SERSAXÎ

Me bi dilekî xemgîn koça dawî ya kûrê Serokê Komara Mahabata Kurdistanê nemir Pêşewe Qazî Mihammed, Alî Qazî li Almanyaê bihîst.

Em bi navê «Yekitiya Kurdên Qazaxistanê — Berbang» bi vê xebera reş gelekî êşiyan. Alî Qazî mirovekî pak, maqûl û kurdperwer bû. Em herwiha serxweşîyê didine malbeta wi. Bila rehmeta Xwedê li Alî Qazî be, cihê wî bihuşta baqî be, serê hemû neferên malbatê sax be.

Ezîzê Zîyo Bedirxan

Doktorê Zanistên Aborî, Profesor
Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê — Berbang
10ê Tîrmehê sala 2022 / Almatî

SERSAXÎ