Sed heyf û mixabin ku me mezinekî êlê, mezinekî civaka me kurdan –ne ku tenê li Qazaxistanê- li seranserê dinyayê winda kir.

Akademîsyen û Profesorê me yê welatperwer, Serokê Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê, Serokê Civaka Kurdên Qazaxistanê (Berbang), Nûnerê Asyaya Navîn ya Navenda PENa Kurd, Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîmê Nevoyê Mîrze koça xwe ya dawî kir.

Bêguman di nav civaka miletan de hinek kes hene ku zehf taybet in û cihê wan zûbizû tije nabin. Helbet Kinyazê Îbrahîm jî yek ji wan kesan e. Ew ji bo miletê me yê li seranserê dinyayê windabûneke mezin e.

Ez bi vê xatirxwestina bêwext û bêwade zehf xemgîn im, dilê min dilkovan û baristan e. zehf zû bû.

Kinyazê Îbrahîm delalê ber dilê civaka me kurdan bû. Keda wî di nav me kurdan de zehf zêde ye. Wê gelê kurd ked û xizmeta wî tu caran ji bîr neke.

Sed korayî ji bo te Kinyazê Îbrahîm!

Ez bi dilekî xemgîn sersaxiyê li kulfet, zarok û neviyên wî dikim. Bila Xwedê wî bi rehma xwe şa bike, cihê wî cinet be. Serê gelê kurd û civaka me ya li Qazaxistanê û seranserê Sovyeta Berê sax be.

Amîn!

Nadir Nadirov
Akademîsyen û Profesor
13 Tebax 2021

SERSAXÎ Ji bo Kinyazê Îbrahîm
SERSAXÎ Ji bo Kinyazê Îbrahîm