Birêz Serok Barzanî!

Bi dehsalan e ku li dijî gelê me şerê tunekirinê tê meşandin. Û ew ne tenê şerê qirkirinê ye, di wî şerî da ne tenê bombe û çekên kîmyewî li dijî me têne bikar anîn, digel vê yekê, şerekî qirêj yê agahdarî û derûnî li dijî gelê Kurd tê meşandin. Ew yek bona wê tê kirinê, ku ruhê gelê kurd bişkênin, ku ew reşbîn û bi xwe bawer nebe, wisa bifikire ku ne lazim e bo bidestxistina mafên xwe şer bikin.

Di nava tevaya dîroka me da dijmin xwesma di hindava serokên kurdan da bêxwedê bûne. Herdem çavên wan li ser wan bûye û ew ji holê dane rakirin.

Mixabin, ew kiryarên bêwijdan îro jî berdewam in. Nimûneyek jî êrîşên li ser we ne, hewildanên ku rola we di şerê himberî dewleta Îslamî da bêrûmet bikin.

Bi mîlyonan kurdên tevaya cihanê we wek rêberê xwe yê netewî dibînin.

Rêber (Lead) wergera ji latînî tê maneya rêvebirî kirin. Ango, rêber – rêvebir e, ew rênîşandar e, ew qasidê milet e. Rêber – ew kes e, yê ku zane di ku da diçe, bo çi diçe û wê bigihîje kîderê.

Ji bo ku miletek bi neteweyên din re pêşve biçe û bi bandor bikeve têkiliyê, divê di nav “girseya giştî” ya wê de serokên ku herî jêhatî ne ku pêşdîtinên guherînên pêşerojê bikin û jiyana mirovan li gorî van guherînan rêve bibin, hebin.

Hûn wek rêber rewşa navnetewî ya îroyîn bi kûrayî derc dikin û haya we rind ji rewşa gelê kurd li herêmê heye. Piştî we serokatî li pêvajoya derbazkirina Referandûma bo Serxwebûnê kir, hûn bûne sîmvola pêkanîna xeyalên gelê kurd yên bi sedsalan.

Hûn, wekî Rêberê me yê Neteweyî, kesek desthilatdar in di karê hevgirtina neteweya me bo pêkanîna berjewendîyên gelêrî.

Em bawer in ku hûn dikarin riya stratejîk û berbiçav a pêşkeftinê nîşanî gelê me bikin û Kurdan bidine bawerkirinê ku bo pêkanîna wê hevgirtin giring e.

Îro hûn rêberê kurdan yê tekane ne ku xwedî qedirekî navnetewî yê bêhempa ne.

Berovajî hewildanên xêrnexwazên me, haya hemî Kurdan û civaka navneteweyî baş ji keda cenabê we di şerê hovane yê dijî DAÎŞê heye.

Cihan wê tu caran jibîr neke ku we çawa di sengerên sar da, bi mehan di enîya pêşin da wek serleşkerê Pêşmergeyên bi rûmet serokatî li opêrasyonên dijî desteyên cîhadîstên DAÎŞê kirîye.

Emê tu caran opêrasyona bona rizgarkirina Şengalê ya bi navê ”Heyfhildana Taûsî Melek” jibîr nekin ku bi serokatîya we bi serketî pêk hat.

Em zanin xem û xeyalên we çi ne û ew xem û xeyalên me yên hevpar in

”Her kurdek ji roja bûyîna xwe heta dawîya jîyana xwe di heyra Kurdistana serbixwe da ye” – ev gotinên we ne û ew rastî dijminên me diqehirîne.

Tu hewldanên şermezarkirina we û karê we dê tu carî bi ser nekevin.

Bona we hûnê herdem bimînin wek rêberê aqilmend – Pêşmergeyê № 1.

Em ji we ra tundurustîya baş û serketinê di şerê we yê bêwestan bo bidestxistina mafên gelê kurd yê pirzêrandî dixwezin.

Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK)

Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv