Sersaxiya Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê, ji bo mirina Dr. Necmedîn Kerîm

Em bi dilekî xemgîn pê hesiyan ku siyasetmedar, dîplomat û welatperwerê gelê kurd, Necmedîn Kerîm li Washingtona paytextê Amerîkayê rehma Xwedê kiriye û xatirê xwe yê dawî ji me xwestiye.

Bi rastî ev mirina bêwext dilê me hemûyan xemgîn kir. Em kurdên Sovyeta Berê baş dizanin ku rehmetiyê Necmedîn Kerîm çiqas dilsozê milet û welatê xwe bûye. Birêz Kerîm gava ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind kir, ne ku tenê bi navê Walîtiya Kerkûkê ew al bilind kir, wî her wisa dilê me hemû kurdan jî, tevî serê me bilind kir.

Ew ne tenê Waliyê Kerkûkê bû. Di wextê xwe de doktorê Rêberê Gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî bû. Ew ne tenê doktorê wî bû, wekî kurekî Barzaniyê nemir jî bû. Ew wekî mêrxasan herdem li kêleka wî bû.

Necmedîn Kerîmê ku salên dirêj Serokatiya Înstîtuya Kurdî ya li Washingtonê bû, herwiha ew yek ji damezirînerê Beşê Kurdî yê Dengê Amerîkayê bû.

Dr. Necmedîn Kerîm, dildarê Kerkûkê û seranserê welêt, bi çûyîna xwe ya bêwext û bêbext kulekê di dilê me de vekir. Em gelekî xemgîn in. Li ser navê Federasyonên Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê û Yekitiya Kurdên Qazaxistanê sersaxiyê li gelê kurd û malbata wî dikim, bila hezar rehme li gora wî be. Birêz Necmedîn Kerîm wê herdem di dilê me de bijî.

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev

Prof. Akademîsyen
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê û Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê «Berbang»

Sersaxî