Pîrozbahîya akademîsyan Kinyazê Îbrahîm

Xûşk û birayên ezîz !

Em bi dil û can Eyda Êzîd li we pîroz dikin!

Di nava gelek sedsalan we erf û edetên gelê me yên kevinare, ku nimûneyên qencîyê û dilovanîyê ne, mînanî ronahîya çavê xwe parastîye.

Bûyerên bedbext yên van salên dawî, dema olka we bi gelkujîyê ra rû bi rû bû, dilê tevaya gelê kurd yê pirbawerî êşand.

Em hîvîdar in, ku hûnê di nava demeke kurt da vegerine warê ber dilê xwe ezîz – Şengalê, emê bi hev ra wêya vejînin û ewê bibe warekî Kurdistanê yê şên û gulvedayî.

Li vê roja pîroz em dixwezin ku Xwedayê dilovan di dilê me her kesî da agirê hêvîyê vêxe! Bînfireh bin û bêhêvî nebin!

Bira jîyana we ji vir şûnda hertim şa, eşq, ronahî û bêxem be!

Bira hûn parastvanê Xwedê bin, bira xaliqê mezin piştovanê we be. Bira duayên we ruhê ezîzên ber dilê we germ bike, bira hûn ji qeda û bela dûr bin, bira birînên we bikewin!

Bira li mala we da timê aşîtî, dilrehetî û hevfêmkirin hebe. Bira hûn qezîya û nezîya dûr bin.

Rêvebirê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK), 

Serokê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê Berbang,

Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev

RIATAZA || 18.12.2020