Dr. Çerkezê REŞ

Helbestvanê xwedî aqilmendîyake taybet û doktorê zanyarîyê Çerkezê Reşê

rehmetî di sala 1985an di kovara Înstîtûya kurdî a Parîsê HÊVÎ da

ev nivîsa delal ya ser akademîsyanê îroyîn, profêsor Kinyazê Îbrahîm da çap kirîye.

Wana bi dehan salan hevaltî kir, zêde jî karê dewlemendkirina edebîyeta kurdî

ew kirine hevalên hev yên nêzîk.

Bi rojan, mehan, salan behsa gelê xwe – kurdan, welatê kal-bavan Kurdistanê,

 edebîyeta gelê xwe, dewlemendkirina wê û lêkolînên zanyarî

ser wêjeya gelê xwe kirin, lê deqîqeyekê jî di serê wan ra derbaz nebû,

ku yek êzdî ye, yê din musulman e.

Behskirina vê pirsê cem wan û hemû kurdên Ermenîstanê tiştekî pêkenînê bû.

Belê, tarîxê di serê serî de tehliyê li nav agirê xwîna civaka me xist. Ev tehlî li serê xaçeriya dinya gewrik heliya, heliya û di çavê me de, deba me de, rêveçûna me de bû melûliya zêndî. Her kurdek îro nîgara melûltiyê ye ku tarîxê usa bi hostatî sêwirandiye. Belê, kula bextê giran di rihê me de ne an jî em in di nav vê kulê de. Û serê me li ser balgîvê hîçxemiyê nîne.

Heylo xweyo, heylo xweyo, heylo xweyo,

Bavê Wezîr, kekê Nasir

Vê sibê ji mal derket, gelo çima

Hay pirçûyî bê made ye. . .

Ango, Wezîr û Nasir bira ne. Li ser axa Kurdistanê nagerin, naleyzin, naçine mekteba Kurdî û aha bavê wan, kekê wan Kinyazê Îbrahîm vê sibê dîsa pirçûyî bê made ye. Kilama davêje ser xwe, ser bextê civaka xwe. Hizkî rojeke bêserûbin, çîksayiyê, em di nav mij û dûmana tarîxa xwe ya ewrawira ji Yêrêvanê dertên, berê xwe didine girê fêza Divînê. Divîn wextekê bajarekî mezin û paytexta Ermenîstanê bûye. Îro dewsê kelefe ne. Çend salekên pêş de li Moskvayê kitêbek derketiye, ku tê de resmê gora Selahed-dînî li Dimişqê heye. Ji ber ku ew seresker û sultanê kurdî li Divînê ji diya xwe biye, Kinyaz destê xwe li hev dixe (bê hêrs, bi hesret):

-Camêr.-ewî malxirabî çima Kurdistan çênekir, çû bû pêsekiniyê gelên mayîn?… Heta gora wî jî tarîxa xelkê tijî dike, dixemilîne… Ew û Nîzamî Gencewî ji alîkî ve xal û xwarzî ne. Bila Nîzamî Kurdistana ruhaniya edebiyatê saz kira. Li gundekî ser rê, li ber dîwarekî jineke kurd a sere rûniştiye û teşiyê dirêse.

Kî zane, dibe ku ev kinêza Selah-ed-dîn û Nîzamî ye? Lê kê wê têlê xalîça tarîxa me birêse? Kinyaz avtomakînê dide seknandinê, peya dibe, ber bi wê diçe. Ew ji ber Kinyaz radibe piya.

– Siba te bi xêr, metê!

– Serçava hatî, lawo!

– Siheta te çawa ne?

– Êh, wê çawa be, lawo , metê bi qurbana wê bejn û bala te ya sibhanî be.

Emê kul û derdan re bûne kan…

Dîsa kul û derd… Canim, kul û derdên dinyayê çima hema para me ketin?

Dibe ku em bi xwe ji xwe re derd û kulan çêdikin, hesîna bi yekalî tîr û kûr dikin? Lê çend padîşahên me, çend paytextên me hebûne an jî hene? Birayên me niha ji bo serbestî û serxwebûna milet xwînê dirêjin. Lê gelo ew xwîn deya naçe? …Em teypê pê ve dikin.

Heylo swaro, heylo swaro,

Lo xweşmêro, lo mîrpenco,

Lo mêrxaso

Ew çi mêrxasî ye? Ango, em gişk mêrxas bûne, mîrpenc bûne, xweşmêr bûne? Lê aha ne paytext e, ne dewlet e, ne welat e! Xelkê ji xwe re dewlet çêdikir, «mêrxasên» me jî kêr û qamê di zikê hev ra dikirin, ûrt û ocaxê hev ditemirandin, paşê jî helan didane hev, hespên hev.

Lo xweşmêro, lo mîrpenco,

Lo mêrxaso…

De were wê «mêrxasiyê» di serê wan de reşheş meke! Beg û dewlemendên xelkê cahilên xwe dişandine merkezên dinyayê yên ilmî yên mezin, yên me cahil berî hev didan, qebîl û êl radikirine hev, zariyan hînî «mêrxasiya» qelpemalxirab dikirin. Mêrxas xwediyê wan qilêriyan nîn bûn. Mêrxas aha Kinyaz e û yên mîna wî… Ezê paşê, li malê fikra edebiyatzanê ermeniyan yê navdar, doktorê fîlolojiyê profesor Hektor Riştûnî ya derheqa Kinyaz de carake din jî bixwînim: «Kinyazê Îbrahîm Mîrzoêv, kandîdatê ilmê fîlolojiyê, doçent, edebiyatzan-rexnegir, serekê kafêdra zman û edebiyata adirbêcanî (azerbeycanî) ya Enstîtuya Yêrêvanê ya pedagojiyê ku li ser navê Xaçatûr Abovyan a dewletê ye, endamê şêwra wê Enstîtuyê ya ilmî, cîgirê dekanê fakulteya fîlolojiyê, endamê şêwra tiyatroya Yêrêvanê ya adirbêcanî ya dewletê ku li ser navê Cebar Cebarlî ya dramatîka bedewîtiyê, endamê koma Komîta Merkezî ya PK Ermenîstanê ya ajîtasyon û propaganda lektoriyê, endamê Yekîtiya Nivîskarên Yekîtîya Sovyetê. Lê di nav ew çend mijûliyên mexlûqetiyê de, Kinyazê Îbrahîm serê xwe winda nake. Ew xebata ilmî berbiçav dike. Nêzîkî bîst sala ye ku bi problemên tarîx û teoriya peywendiyên edebiyatê ve mijûl dibe. Kitêba wî ya pêşîn bi sernivîsa «Ji terîqa heleqetiyêd kurda-adirbêcanaye lîtêratûrîyê» di 1978de derketiye ku ev teza wî ya kandîdatiyê ye. Di van dawiyan de kitêba wî ya diduyan bi sernivîsa «Lîtêratûraêd miletîyê û pevgirêdanêd lîtêratûrîyê (pêvgirêdanêd lîtêratûra kurda tevî lîtêratûra cimetêd Pişkavkazê)» derketiye. Kinyaz kovarên ilmî de, rojnameyan de, berhevokên matematîkê de 30 meqale weşandiye. Ew îro êdî pêşekzanê peywendiyên edebiyatê î baş hatiye naskirinê. Ji bo Kinyazê alim a sereke, diyarkirina serecema îsbatî ya estetîk-tarîx e. Ew bi şarezayî metoda tîpolojî-hemberî hevkirinê dide bikaranîn û bi wê yekê digihîje berhevkirina heta awa û qanûnên edebiyata hundir. Şivanekî pez berî nava girê Divînê daye, li ser kevirekî rûniştiye û ji dûr ve dîdara (poz) fîlozofên Yewnana Qedîm tîne bîra merivan.

– Lawikno, we xêr e? Ew nêzîkî me dibe.

– Şikir xêr e, apo! Kinyaz dibêje û paşê dibişire, em li hizna bavê Selah-eddîn digerin.

-Çi…? çi…?

