ULMDAR Û MERÎ

Sala 1966-a bû, gava Knyazê Îbrahîm Mîrzoêv mekteba Yêrêvanêye azêrîye orteye N 9 ser navê Axûndov bi qîmetê zef başva kuta kir, gazêta meda derheqa wîda înformasîyake fire bi şiklê wîva bi sernivîsara “Paşwextya wî geşe” neşir bû. Em gelekî şane, wekî ew pêşdadîtina gazêtê îro mîyaser bûye.


Evan derecêd emrê wî rya berbi paşwextya geş bûn: p’ara ziman û lîtêratûra azêrî ya fakûltêta înstîtûta ermenyaye pêdagogîyêye ser navê X. Abovyane fîlologîyê bi dîploma sorva kuta kir. Paşî kutakirinê bû aspîrant, lêktorê înstîtûtê, hela berî xweykirina dîsêrtasîyayê bû lêktorê sere. Sala 1978-a bi têma “P’evgirêdanêd azerya û kurdaye lîtêratûrîyê” dîsêrtasîya xweykir û navê kandîdatê ulmêd fîlologîyê stend. Sê sala şûnda bû dosênt. Lê ji sala 1974-da dewsgirtîyê dêkanê fakûltêta înstîtûta ermenyaye pêdagogîyêye ser navê X. Abovyane fîlologîyêye. Sala 1981-da serwêrê kafêrda ziman û lîtêratûra azêryaye. Ewî guhdarîke mezin dida ser xebata ulmî.

Konfêransêd hemt’faqîyê û rêspûblîkayêda (Lênîngrad, Yêrêvan, Tbîlîsî, Bek’û û yêd mayîn) bi dokladêd ulmîva pêşda dihat derheqa problêmêd p’evgirêdanêd lîtêratûrayêd miletîyêda.
Nava wî we’deyîda ewî gelek xebatêd ulmî dane neşirkirinê: “Ji terîqa p’evgirêdanêd lîtêratûrayêd azêrya-kurda” (Yêrêvan, sala 1978-a), “Lîtêratûrayêd miletîyê û p’evgirêdanêd lîtêratûrîyê” (Yêrêvan, sala 1985-a), “Horîzonêd lîtêratûrîyê” (Yêrêvan, sala 1986-a), “P’ira dostîyê” (Bek’û, sala 1988-a), kîjan rûpêlêd prêsayêda bilind hatine qîmetkirinê. Bi deha mqalêd wîye ulmî û derheqa pirsêd lîtêratûrayêye başqe-başqeda çawa kovar û gazêtêd rêspûblîka meda, usa jî yêd rêspûblîkayêd t’faqîyêye mayînda neşir bûne.

ЙÛ aha sala 1988-a Knyazê Îbrahîm bi têma “Problêmêd p’evgirêdanêd lîtêratûra kurdaye ort’a mileta” (rêgîona Pişkavkazê) dîsêrtasîya doktorîyê xweykir. Bona wê yekê, wekî problêmêd p’evgirêdana lîtêratûra kurda sê lîtêratûrayêd rêgîonêra girêdayîne, çar oponêntêd dîsêtrasîyayêye resmî hatine kivşkirinê – uzv-mqaledarê akadêmîya R’SS Adrbêcanêye ulma, doktorê ulmêd fîlologîyê, profêsor B. A. Nabîyêv, şuxulvanê R’SS Gurcistanêyî ulmayî emekdar, doktorê ulmêd fîlologîyê, profêsor Î. V. Mêgrêlîdzê, şuxulvanê R’SS Ermenîstanêyî ulmayî emekdar, doktorê ulmêd fîlologîyê, profêsor Hecîyê Cndî û doktorê ulmêd fîlologîyê, profêsor S. K. Daronyan. Xênji vana, ulmdarêd eyane usa xebata Knyazê Îbrahîme dîsêrtasîon bilind qîmet kirin, çawa doktorê ulmêd fîlologîyê, profêsor, şuxulvanê mekteba R’SS Ermenîstanêye xwendina bilindî emekdar V. A. K’osyan, doktorê ulmêd fîlologîyê, profêsor S. Arzûmanyan, doktora ulmêd fîlologîyê Î. A. Smîrnova, doktorê ulmêd terîqê M. S. Lazarêv, doktorê ulmêd terîqê, professor A. M. Mêntêşaşvîlî û gelek-gelekêd mayînin.

Xebata Knyazê Îbrahîme dîsêrtasîon pêşkêşî problêmeke lîtêratûra sovêtîyêye p’ir’milete aktûal û ferz kirye – lêgerîna lîtêratûra kurdaye hêna sovêtîyê û p’evgirêdanêd wê tevî lîtêratûrayêd ermenya, azêrya û gurca, cimetêd T’R’SS bratîyêye mayîn û rola wan di şuxulê pêşdabirina lîtêratûra kurdaye sovêtîyêda.
Nava wê xebatêda dîdema p’evgirêdanêd lîtêratûrayêd bratîyê tevî lîtêratûra kurdaye sovêtîyê, prosêsa pêşdahatina wê di qewlêd Pişkavkazêda hatye kivşê. Problêmêd lîtêratûra kurdaye sovêtîyê di dereca p’evgirêdanêd tevî lîtêratûra rêgîonê, ku kêm hatine lênihêrandinê, hatine tomerîkirinê. Ew p’evgirêdan, ku derheqa we’dekî êpêceyî dirêjdanin (ji salêd 30-da hetanî nha) bi cûrê xronologîyê û êtap-êtap têne lênihêrandinê. Tê kivşê, wekî xût saya “p’evgirêdanêd Pişkavkazêne”, ku lîtêratûra kurda kete nava prosêsa lîtêratûrîyêye hemt’faqîyê, bû ç’iqlekî lîtêratûra sovêtîyêye p’ir’milete xweşivêtî.

