LI ŞER ÇIYA. ROMANA KURDÎ Û ELÎYÊ EVDİLREHMAN

Naveroka vê romana Elîyê Evdilrehmanê qedirbilind, rûpêleke ji tekoşîna neteweya Kurd ya dijî kirinên dewleta dagirkera Roma Reş e. Naveroka vê romana Elîyê Evdilrehmanê qedirbilind, rûpêleke ji tekoşîna neteweya Kurd ya dijî kirinên dewleta dagirkera Roma Reş e. Bûyer di salên 1920-1930î de qewimî ye. Roman li ser hîmê bîranînên tevbûyî yê şerê Şêx Evdilbarîye Şêxbava û Hêmîdê Elî, her weha jî bi hesabhildana çavkanîyên dîroknasîyê û dukûmentên arşîvê hatîye nivîsandin. Nivîskar nav nexş û nîgarên bedewîtîyê de ruhê serpêhatîya dîrokîyê re girêdayî ma ye. Di romanê de teqleke berbiçav hatîye danînî li ser hêz û bawerîya pismamtîya Kurdan û Ermenîyan ya ku ji mêj ve pêk hatîye. Di nivîsekî ku min di www.kurdistanpost. ru de ev peyvû pirs weke gotîyar li hev rêz bibû ku;

“Roman asîmana ziman e.
Roman hûnera wêjêyê ya ku xwe gihandîya asta heri bilind e.
Roman hişmendîya jîyanê ye! Zimanê ku xwe gihandîbe qada romanê, êdî dijî qedexeyîyê xwedî çek û hêzdar e.
Roman ji bo zimanekî û neteweyeki hîmê heri grane û hîç nayê tewandinî.
Roman jî bo zimanekî dîtîr were wergêrandinî êdî dibe wêjeya cîhanê!

Ziman bi şêweya romanê derket qada bilin û ji zimanên dîtir roman wergerandin Kurdî.
Êdî bi zimanê romanê dikarê xwe ji karekterên jîhanê re bi zimanê xwe kompore bike.
Roman û wêjeya xas ya cîhanê bi zimanê xwe sud bitsine û ji wêjeya cihanê re danûstandî dibe.
Îro û bi van berhemên kurdî yê roman û ber bi çav kî dakare bibêje “romana Kurdî nîn é!?” Edebîyata kurdî nîn e! Ev kesê ku nekare bibêje romana kurdî nîn e, çawa dikare bibêje “zimanê kurdî ne ziman e!?” Ev kesê ku nekare bibêje “ziman û romana kurdî nîn e”, çawa dikare bibêje “neteweya kurd nîn e!?” Ev kesê ku nekare bibêje “ziman û romana kurdî û neteweya kurd nîn e”, çawa dikare bibêje “Kurdistan nîn e!?” Ev kesê ku nekare bibêje; “ziman û romana kurdî, neteweya kurd û Kurdistan nîn e” çava dikare bibêje “mafê rewa yê sîyasî weke self determînasyon nîn e!?”


Heyanî dema salên 1980yî, hêjmarên romana kurdî bi dîyalekta kurmancî belko ji tilîyên bêçîyan derbasî nebibûn. Cara yekemîn Erebê Şemo di sala 1934an de li Ermenîstana dema Sovyetê bi navê “Şivanê Kurd” starta romana Kurdi da. Lê paş vê behremê him bi hêjmarî him jî weke novelên têr û tijî gor pêwîstî û daxwazîya wêjeya neteweya kurd berhem nehatin afirandin. Roman bi pêşketîna zimanî ve girêdayî ye. Ango roman zimanî, ziman jî romanê bi pêş dixîn e. Ji bo wê standardîzebûna zimanê neteweyî, gor berhemên weke novel/roman ve girêdayî ye. Daku di nava berhemên wêjeyî de roman, herî zêdetirin zimanî bi pêşve dixîne.

Ziman, gor berzbûna berhemên weke romanê berz e. Li, Sovyeta berê, bi taybetî jî li Erîvanê, bi saya nivîs û romana kurdî, her çiqasî kêmasîyê xwe hebin jî, ji bo pêşketina zimanê kurdî roleke mezin lîstîye. Lê mixabîn ji sedema ideolojîyek hişk û ji qutkirina têkilîyên derve, paş sala 1946î virvetir nebikaranîna tipên latînî û berhemên ku bi tîpên kirîli dihatin afirandin, mecal nedidan ku xwendevanên kurd yên seranserê cîhanê û bi taybetî Kurdistanê xwe bigîhîne van berheman wêjeyî û bi taybetî novelan! Wer xuyaye ku di vê rojê û paşerojê de tipa alfabeyê ya latînî ji bo kurdan dibe tipek sereke û şirîg. Ev berhemên ku bi kirîlî û erebî hatine nivîsîn daku transkiribê latînî bibin û ji bo standardizekirina ziman, alfabê û hewildana yekgirtina neteweyî, wateyek û xizmeteke giring be.

