Serokê Federasyona Komelên Kurdên Sovyeta Berê û Serokê Kurdên Qazaqistanê Profesor Doktor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev do Yekşemê canê xwe ji dest da.

Kinyazê Îbrahîm yê 74 salî bi qasî sê hefteyên berê jiber vîrusa korona ketibû nexweşxaneyê.

Ew di nav Kurdan de bi lêkolînên xwe yên ser ziman, çand û dîrokê dihat nasîn.

Ser mirina Kinyazê Îbrahîm partî û serokên Kurdan peyamên sersaxîyê weşandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xw de da zanîn ku ew hevparê xema malbata Kinyazê Îbrahîm e û dîyar kir ku ewê hertim di bîra wî de bimîne.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî ser mirina Kinyazê Îbrahîm ji Twitterê ‘’sed korayî’’ nivîsî bo malbata wî û gelê Kurd sersaxî xwest.