Cara ewlin serkanîyêd p’evgirêdanêd lîtêratûra kurda tevî lîtêratûrayêd cimetêd T’R’SS mayîn têne lênihêrandinê, rêêd pêşdahatin û pêşdaçûyîna wan p’evgirêdana têne kivşkirinê. Nava xebata Knyazê Îbrahîmda pirsêd bi zimanê mayîn tercmekirina efrandinêd lîtêratûra kurda, usa jî tercmekirina efrandinêd lîtêratûrayêd mayîn bi zimanê kurdî têne lênihêrandinê.
Dîsêrtasîyayêda xudan guhdarîke mezin danye ser têmatîka şayîr û nivîskarêd ermenya, azêrya û gurcaye kurdî çawa dîharbûneke p’evgirêdanêd lîtêratûrîyêye orta mileta. Heleqetîyêd kurda-ûrisa, kurda-ermenya, kurda-azêrya, kurda-gurcaye lîtêratûrîyêye we’dê nha rind hatine şirovekirinê.

Knyazê Îbrahîm nava vê xebata xweda bi çapeke mezin qnyat cara ewlin dane xebatê. Çawa nava fikra oponêntêd resmî, usa jî fikra ulmdarêd mayînda hatye kivşkirinê, k’emala vê xebatêye ulm-têorêtîkîyê û praktîke mezin heye bona virhada bêcerkirina pirsêd têorîya û terîqa p’evgirêdana lîtêratûrayêd bratîyê ser hîmê tomerîbûna lîtêratûra sovêtîyêye p’ir’milete îdêatîyê û serecemê. A bona van qîmetêd bilind bû, wekî komîsîya atêstasîone bilind van axirya dîsêrtasîya Knyazê Îbrahîm bi yekdengî testîq kir û navê doktorê ulmêd fîlologîyê dayê. Ew dîsêrtasîya pêşine, ki bal me alîyê lîtêratûra kurdada hatye xweykirinê. Bira ew nava wî bimbarekbe û şuxulvanya wîye virhada hê emekdarbe.

Çawa merî Knyazê Îbrahîm merîkî bêqusûre, eynsî camêre. Ulmdarekî derheqa wîda wa nivîsye: “Ew eynsî întêrnasîonalîste. Xebata xweye hîmlîra tevayî ew xebateke mezin dike bona terbyetkirina xebatçîyêd Ermenîstanêye întêrnasîonal. Ew wekîlêd miletêd başqe-başqe nêzîkî hev dike… Bi gilîkî, K. Î. Mîrzoêv ne ku tenê nava têorîyayêda îdêayêd întêrnasîonalîzmê xwey dike, lê bi xebata praktîkva p’evgirêdanêd cimetaye dostîyê dide qewînkirinê”. Knyazê Îbrahîm xebata mexlûqetîyêye aktîv dike – uzvê komîtêa înstîtûtêye partîyayêye, uzvê şêwra înstîtûtêye ulmîye, lêktorê Kommerkezya PK Ermenîstanêye neştate, uzvê T’faqa nivîskarêd T’R’SS-ye, uzvê serwêrtya T’faqa nivîskarêd Ermenîstanêye, sedrê sêksîya nivîskarêd azêryane û yêd mayîn. Temamya kolêktîva înstîtûta ermenyaye pêdagogîyê qedrê Knyazê Îbrahîm digre, jê h’iz dike. Ew usa jî nava întêlîgênsîya kurdada merivekî h’izkirî û qedirgirtîye. Ew bi aktîvîke çiqasî mezin tevî emrê binelîyêd rêspûblîkayêye kurd dibe, her pêşdaçûyînek û destanîneke wêra çiqasî şa û firnaq dibe, çiqasî berxwe dikeve, gava kêmasî yanê şaşîke wê derecê dibîne. Ew eynsî pêşewitîyê miletê xwe û kûltûra wîye. Lema jî stendina vî navê ulmîyî bilind ne ku tenê bona wî, qewm-pismam, heval-hogirêd wî, lê usa jî bona temamya întêlîgênsîya rêspûblîkayêye kurda şabûneke mezine.

Belê, rya emrê wî geş destpê bû û gîhande paşwextya geş. Em bawerin, wekî virhada jî açixîyêd ulmîye mezin wê rêberya Knyazê Îbrahîm bikin. Xebath’izî û cedandina wî, sirafet û k’emala wî kefîltya wê yekêne.

“Rya teze”, 28-ê dêkabrê s. 1988