Bîranîn û Şîn!

Îro 11.07.2021…
Ez li Qazaxistanê, bajarê Almaty tevî salvegera bîranîna Ahmed Mirzoyev (birayê Prof. Dr. Knyaz İbrahim Mirzoyev) bûm.

Civateke Kurdên ku hezaran kilometran dûrî welatê kal û bavan lê Kurdewar, civîyabûn.
Gelek rewşenbîr, nivîskar, ulimdar û hwd. hazirbûn.

Bawerim 300-350 kes hebûn.
Ji kursîya şêyx û melayên musilmanan Quran a pîroz dihate xwendin û dua dihatin kirin.
Lê tiştekî ecêb balkêş hebu! Tiştekî ku ez pê şabûna kelagirî bûm!

Ew jî; şêyx û melayan hem ji bo nemir Ahmed Mîrzoyevê (Birayê bi rêz Prof. Dr. Knyaz İbrahim Mirzoyev) dixwandin û dua dikirin, hemjî ji bo Efatê gelê Kurd, hezkirîyê Ezdîxanê, gorbuhuşt, kekê Yûra Nabîyevê bi aqil û kemal, zanyar û marîfet, rewşenbîrê gelê Kurd dixwandin û dua dikirin.

Û axaftinekê di mor a xwe rojê xist!
Bi rêz Prof. Dr. Knyaz İbrahim Mirzoyev axifî.
Waha digot: “Gelî civata hêja; ez nabêjim hûn xêr hatin. Ji berku şînan da mirov nabêje hûn xêr hatin.

Her çiqas kesekî xerîb nava meda tunebe jî.
Ez ji wera yeko yeko sipas dikimku hûn îro bal mene.

Îro heznîtîyamin mixabin xilas nebû.
Belê îro sala Ahmedê birayêmin temambû.

Lê 6-7 roje ku min dîsa birayekî xwe, hezkirîyekî xwe, rehmet lêbe Yûra Nabîyev ê delalî windakir.
Alîyekê salvegera birayekî mine, alîyê din jî şîna birayekî min ê dine. Herdû birayên minjî milethezbûn. Herdûjî 1953 yê salê ji dayîk bûne. Qedera herdûyanjî wek hev nivîsîye. Herdujî bûne qurbana kambaxa vê nexweşîya coronayê. Xadê herdu yek sal peyîhev standin. Rehmet ruhê herduyabejî. Ji xwe, birayêmin Yûrayê Şamil (Nabîyev) ne tenê ji malê çû. Herûhajî ji êlê çû. Temamê Kurd û Kurdistanî ji bonê dişewitin. Yûrayê bira ji bona yekîtîya civatê, ji bona azadîya Kurdistanê, temamya jîyana xwe bi hewildanên bê hempave derbaskir. Bila serê gelê Kurd saxbe. Serê Ezdîxanê saxbe. Îro salvegera Ahmedê biraye, lê ez heya dawîya emrê xwe herdû birayên xwejî bîrnakim. Herdûjî ji bo min şewatin. Bila rehmet herdûyabejî… “
Rojeke xemgînbû. Lê ez şabûna diricifim.
Gotinek a bi rêz mamosta Eskerê Boyik hate biryamin.

Dibêje:
“Ez zanim Kurdistan wê çêbe.
Azadî wê alaya wêbe“
Û disa gotinek a Dengbêjê nemir Reşîdê Baso (hevpeyvînek a min û wîda)
Digot: “min zanibû rojek wê were yekîtîya gelê Kurd wê çêbe. Ol nabe cudatî û qetandina me. Wê bibe dewlemendîya çand û jîyana miletê me“…
Belê lewma kelecanê ji min girt. Lewma ricafê ji min girt. Lewma ez şad bûmku îro, êdî gelê min hişyare, êdî gelê min yeke.
Gotina kal û bavan, dibêje: “mirinêra ne şikir. Lê roja îroyînra hezar car şikir”…

11.07.2021 Derwêş Serhedi
(Almaty- Kz)

Derwêş Serhedi: "BÎRANÎN Û ŞÎN!"