Welatperwer û rêvebirê Kurd Yûra Nebîyêv

Yûra Nebîyêv, welatperwerekî Kurd yê jêhatî û gelek alî bû: Zanyarê Navokî, sîyasetvan û dîplomat, aktîvîst, lêkolîner, rêvebir û rêxistinvanekî Soveyetê/Rûsya û yê Kurdên Sovyeta berê û yên dîyaspora hemû cîhanê bû.

Ewî hemû jîyana xwe bexşî xebata pêşdexistina yekîtî, rêxistinî, ziman, folklor û çanda gelê Kurd kiribû. Ji bo Kurdên herçar perçeyan li Rûsya dîplomasî dikir. Ji bo rêxistinî û yekîtîya Kurdên dîyaspora, pêşkêşîya rêxistin û rêvebirina Dîyaspora Kurd dikir.

Yûrî Nebîyêv, di 26 Mijdar 1953an de ji dayik bû. Dibistana sereta heta Zankoya Tiflîsê ya Fizîka Navokî, li Gurcistanê xwendîye. Hîn di dema xwendina xwe de, di nava Komsomola Ciwanan ya Tiflîsê, yekîtîya Koma Ciwanên Kurd avadike û seroktîya vê yekîtîyê dike. Bi hevalên xwe ve 1990î de Komela Ronahî ava dike. 1993an de dibe Serokê Civata Rêvebir ya Yekîtîya Kurdên Hevalbendên Dewletên Serbixwe. Dibe endamê parlamentoya Rûsya, Nûnertîya Hukumeta Herêma Kurdistanê dike. Edîtorîya rojnameya Kurdistan û rêvebirîya malpera  www.kurdistan.ru dikir.

Rêvebirê giştî yê http://krd.riataza.com bû. Ji bo yekirin û koordînasyona xebata Kurdên Sovyeta berê û yên Yekîtîya Ewropa civîn û xebatên giranbuha kir.

Yûra Nebîyêv, armanc û daxwaza wî ya bingehîn ku Kurd li welatê xwe, li ser xaka xwe azad û serbixwe bibin. Loma dema Referandûma Serxwebûna Kurdistana Başûr, ew jî bi kêf çû Başûr û bû şahidê wê roja xweş!

Yûra ji zimanê Kurdî, muzîk û folklora Kurdî pir hezdikir. Loma bêtir ditirsîya ku Kurdên dîyaspora li hemû cîhanê, zimanê xwe yê dayikê ji bîr û wenda bikin! Ji bo pêşî li asîmîlasyona zimanê Kurdî bête girtin, gelek proje û pîlan dihizîrî û pêşkêş dikir.

Rehma Xwedê lê be, cîyê wî cinnet be 🙏

Bîranîna Yûrayê Şamîl Nebîyêv (26.10.1953 - 06.07.2021)
Bîranîna Yûrayê Şamîl Nebîyêv (26.10.1953 - 06.07.2021)