Kurdê Sovyeta berê, niviskarê pir alîyî û jîr Elîyê Evdilrehman ev romana ku mijara xwe ji serhildana Kurdistanê ya ji salên 1920-1930î standîye û navê wê “Şer Li Çîya” ye, daku bi tîpên kirîli hatîye nivîsînî, bi wê helwêstê ji alîyê Hejarê Şamil ve tiranskîrîpî latinî bû ye. Di heman demê de berhema Ela’adîn Secadî “Rişteyê Mîrwarî” jî ji alîyê Weşanên Pêrî ve ji tipên Erebî transkirîpî latinî dibe weke dîyalekta soranî dê hatîye weşandinî. Dema paş damezrandina Sovyetê, Kurda weke; Erebê Şemo û behremên wî bi nave “Şivanê Kurd”, “Dimdim”, “Berbang”, “Jîyana Bextewar” roman nivîsîne û çap kirin e. Elîyê Evdirehman “Gundê merxasa”, “Şer Çîya da” û gelekî din, Hecîyê Cindî “Hawar”, Sehidê İbo “Kurdê Rewî” berhemên roman yê pêşin in. Paşê jî Wezirê Eşo, Ehmedê Hepo, Leşkerê Boyik di qada edebîyatê de bi rumetî derketine holê.

Romana Kurdî li Sovyetê bi zêdetirîn şêweya xwe weke dîrokî, kronolojîkî, dukumanterî, otobîyografîk bi hesreta welatevînîyek payebilind daye nivîsînî. Romana Kurdî, raliteyeke ku weke roman geleki di tesira edebîyata Rûs û Sovyetê de jî ma ye. Lê ji alîyê naverokê de bi rik folklora kurdî bi aşkerayî xwe tê de nîşanî daye. Ev kitêba “Şer Li Çîya” minakek ji romana Kurdê Sovyetê ya balkêş e. Li vira em pêvistîya kiritikkirina kitêbê ji alîyê tarz, uslub, edebî û estetikê ve nabînin. Ev nirx mafê we xwendevan û edebîyatnasan e. Lê me pêwîstî dît û xwest ku em helwêsta metodolojîya romanê ya dîrokê, transkîripsîyona ji kirili bo latînî, guherînên ku me di kîtêbê de pêk anîn e bi kurtasî agahî kirî ye.

Berî her tiştî vê romanê mijara xwe ji serhildana azadîya Kurdistanê ya Çîyayê Agirîyê ya salên 1926-30yî standîye. Lê weke lêkolîn ne, zêdetirin bi fantezîyên xwe yên hissi yên edebî hûnandî ye. Xwestîye ku bizava azadîxwaz ya kurdistanê û fedayîyên kurd yê weke Şêx Zayîr bide nasîn, ne gor realîte belko piranî li ser daxwaza xwe ango kehremanê ku di dilê niviskarê birêz Eli Evdiremanî de ye tasvir kirî ye. Ev jî metodekî niviskarîyê ye û divê ev metoda wî jî hewceyî şirovekirinê ye, belku dewlemendîya hissên nivîskar ango Elîyê Evdirehmanî ye. Di romanê de cîh bî cîh tesira helwêsta asoya dirokê weke idolojî ya qalibên Sovyetê jî bi cîh bû ye. Ji wê bonê rexneyên xweser Yên li ser kiretên sovyetê berbiçav nîn e. Ku heman demê de alikarîya Tirk, Îran û Sovyetê li dijî Kurda ye ku heman demê de Kurdistana sor hilweşandin..

Giringîya romanê ji alîyê tarixîve ev e ku di salên 1926-30yî de serhildana Kurdistanîyan ku li herêma serhedê destpêkirîbû, bi zindî berbiçav kirîye. Daku bizava niştimanperver û azadîxwaz ya gelê kurd ji wan pêkanînan weke minakîyan bistîne û diroka xwe li ser van serpêhatîyan rawerde bike rewşa wê rojê bibîrbîne û bigîhîne roja îroyîn û heta pêşerojê re bibe desîse û delîl. Li Sovyeta berê belko Turkmenîstan û Azerbeycan ne tê de, lê li cîhên dîtir kurd bi zaravaya kurdên herema Kurdistanê ya Serhedê dipeyivin. Ev ji alîyê zimanê edebî ve jî ji hev dûr nînin. Kurdîya edebî ya Kurdên Sovyeta berê ji alîyên hinek termolojîyan ve belko cudayî hebin lê ev cûdayî zêde berbiçav nabin.

