12 ê Nîsanê Roja Kosmonavtîkayê ya Navneteweyî pîroz be!
YÛRÎ GAGARÎN
Pê gemîya bi navê «Rojhilat»,
 Ew berbi esmana nîsanê hilat,
 Ev rûsê genc Royê ra vebeşirî,
 Silav da steyrên teveka batinî.
Bi pencera xweye weke elekê
 Dît qencî û xiravîya mirovayê,
 Çerx û fitil da dor topa cîhanê,
 Peya bû erdê – nûnerê Xwedê.
Feleka xayîn mecal neda wî,
 Bêje bendeno, dûmika we kine,
 Hevra heyrîcan bin û bi nezanî
 Deremdax nekin evê mala xwe!..
Prîskê Mihoyî
 
 

Оставайтесь на связи