda.
Bê aponênt êfirandin Dinvîsim,
Dilê min çawa xwest.
Xwezil krîtîkê min pirbin
Nîşan bidin rîya rast.
Xwezil bêjin ew wext hat Berbi kurdstanê barkin!
Pirtûkê xwe bivime welat —
Pê zaroka şakim.
Xwelîyê maçkim — bi dilê xwe,
Çawa xwelîya cennetê.
Xwezil. bidme ber palê xwe
Razêrn heta-hetê.
Li wêneyê Enverê Kerem Nadirov li ser xebatê. s. 1964
Оставайтесь на связи