Rewşa gelek xebatkarên qada wêjeya kurdî dişibihe Qudsa Şerîf, hinek li ber Dîwarê Girînê ne û hinek jî li ber Mizgefta Eqsayê ne; lê her du beş jî parsek in û parsên wan naşibihine hev. Yên ku li ber Mizgefta Eqsayê ne, tasekê datînin û dest bi dua-dirozgeyan dikin. Heke van kesan ji ereban pars nekira û biçûna taxên kurdan ên Qudsê, dibe ku kurdên niştecih ên qedîm alîkariya wan bikira; her wiha dibe ku wan kesan jî bi riya hînkirina çand-zimanê kurdan ê qedîm alîkariya kurdên niştecih ên Qudsê bikira. Yên ku li ber Dîwarê Girînê jî hewl didin ku ji cihûyên Tirkiya, Îran û Azerbaycanê çend tiştan hîn bibin ku bi kêrî wan were. Heke van kesan jî berê xwe bidaya cihûyên ku ji Kurdistanê çûyî dê qet xerîbî nekişanda.
Gelo min çima ev sernav danî û bi vê destpêkê gotar vekir? Ji ber ku gelek wêjenasên kurd li navnîşanên şaş tiştine beletewş digerin. Gava mebesteke mirovî hebe, mirov dikare gelek riyan biceribîne ji bo gihiştinê.

Îcar me got “rewşa gelek xebatkarên qada wêjeyê dişibihe Qudsa Şerîf” û Xanî û Tolstoy hatine bîra min. Min xwest ku her du camêran ji aliyê jiyan, berhem û têkoşînê ve berawird bikim; lê hûrgiliyên jiyana Xaniyî bi dest min neketin. Camêrî li pey xwe tenê berhem hiştine: ne zarokek û binemalek, ne dîrokeke kesane, ya civakê-serayê-medreseyê-mizgeftê, ne jî gelek agehiyên din ên ku wê heyamê ronî bikin. Xanî piştî ewqas xebatan dibêje:

“Ger dê hebûya me jî xwedanek
‘Alîkeremek letîfedanek

Min dê elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn

Çi bikim ku qewî kesad e bazar
Nîn e ji qumaşî re xerîdar”

Bi rastî gava ez wekî bazîdiyekî li wateyên van ristan difikirim şaş-mehtel dimînim. Ji ber ku Ehmedê Xanî mamosteyekî bijarte yê Keleha Behlûl Paşayî (Seraya Ishaq Paşayî) bû, di medreseya xwe de dersdar bû, ji bilî heyama xwendinê hertim li Bazîdê jiyabû, mirina wî jî li wê derê bû. Gelo giregirekên Serayê zilm lê dikir û nedihîşt ku bi kurdî binivîse, yan ew nexweşiya bazîdiyan a “çanda gilî-gazinan” bijinîbû wî jî, yan wî bêrûmetiya giregiran dikir ku zêdetir xelatan bidinê, yan tiştekî din hebû ku em nizanin? Madem ku perwerdehiyeke bilind wergirtibû, di medreseyekê de serekê mamosteyan bû û miaşê xwe distand, îcar çima gilî-gazina tunebûna xwedanan, comerdan, nazikan û fehmayan dikir ku tiştên baş binivîse? Gelo kurdên bazîdî ji mêj ve nankorê zimanê xwe, çav li deriyên xelqê û dijminê serweta xwe ya çandî bûn? Heke wisan be, çima Mele Mehmûdê Bazîdî di nava wan karesatan de ewqas berhem afirandin û rizgar kirin ku miaşê wî ji yê Ehmedê Xanî kêmtir bû? Her wiha Xelîfe Ûsiv jî heta mirinê bi zikekî birçî û bi yekî têr ewqas berhemên kurdî di asteke hera dijwar û şevereş a dîroka Bazîdê de li pey xwe hiştin? Ev pirs û gelekên din hertim wekî mişkekî hişê min dikojin û nikarim bersiveke têkûz bidimê.

Îcar li aliyê din li Lev Tolstoyê rûsî dinêrim ku wekî zarokekî zengîn tê dinyayê û serweteke giran a bavê jê re dimîne; lê ew malê xwe li gundiyan belav dike, beşdarî desteng û rebenan dibe û hemû jiyana xwe di riya baweriyên xwe dimezêxe; lê li pey xwe şahkarên wêjeya cîhanê dihêle. Jiyana wî gelekî balkêş e: bavê 13 zarokan, şoreşgerê civakî, gerok, serbaz, nivîskarê 174 berheman û qet ji bo hunera xwe gilî-gazinan nake.

Bi rastî dîbaceya Mem û Zînê ya dirêj hertim ji metna wê ya çîrokî zêdetir bala min kêşaye û ev qesîdeya wî ya tijî gilî-gazin û jana bazara kesad hişê min mijûl kiriye. Lewre heke derbarê biyografiya Ehmedê Xanî de agehî gelek bûna min dê jiyanên her duyan (Xanî û Tolstoy) berawird bikirana.

Umîd Demîrhan