Telpek ewrê reş û tarî li berfa serê Agirî diale û em difikirin ku dê zûtir baran bê. Şivan rê li ber me digire û dixwaze ku em dagerine gundê nêzîk û bibine mêvanên wî. Diyar dibe ku kurê wî xwendekarê Kinyaz e. Ew ji erdê heta esman ji Kinyaz razî ye, di dilê wî de Kinyaz padîşah e, di nav gelê me de serê pêsekiniya ne, pêşewitiyê kultura kurda yê Sovyêtiyê ye û aha ew sond dixwe ku êdî me bernade heta ezet û îkrameke hêja neke. Lê ew dereceke herî bingehî de bi derengî ketiye. 2000 salî, 1500 salî, 1000 salî, 800 salî bi derengî ketiye. Divê ew xwe bavêta ser destûpiyê pêşiyê pêşiyan ku ew xizmetê ji gelê xwe re bikirina, neçûna ji xelkê re nav û tarîx qezenc nakirana. Divê ew li van devera biçûna hêşiya Selah-ed-dîn û bavê wî, nogin û golik li erdê xista ku ew li ser xwîna xwe bikeliyana, vegeriyana. Lê îro rastî ew e ku roj êdî dadigere û herke em bixwazin jî nikarin herin mêvaniya şivên. Çunkî saetekê-du şun de li Yêrêvanê, li mala nivîskarên Ermenîstanê dê civîna nivîskarên kurda pêk bê ku Kinyazê îbrahîm divê derheqa rewş û tandansên pêşveçûna edebiyata kurdî ya Sovyêtî de teblîxekê bixwîne. Hê di sedsaleya 11. de, Kela Sêvêliyê li Sûriyê bi navê Kela Kurda dihat naskirinê. Lê wê çi da me? Belê, Kela hiş û jêhatîbûna mêra ne ku divê kul û derdên me kêm ke, geşî û şahî li nav melûliya xwîna me ya neteweyî xe. Aha li hindava Kinyazê Îbrahîm wisa difikirin, dinivîsin sedrê tifaqa nivîskarên Adirbêcanê, akademîk, mêrxasê xebata sosyalîstiyê, nivîskarê navdar Mîrze Îbrahîmov û sedrê tifaqa nivîskarêd Ermenîstanê, «’laûrêatê prêmî» (paya dereca pêşîn) a KSS Ermenîstanê ya dewletê, nivîskarê naskirî Vardgês Pêtrosyan, akademîkê kurda yê Sovyetê yê pêşîn kîmyagerî naskirî Nadirê Kerem Nadirov, profesorê kurd, folklorzan Heciyê Cindî, endam-korrespondentê Akademiya Tifaqa Sovyêtê yê ilmê pedagojiyê, dinyazanê naskirî, rektorê Enstîtuya Yêrêvanê ya pedagojî ya dewletê ku li ser navê X. Abovyane, Lêmvêl Valêsyan, akademîkê Akademiya Iraqê yê ilman, zimanzan, serwerê kabînêta Enstîtuya Lenîngradê a Rojhelatzanî beşê kurdzaniyê ya akademiya YKSS ya ilman Qanatê Kurdo û gelekên mayîn. Lê me badilhewa navê ewladên gelên cihê cihê bi bîr neanîn. Kinyazê Îbrahîm ji bilî zimanê dê wisa jî zimanên azerî, ermenî, ûrisî, tirkî û farisî baş dizane, serederî li erebî û çend zimanên gelên Asya Navîn jî dike.

– Camêr, hun çima ha dikin? hun çima bê nan û av bi rê dikevin? Şivan dîsa li ber me zarî dike, lê em careke dinê jî bala xwe didine wan kelefan ku ji wî bajarî kavil mane û ku ji wê deverê rojekê Selah-ed-dîn Eyûbî derket çû… Paşê em xatirê xwe ji şivên dixwazin û berê xwe didine Yêrêvanê. Ji dûr ve êdî roniyên bajêr dibirisîn, dikeniyan… Barana havînê çipeçip davêt…

Kovara HÊVÎ, HEJMAR 4/ÎLON 1985