Birêz Mesud Barzanî û endamên PDK!

Behsa derheqa wefata Dr. Roj Nûrî Şawês em pir xemgîn kirin. Mirina wî ziyaneke mezin bû bo tevaya gelê kurd.

Dr. Roj Nûrî Şawês tevaya jîyana xwe di xizmeta Kurdistanê da derbaz kir û xebata wî her demê ji bo serxwebûna Kurdistanê bû, berên karê wî yên qenc û bo welêt berhemdar ji mirinê xurttir in.

Ew sîyasetmedarekî bêhempa û Pêşmêrgeyekî qehreman bû. Tevaya jîyana wî nimûne ye, ku çawa gerekê berjewendîyên gelê kurd di qada navnetewî da bêne parastinê.

Dr. Roj Nûrî Şawês wek endamê polîtbyûroya PDK roleke serekî di nivîsandin û amadekirina Destûra Îraqa federal da dît.

Bîranîna wî wê herdem di dilê her kurdekî da bijî.

Mixabin Dr. Roj Nûrî Şawês serxwebûna Kurdistanê nedît.

Birêz Mesud Barzanî, em zanin ku Dr. Roj Nûrî Şawês heval û hevrêyê we bû. Em bi dilekî kovan serxweşîyê didine we, em di van rojên heznî da ji we ra sebirê û aramîyê dixwezin.

Bila cihê wî bihuşt be.

Rêvebirê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

Serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê «Berbang»

Profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv