Hevalên birêz, xûşk û birayên ezîz!

Sala 2020î saleke dijwar, bi pirsgirêkan, têkçûnan, alozîyan va dagirtî bû. Saleke bo tevaya cihanê dijwar bû. Pandemîya koronavîrûsê tevaya cihanê hilgirte nav xwe û cûrê jîyana temamîya merivayê serobinî hev kir. Me di FNDK da nikaribû hemû daxwez û armancên xwe pêk bînin. Mixabin, gelek kesan ezîzên ber dilê xwe ji dest dan.

Sala 2020î bona gelê me jî saleke nexêr bû. Em di demeke tevlihev û aloz da dijîn, lê dikarin û gerekê her tişt bikin bona gelê me bi serketî pêşva here, bona her tişt di jîyana me da tenê ber bi başîyê û ronahîyê here.

Daxwez û xeyalên me ji şerê azadîyê û qedera miletê me va girêdayî ye. Ji hereket û keda ji me her kesî va roja me ya îroyîn û paşeroja me, duweroja zarên me girêdayî ye. Emê tenê bi hev ra wan pirsgirêkan çareser bikin, ku îro ber gelê kurd yê pirmîlyonê sekinîye.

Yekîtîya me – bingehê gihîştina her armanceke me ye!

Bira sala buhurî hemû diltengî û xemên me bi xwe ra bibe, lê sala teze – bira bi serketinan, dewlemendîyê, evînê û saxlemîyê va dagirtî be!

Ez di Sala nû da ji we ra  aşîtîyê, xweşbextîyê û bextewarîyê dixwezim! Bira di sala teze da hemû daxwezên we pêk bên, xeyalên we mîyaser bin!

Ez bi hêvî me, ku di sala teze da wê ecêbeke xweş biqewime, ku em hemû xeyal dikin û gelê me wê xwe nêzîkî pêkhatina xewna xwe ya bi sedsalan bike.
Ez bawer im, ku di sala nû da emê bigihîjine serketinên mezintir û jîyana me wê bi eşqê, şabûnê û beşera xweş va têr û tije be.

Hevalbend û dostên birêz!

Ez ji we ra serketinê, tundurustîya baş û kêfxweşîyê, şabûnê û xwebawerîyê di temamaîya sala nû da dixwezim! Bira sala 2020î bibe sala îdêayên geş, veguhastinên ku em li bendê ne, qewimandinên bi dilê me.

Sala nû – sala 2021ê, ez bawer im, wê me hemûyan ra gelek tiştên xweş bîne. Hinek tişt wê ji jîyana me derkevin, heta-hetayê winda bin, hinek tişt wê bi başîyê va biguhêrin, lê hinek tişt jî wê wek xwe bimînin. Werin em di her rewşeke jîyanê da hêvîya xwe daynin ser rojên geş û ji hêza xwe û ji qencîyê bawer bin.
Bira kolêktîva me ya hevgirtî qewîn bibe û karên me yên qenc dubare bin.

Em ji hevdu ra aşîtîyê, xweşbextîyê û gulvedanê bixwezin, lê ji gelê xwe ra azadîyê bixwezin, ku em hemû jî demeke dirêj li bendê ne!
Bextewar bin! Sala Nû pîroz be!

Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev