Malbat, netew, civak mîna darekê ne.

Ez di gelek nivîs, gotar û kolumnên xwe de li ser darê û li xusûsîyet, taybmendî û gewşîna darê û xwezayê dîtin û ramanên xwe tînim ziman. 

Ji ber, kû bi dîtina min dar, erd, av, hewa, agir di xwezayê de, mîna fenomen û bûyînan bi hevûdinve girêdayîne û têkilî û alaqata wan jî pirr bi hevûdinre gelek nêzînk heye.

Gava mirov li ser darê dihizire û dihonije hinek rastîyên fenomenal û signifiqant xwe pirr vekirî derdixine pêş. 

Dar di zagon û yasayên fîzîkî de jî, jiber, kû kok û rikna wê, di kûranîya erdê de xwe himez dike, ew erd û zemînê zexm dibe. Erdşimotekî, ango erozyona axê bi vî awayî tê asteng û berbendkirin. 

Ji xeyrî zagon û yasayê fîzîkî, di hemû ayînî, ramangerî û filozofîyên olî de jî dar rol û wateyeke gelek girîng digire.

Di nava civaka me de jî dar li bihiştê jî heye û dar li nav gelek strukturê çanda de jî mîna ‘dara jîyanê’, an jî ‘dara mirada’ tê binavkirin. 

Dar di nava gelek çand û kevneşoşopîyan de hewqasî pîroze, kû ev derûdorên olî, li welatême jî di nava mezargeh, ceban û tirbgehan de jî gelek car daran datînin, ji bo kû ew mirîyên di wan gorran de jî jê sûd û feydê bigrin û bi sitrin, sitarê bibînin.

Di dem û çaxên em têde rojane dijîn jî, li ser qimet, nirxmendî, taybetî û pêdivîbûna dar û ber, gengeşî û heyteholîyeke pirr mezin li seranserê cîhanê tê meşandin.

Ji ber, kû dar hewqas ji bo mirovahî û pêkhatê yên civakan û xwezayê, li ser rûyê erdê girînge, ev nîkaş û gengeşî çedibin helbet.

Li Ewropaya rojava, li gelek welatan, kû ev nêzîkî 50 salî ez lê dijîm, li ser babet û mijara darê xebereke pêşîyên ewopîyan wiha dibêje: “Malbat, netew, civak mîna darekê ne. Dibe Şaxê darê bi hindav û cîhên cûda ve diherrin, lê belê qurm û koka wê hemû şaxên wê himêz dike”.

Înca girêdayî vê dîtin û xeberdana li jorê min kir, ez dixwazim li ser bîografî û xebatên rojnamevan, derhêner, dengxwendinêr, nivîskar, helbestvan û rewşenbîrê kurd, li ser Salih Kevirbirî çend gotinan bibêjim, binivsînim.

Ew kar û xebatên vî camêrî bi salane li ser beşeke mirovên welatê me, yên weke şaxên ji darê dûrketî, lê jê neqetîyayî, li Sovyeta berê belawela dijîn dike, binirxdarî bê ziman, bê interpretekirin.

Ez vî camêrî ev nêzîkî 20-25 sal bi awayekî gelek têkildar û pêvendîdar dişopînim. Di nava van salên, kû min anî ziman de, wisa berhemên nirxdar û biqîmet çêkirine û di hilbirîn û afirandinên wan de ked û emeka wî çêbûyî ye, kû ev ked bêhempaye!

Nexasim berhemên birayê minî şêrîn, seyîdê badayî Salih Kevirbirî, kû ji kûranîya dilê herêma xerza derketîye, li ser civaka Kurdên Sovyeta berê çêkirine, ne tenê bêhempane, ji bona nifş û generasyonên siberoja welatê me jî bi bihayekî zêrrînin.

Min di van rojên dawî de parvekirinên birayê xwe yî Salih Kevirbirî bi vî awayî, bi baldar temaşe kirin. 

Înca têkilî û pêvendîya darê û bîografîya birayê minî Salih, kû karekî berhemafirandina ev bi dehsalan li ser Kurden Sovyeta berê dinivisîne çîye?

Rojnamevan, derhêner, dengxwendiner, nivîskar, helbestvan û rewşenbîr Salih Kevirbirî wan şaxên dara welatê min, ji Mahabat, senendej, Pîranşêr, Hewlêr, Silêymanî, Dihok, Şengal, Qamîşloka rengîn, Afrîn, Riha, Agirî, Amed û Dersim, digre û dibe digihîne şaxên dara welat li Tiblîs, Yerevan, Almata, bişkek û Talasê..

Hêvîdarim, kû rewşenbîr û berhemafirînerên mîna Salih Kevirbirî, yên li ser çarenûs û bextê vê civaka mexdûrbûyî, perîşanbûyî û fermalûbûyî dinivisînin û di nava gelek zorî û zahmetîyan de xebat dikin, zêdetir bibin.

Ti her serkevtî û bextewar bijî Salihê bira. Dest û pêçîyên te terr bin hevalo!

Bi hêvîya, kû gelek berhemên nû bên afirandin û çêkirin…

Almanya, 26.09.2020, Cemal Bulut

Li ser xebatên rojnamevan û rewşenbîr Salih Kevirbirî
Kinyaze Ibrahim u Salih Kevirbirî
Bajare Almati, 2019