Serxweşîya FNDKê û Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) û Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang” bi dilekî kovan serxweşîyê dide serokê Yekîtîyê Kinyazê Îbrahîm bona wefata xezûrê wî – Tahirê Têmirê Sîyapoş.

Tahirê Têmirê Sîyapoş 20ê çileya paşin sala 1935an li gundê Kotanlûyê, navçeya Vêdîyê, Komara Ermenîstanê da ji diya xwe bûbû.

Ew di nava koma xwe û diyaspora kurdan da merivekî xwedî qedir û hurmeteke mezin bû. Ew welatparêzekî mezin, karekî mezin dikir bona perwerdekirina nifşên nû, alî kesên destteng û hewcedar dikir.

Tahirê Têmirê Sîyapoş ne tenê bi aktîvî tevî jîyana civakî ya gelê kurd dibû, lê herwiha emekekî mezin dikire nava xurtkirina yekîtîya di nava kurdan da, bona di nav gel da aramî û hevdufêmkirin hebe. Jîyana wî nimûneya xizmetkirina bo gel û komekdarîya bo merivan bû, ew herdem terefdarê îdêayên înternasyonalîzmê û biratîya gelan bû.

Tahirê Têmirê Sîyapoş, ku malxwêyê mala giran bû, xwedî 5 zaran, 15 nevîyan û 23 nevîçirkan bû, wê herdem di bîranînên me da bimîne wek merivekî berbihêr û dilovan, wek nimûneya aqilbendîyê û qencîyê.

Di nav rojên zehmet da em serxweşîyê didine malbeta wî, zar û nevîyan, merivên wî û kesên ber dilê wî ezîz.

Rehma Xwedê lê be, mikanê wî cinet be!

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

Serwêrtîya Yekîtîya kurdên komara Qazaxistanê ”Berbang”ê