Malbeta bavê Xelîlê Evdile tevî bi hezara malbetên kurdan sala 1937 a nefiyayî Rêspûblîka Sovêtê ya Qirqizstanê dikin. Xelîl sala 1940 î li gundê Kizilka herema Oșkoyê, rêspûblîka Qirqizstanê ji dayîk bûye.
Sala 1944 a malbeta wan vedigerin Yêrêvanê. Çend sal șûnda bavê wî diçe rehma Xwede. Zarotiyê da mêla wî li ser sazbendî û mêzîka kurdî bûye. 14 saliyê da wek sazbendekî kamil sazbendiya dewata dike. Pașê dikeve nav koma kilam-reqasê û wek sazbendekî herî serketî di nava koma dengbêja Kurde bi nav û deng Sûsîka Simo da tê naskirin. Asambil temamîya gund û warê Ermenistanê digere, ciyê kurda yê rêspûblîkayên Gurcistanê û Azeyrbêcanê konsêrta dide, ji alîyê temașevana va tê hizkirin. Xelîl wek zurneçîkî herî eyan nava civaka kurdî da tê naskirin. Min pir sewta zurna Xelîlê Evdile hiz dikir. Teyê bigota ew sewt ji dilê mirov dihat û guhê guhdara da dihelya.
Dema Radyoya kurdî ya Yêrêvanê dest bi karê xwe kir, Xelîlê Evdileyî gênc yek ji sazbendê sereke bû. Dema rayîoyê da sitiranên Karapêtê Xaço Fatma Îsa, Bêmalê Keko, Hesenê Gogo, Medjîtê Xalit, Medjîtê Fariz, Hesenê Hepo, Şibiliyê Çaçan, Mecîtê Silêman, Sîsa Mecît, Mehmedê Mûsa û gelekê din nivîsîne ji sazbendan yekî herî sereke Xelîlê Evdile bûye. Mêlodiyê Feyza kurdî, Kofî,, Marșa reqasê, Pakîzer, Xilpanî, Lê lê Asê,lê asê, Mirazê dila, Siyabend û Xecê û hinekên din ewî bi xwe efrandiye…
Dewya salê heyștêyî, malê va ew destguhestî Azeyrbêcanê bajarê Bekûyê dibe.
Sala 1991 ê, 2ê meha Sibatê li bajarê Bekûyê diçe ber rehma Xwedê.
Niha malbeta wan li bajarê Krasnadarê, komara Rûsiyayê da dijîn. Lawê wî Siyabend rêya bavê berdewm dike, sazbendekî hizkirî ye.
(ji berevoka Eskerê Boyîk «Chanda Kurdên Sovêtê» Weshena Pêywend, Îstenbul.2019, pel 102.)
Оставайтесь на связи