Ger hûn dixwezin herne nava olkeke kurdên Sovîyêta berêye delal, herne Almatê! Kê bi rêbarîya rîyan rojekê here Komara Qazaxistanê, bi taybetî bajarê Almatê (Alma-Ata) û rastî kurdan neyê, wekî usane qet tiştek nedîtye…
Li vî paytextê Qazaxistanêyî berê olkeke kurdaye qedîmî heye. Li vî bajarî rewşenbîr û zanyarên kurdaye bi nav û deng dijîn û kar dikin. Navê wan camêran îro ne ku tenê di nava dewletên Sovîyêta berê, lê usan jî di nava seranser hemû kurdên cîhanê da deng vedaye: Nadirê Kerem Nadîrov, Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, Ezîzê Zîyo Bederxan, Hesênê Evdo Alîyêv, Mehmedê Misto Mustefayêv, Ezîmê Şemo Ebdulayêv, Mustefê Remezan Mustefayêv, Şêrelîyê Elî Mustefayêv, Mehmedê Mecît Sulêymanov, Ferxedîn û Salhedînê Alî Mamêdov û gelek zanyar, pêşewitî û welatparêzên din, ku bi kar û barên xwe va nav û sîyaneta seranser kurdan bilind dikin.
Yek ji wan zanyar û reşenbîrên hêja jî doktorê fîlolojîyê, profêsor, akadêmîkê Akadêmîya Komara Qazaxistanêye civakîye zanîstîyê KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYÊVE, yê ku emekê mezin rêtîye ji bo pêşvebirina fîlolojzanîyê, xasma fîlolojî û wergêra Rojhilata Navîn.
Îro, 1-ê gulanê roja bûyîna zanyarê navdar, xudanê bi dehan berhemên zanîstîyêye giranbaha Kinyazê apê Îbrahîm Mîrzoyêve!
Birayê minî mezin û hizkirî, Kinyaz can!
Bi sehet û qewatî bî, bila pênûsa teye zanîstîyê û efrandarîyê herdem bi adan û rêj be, bila hema usa qulixî cîhana dîrok û çanda gelê me bike!..

Prîskê Mihoyî,
cîgirê yekê yê serokê Ajansa masmêdîyayê ya Komara Udmûrtyayêye dewletê (Rûsya).
Îjêvsk, 1-ê gulanê sala 2020-î.

Di wêne da (ji milê çepê): Têmûrê Xelîl, Kinyaz Mîrzoyêv û Prîskê Mihoyî. 7-ê gulanê sala 2017-a, Alma-Ata, li ber avayê Dostîya gelan.