Wezîrê Eşo bi gelek karan va xizmetî gelê xwe kirîye. Ewî çend pirtûkên çîrok û kurteromana nivîsîye: “Mizgînî”, “Dengbêj kal bûbû”, “Pamp-Sîpan”, bi hezaran rûpel ji zmanên rûsî û ermenî wergerandîye, pirtûkeke wergera jî çap kirîye, ya bingehvanê edebîyeta ermenîya Xaçatûr Abovyan “Kurd-êzdî”, gelek salan di rêdaksyona radyoya kurdî li Yêrêvanê karê wergerîyê kirîye, gelek salan bûye rêdaktorê polîtîkî li weşanên Ermenîstanê da. Karê ku ne kirîye, ew jî ew bûye, ku tu cara helbest nenîvîsîye. Ev jî ne kêmasî ye, lê belkî serdestî ye. Li welatê me, gava gelek kesan helbest dinivîsandin, ji ber ku dewletê bona helbestan perekî baş dida, wî ew kar ji xwe ra ne kir pêşe.


Wezîrê Eşo ji bo karê bona miletê xwe ji xwe lezetê dibîne, mîna zarekî şa dibe. Gava dijmin davîte ser Kurdistanê, xewa wî ne dihat, ji hemûyan ra têlê dixist, digot: “Ka em berev bin, çika em çi dikarin bikin”. Ew yek ji wan kurdan e, ku ji jîyana kurdewarîyê bi dûr neketîye û pê ra jî bi jîyana ronakbîrîyê dijî.


Wezîrê Eşo niha 70 salî ye, li Bêlçîkayê dimîne û li wir jî diefirîne. Bîranînên xwe dinivîse, bi aktîvî alîkarîya çand û edebîyeta me dike, tevî civînên ji alîyê dayîrên kurda da amadekirî dibe û heta niha gelek sêmînarên kêrhatî dane. Wextê li Yêrêvanê bû jî, di wan deman da, ku hinek ronakbîrên kurd yên bizdîyayî pir cara ditirsîyan, ku pêwendîyan bi kurdên dervayî welêt ra daynin, ewî alîkarîya Komela xwendkarên kurd li Ermenîstanê dikir, tevî civînên wê dibû û helan dida xort û keçên kurd, ku ne tenê ji bo welatê xwe – Ermenîstanê û Yekîtîya Sovyet kar bikin, lê herwiha keda xwe bikine nava karê ji bo rizgarbûn û serxwebûna Kurdistanê.

Ew endamê Komela Nivîskarên Ermenîstanê û Yekîtîya Sovyet bû, ew yê pêşin bû, ku bona karkirina berhemdar di karê pêşketina edebîyeta kurdî da hêjayî xelata ser navê Erebê Şemo bû.
Ez niha vê nivîsê dinivîsim û bawer im, ku ew jî niha nivîsekê dinivîse bona çilkeke keda xwe bike di nav wî heykelî, ku navê wî “Gulvedana edebîyet û çanda kurdî” ye.