ENVERÊ KEREM NADÎROV

Dibên, her tişt rinde di wedê xweda. Lê gellek cara merî nikare di wededa xwestina xwe emirda mîyaserke.

Enverê Kerem hê salên 30-î dest bi nivîsara helbesta kirîye. Hinek helbestê wî wan sala “Rîya teze”da hatine weşandinê. Paşê rîya nefîkirinê, neheqî, buxdantî, girtingeh dibine para wî û ew nikare helbestê û bîranînên xwe biweşîne.

Naha gava ew mecal heye, naha gava me qelem hildaye rêdaktorîyê kitêba wî dikin, me nexwest nivîsar-efirandina salên 30-î bînin derxine dawîya sedsalîya XX-a. Kitêb bi zar-‘ziman, bi bîn-buxsa wan salanva hatîye nivîsarê. Me gellek cîya wêra gav da, her tişt usa da xayîkirinê, çawa heye.

Mirov hene hatinê dunê, paşê tijî jîyanê bûnê, dibine mezinê mal- betekê, êlekê. eşîrekê, yanê jî dibe serokê gel û ala gelê xwe dixemilîne. Enverê Kerem Nadirî ji wan kesane. yê ku ji avbeza dewrêra derbaz dibe û dijwarîya jîyanê pêpes dike. dibe piştovanê beşekî gelê xwe, bîn- buxsa bi sedan mirovan bi wî dertê. Ew sala 1922-a li gundê Tonyê, qeza Wanê (Kurdistana Tirkîyê) tê dunîya ronahî. Gava Enver hê tê derdixist reş çiye, sipî çiye, alîyê çepê, alîyê rastê kîjane. sala 1926-a bavê wî — Keremê Hecî Nadirî boy nav-dengê axatîyê û pirsên netewîyê digirin û dişînine girtingeha Izmîrê.

Hema wê salê bi hezar malbetên kurdanra tevayî mala wan jî ji Tirkîyayê direvine w’elatê Sovêtê-Nexçivanê.

Keremê Hecî sala 1929-a ji girtingehê aza û dibe ew tê digihîje malbet û ela xwe. Lê li vira jî nahêlin ew rehet bisekine. Dîsa cîyê sekinî wî digirin. Ew sala 1930-î hetanî sala 1933-a girtingehêda dimîne. Rev-bez, neheqî, buxdantî, salên girtingehê ji wede zûtir sala 1936-a emiiê mêrê nav û deng -Keremê Hecî duqusîne, ewdiçe ser heqîya xwe. Mala rengîn. Malbeta giran dikeve halekî nemir-nejîyînê. 12 nefer sêwî û stûxar dimînin. bi serkarîya Stalîn, bobelateke nûh tînine serê kurdên bê cî-war; ewana têne nefîkirine. Malbeta wana bi hinek malên kurdaye mayînra tînin derdixine Qazaxstanê û li Sari-Sûyê bingeh digirin.

Alava xwendinê Enver timê nerehet dike. Lema jî çend meha pey nefîkirinêra, dizîkava tê dertê Yêrêvanê, ku xwendina xwe bidomîne. Ey, way dunyayê!

Têxnîkûma kurdî hatibû dadanê. Enver tirê hemû derge ber wî hatine dadanê! Lê mirovên ku bi meremê qenc, yên ku ne tenê derheqa xweda mitale dike, xwedê qest dergekî ser wîda digire, wî diceribîne, paşê tê liawarîya wî û berê wî dide ronkayîke mayîn.

Enverê Kerem vedigere Qazaxstanê, dijwarîya wan salanra şerkarîyê dike, diçerçire, ser xwe dixebite, dixwîne û dergê dersdarîyê berwî vedibe, dibe dersdarê matêmatîkayê. Ev dersdarî sal bi sal wîra destanîna tîne. Nexşe, aqara cîyê dersdarîya wî êpêcekî fire, mezin, çawa dibên, çargoşeye. Heylo, ji çîyayê Qeretaûyê dest pêdibe tê digihîje hetanî (‘iyênqûmê, Bûdyonîn, Aqşuqîr, Qaraşat, Qasqebûlak, Yç-Aral, Qaratawîyê û Aqkûl, Ernazar, Bostandik, Uyuk û gund-avanên mayîn. Salên ku îdî Yektîya Sovêtêda av dipalîya, zelal dibû hewalê kurdên nelîkirî jî qenc dibû, gellek bendbûn ser wan dihate hildanê. Enverê Kerem van gişkara gav dida, dersdarê do, îro dibe dîrêktor-serokê mekteba navîn.

Nava gellek şagirtên ber destê wî ulimdar, karkarên mexlûqetîyê, mimvên bi nav ûdengûcwanadersdarû torevanêxwebîrnakin. Akadêmîkê Nkadêmiya Qa/axstunêyî ûlma, akadêmîkê gelê kurdayî yekem Nadîrê Kerem Nadirov birê wîye. Serpêhatîya Enverê Kerem bi belgê sipîva kim- kimîne.Yek ji ewe. wekî beqî kirina wî, beqî pîşdadanîna wî, sala 1967-a wan dest pêkir dersê zimanê kurdî da.

Ew qewimandineke pirr – pirr mezin bû ewê yekê pêla kurdhezîyê di nava kurdên Qazaxîstanê anî. Gotî ew jî bê gotinê, ku kirina wî nehate bîrkirinê, ew bi çend mêdal û ordênava hatîye rewakirinê, navê “Dersdarê kardar” dane wî. Lê xelata here biiind bona ewe, wekî hemû kurdên Qazaxstanê wîra dibên: mamoste! Xênî ji zehmethizîyê keremeteke mayîn jî bal Enverê Kerem haye. Ew jî ewe, gawa ewî têxnîkûma kurdanda dixwend, helbest dinivîsî. Wan sala helbestê wî rojnama “Rya teze”-da dihate weşandinê. Naha, gava Enverê Kerem torbenda salên reş-sipî parava hiştîye, bi qelema xwe derheqa wan salada silsileta dahatîra dinvîse, dinitirîne, diêfirîne. Ew çi ku îro bona wî bîranine sibê bibine belgekî dîroka kurdê nefîkirî. Ew dibê: “Bîranîn jî dîroke”.

Çi ku Enverê Kerem berê qelema xwera derbazkirîye hewaskare, dilşewatîke. Warên em belgê kitêba wî yeko- yek bixwînin, bibine şirîkê dilşewatîya wî, wan salên bobelat bîr bînin û xwe-xwera bêjin: “Hetanî em bi xwe nebine xwedanê welatê xwe, emê timê girtingehadabin, bêne nefîkirinê, bêne zêrandinê”.

Enverê Kerem Nadîrov di sala 2002 – an çû ser dilovanîya xwe.

Ahmedê Hepo b. Bakû