Serok Mesud Mistefa Barzanî ra,

Ez ji navê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdên Sovyeta Berê We bona Referendûma 25ê îlonê pîroz dikim.

Ew wek rojeke pîroz bi herfên zêrîn kete nava dîroka kurd û Kurdistanê da û bawerîya me ya ji bo rojên azad, ji bo Kurdistaneke serbixwe geş kir. Ew roj herwiha bû destpêka yekîtî û hevgirtina di navbera tevaya gelê kurd da.

25ê îlonê bi rêberîya We hema bêje temamîya gelê kurd (weke 93,8%) bi yekdengî piştgirîya avabûna Kurdistaneke serbixwe kir. Ji wê rojê şûnda tevaya gelê kurd, ku bi hezaran salan di hisreta rojeke ha pîroz da bû, wê rojê bi dilekî şa bawerî bi xwe û bi gelê xwe anî, texmîn kir ku di nava gel da yekîtîyeke xurt heye.

Cara yekem di nava dîrokê da bi piştgirî û rêberîya We li Kurdistanê ev Referendûma bêhempa hate derbazkirinê.

Em – kurdên Sovyeta Berê bi sala-zemana hîvîya vê roja pîroz bûn. Rast e, Referendûm di rûyê hinek hêzên tarî û xayînan da tam bi ser neket, lê ew roj ji alîyê tevaya gelê kurd da wek Roja yekîtî û hevgirtina gel tê pîrozkirin.

Kek Mesud, temamîya kurd û Kurdistanê keda We ya gelek salan — ji xortanîyê destpêkirî heta rojên îroyîn – ya di têkoşîna bo rizgarî û azadîya gelê xwe û welatê xwe da ber xwe daye û bi ser ketîye, qîmet dike û bi We serbilind dibe.

Birêz Mesud Barzanî, navê We herwiha wek Pêşmergehê qehreman jî ketîye nava dîrokê, We herdem jîyana xwe bi jîyana gelê xwe û welatê xwe va girêdaye.

Îro cihan navê we datîne li rex navên kesên di dîroka cihanê da binavûdeng, wek George Washington, Nelson Mandela, Lee Kuan Yew yê Singapore, Peter 1ê Rûsîyayê û gelekên mayîn.

Em careke din jî ji navê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdên Sovyeta Berê We bona Referendûma 25ê îlonê bimbarek û pîroz dikin.

Em bawer in ku di nava demeke kurt da armanca vê Referendûmê wê bê sêrî û wê bi rêberîya We dengê Kurdistaneke serbixwe bikeve guh û dilê me.

Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdên Sovyeta Berê,
Serokê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang” Akademîsyan, prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev

25ê îlonê, sal 2020