Sersaxî

Sersaxî

Me bi dilekî xemgîn koça dawî ya Keyo Cegerxwîn -Kurê Seydayê Cegerxwîn- bihîst. Em bi navê «Yekitiya Kurdên Qazaxistanê — Berbang» bi vê xebera reş gelekî êşiyan. Keyo Cegerxwîn mirovekî pak, maqûl û kurdperwer bû. Ew emanet û nîşana Seyda bû. Bila rehmeta Xwedê li Kekê Keyo be, cihê wî bihuşta baqî be, serê hemû neferên malbatê sax be.

Prof.doktor Kinyazê Îbrahîm
Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê — Berbang
27 Adar 2020 / Alma Ata