Egîdê Qadirî (1928-1999)

Şaîrê kurdê mezin Egîdê Qadirî sala 1928-an li Gundê Seyîd Kotaniya Vediya Ermenistanê hatiye dinyayê, sala 1999-an li Bakûya Azerbaycanê rehma Xwedê dike. Malbata wî di navbera salên 1926-1927-an de, piştî Şerê Şêx Seîd tevî 1700 malên Brûkiyan Çemê Erez derbas dikin, derbasî Ermenistana Sovyetê dibin.


Ezê Bêm

Weki ez mirim û çûm
Tirba sar da cîwar bûm
Kete çavêm xwelî û qum
Xema neke yara min
Tu bizanibe ezê bêm.

Tu cara tu negirî
Guliya zirav vegirî
Li ser tirbam bibi sî
Hêviya min be her demê
Tu bizanibe ezê bêm.

Wekî hat bahara al
Neke axîn nalenal
Hêviya min be karxezal
Weki bû xûşînya cem
Tu bizanibe ezê bêm.

**

Rêzdar Salih Kevirbirî weşandibû. Spas jê re.