Edebîyata Kurdî ya dema li Sovyeta berê daku di rewşekî izolekiri de bi pêşketî ye, ji alîyê hevoksazî ango sentaksê ve hinek taybeti tê de bi cîh bûne. Dema ku Memosta Hejarê Şamil bi destxweşî ev behrem ji kirîlî transkiripsîyonî latînî kir, orjinalîteya wê parast, lê ji alîyê terminilojî ve, ev peyvên ku îro li Kurdistanê bi cîh bûne esas girt û bi esasi peyvên kurdî yên ku îro li Bakurê Kurdistanê bikar tên esas girt û hinek guherin û sererasti bi kar anîn. Peyvên ku ji rusî, ermenî, azerî wergirtine gor kurdîya îroyîn guherîn pêk anîn. Ev keda kê ku di amadetîya vê kîtêbê de ku derbasî bû ye, bila destê wan neêşe! Rêya wan her vekirî be..

Elîyê Evdilrehman Kî ye? Elîyê Evdilrehman; di 29.11.1920î de li Wanê, gundê Bayrikê de di malekî koçer de ji dayîka xwe bûye. Zaroktîya wî di nava zelûlîyê de derbaz bûye. Ew hîn şeş salî bû, di sala 1926î de Roma reş malbata bavê wî tevî 4.500 kesên ji Kurdê eşîra Birûka mecbûrî mihacirîya Sovyêta berê dibin. Elîyê piçûk xwe digîhîne destkeftîyên perwerdeyîyekî baş. Di sala 1932yî de dibistana seretayî li Mintîqa Nahçivan di gundê Şawlîkayê de diqedîne. Elîyê Evdilrehman; di zaroktîya xwe de ji helbest û nîvîsan hezkirîye û çend helbestê wî di sala 1932ya de, di rojnameya “Rîya Teze” de hatine weşandinê. Di sala 1941 û 1942yan de fena gelek hemwelatîyê Sovyetê, perwerdeyîya çek bi karanînê dibîne. Paşê bi rêzedilî diçe şer û di nava desteya partîzanîye de weke “Kovpak” û “Karasîyê” de efserîyê dike. Di desteya radîyoyê de kar dike. Her weha malbata xwe cî dihêle û diçe şerê dijî faşîzmê.

Di nava desteya partîzanîya şerê giran de ji Ûkraynayê, Bêlorûsîyayê heta sînorê Almanîyayê weke gelekî kurda li cure cure herêman daxîlî şer dibe û çalakîyên serkeftî bi kar dixîne… Elîyê Evdilrehman; paş şerê cîhanê yê duyemîn vedigere gundê xwe û di İlona 1945î de li Înstîtûya Êrêvanê ya dewletê de di dibistana pêdagojîyê de beşa Zanyarîya Navneteweyî de dest bi teza xwe ya bilind dike. Teza xwe li Azerbaycanê tê qebûlkirinê û ev di sala 1949yî de li bajarê Bekûyê doktora xwe temam dike. Sala xwendinê ya 1949-1950yî de di nehîya Basarkêçera Ermenîstanê de dibistana gundê Çaxırlûyê de dersên navneteweyîyê dide û weke rêvebir jî dixebite.

Di dawîya heman salê de wî weke serwêrê para civaknasîyê ya Sovyêta Nehîyêye de dixebite. Di sala 1953ya de diçe bajarê Êrêvanê; di Wezareta Perwerdeyî ya Ermenîstanê de dibe mufettiş. Paşê jî di rojname ya “Rîya Teze” de dibe nîvîskareki profesyonal û kar dike. Elîyê Evdilrehman, di sala 1959yî de bu berendamê Yekitîya Rojnamevanîya YKSS. Di sala 1960î de jî bû endamê Yekitîya nîvîskarên YKSSyê. Sala 1955î, dibe sala destpêka afirandina berhemên Elîyê Evdilrehmane pêşin. Hema wê salê de gelek maqale, serpêhatî û wergerandin ji zimanê Azerîkî û yên dinê ji bo rojnemaya “Rîya Teze” têne nîvîs û çapkirinê. Wusa jî di Rodîyoya Êrêvanê Beşa Kurdî de têne pêşkêşkirinî.

Berhemên Elîyê Evdilrehman: “Morof” (Helbest-1957), “Xatê Xanima Dêrsimê” (Roman-1959) “Hişyarbûn” (helbest-1959) “Afrandina Nivîskarê Kurdê Sovyêtê” (serhatî-1961) “Du Dilê Hezkirî” (Pexşan-1961)I Paş wan salan ev herî zêdetirin li ser afirandina kitêbên hînkarîyê ji bo zimanê Kurdî berheman diafrîne. “Dê” (Pexşan-1965), “Gundê Mêrxasan” (Roman -1968), “Gulstan” (Helbest- 1974), “Îhtîram” (Azerîkî / helbest -1975. Welger: Şamil Esgerov), “Bîranîn û Serpêhatî” (1979), “Hesreta Min” (Roman-1983). Ev romana Elîyê Evdilrehman ya “Şer Li Çîya / Şêx Zahîr (1980)” di nav wêjeya me de nexşeyekî afirandina nû ye û wê di nava xwendevanan de şadbûnekî mezin pêşva xistîye.

Rojnema RYA TEZE N 7 (4976)

TÎrmeh /Iyul/ SALA 2020. r. 4