Îro roja dayik bûna helbestvanê rezdar ji herêma Almatî ye Qazaxistanê Evdille Ibrahım Şemoyı yê.

Roja dayik bûna we pîroz be! Hûn rewşenbîrekî gelê meyî hêjayîn. Kara we di dereca pêşkevtina çanda’ meda bê hempaye. Wek helbestvan û welatparêzekî dilsoz hûn karekî civakîyêyî kerhatî dikin. Li ser navê Komeleya me em ji wera emrekî dirêj, jiyaneke xwaş, serkeftin, tendirustîyeke baş dixwazin. Her bijî!

ŞÊN BE KURDİSTAN

Hey kurdê cefa kêş,bê maf bê terxan.
Te çi dît jan û êş,talan û tajan.
Ne mayî bêmîpêş 1,her tu yî xandan.1.bêguman.
Te can kire pêşkêş,li ceng û meydan.

Ev sala du hezar,bîst û sisiyan.
Pîroz be li kurdan,şên be Kurdistan.

Ewrên reşe tarî,ew jî bûn xelaz.
Bi can fedakarî,tu bû aştîxwaz.
Dujmin çar nikarî,li te bûn şerbaz.
Te,ewr kir tarmarî,ji xwe kir derbaz.

Ev sala du hezar,bîst û sisiyan.
Pîroz be li kurdan,şên be Kurdistan.

Mir hukmê bêdadî,jor da xar bû ket.
Te lawê hedadî,anî edalet.
Te şêrê Ekradî,kuştin heramet.
Girtiye azadî,bi text seltanet.

Ev sala du hezar,bîst û sisiyan.
Pîroz be li kurdan,şên be Kurdistan.

Nivîskar: Helbestvan Evdille Îbrahîm Şemoyî