Dîlan Arif Nadirov ku xwendekara fakulteya Hunerên Ciwan beşa şêwekariyê ye, tabloyeke wê pileya yekem li ser asta Kazixistanê bi dest xistiye.  Kurdistan24 Hewlêr || 16 Demjimêran 

Tabloya keçeke Kurd a Kazixistanê pileya yekem bi dest xist

Kurdistan

Navenda Nûçeyan (K24) – Keça Kurd a Kazixistanê Dîlan Arif Nadirov ku xwendekara fakulteya Hunerên Ciwan beşa şêwekariyê ye, tabloyeke wê pileya yekem li ser asta wî welatî bi dest xistiye.

Dîlan Arif Nadirov neviya professorê Kurd ê navdar Nadir Nadirov e û li welatê Kazixistinê ji dayik bûye. Dîlan di fakulteya Hunerên Ciwan beşa şêwekariyê de pileya yekemîn bi dest aniye.

Dîlanê bi tabloyan bi navê “Mat” pileya yekem bi dest xist, “Mat” jî bi zimanê Kazixî bi wateya dayik e, armanca Dîlanê ji wê tabloyê ew e ku çendî dayika Kurd dilovan, dilsoz û fedîkar e, herwiha zehmetî, êş û azarên dayika Kurd a koçber nîşan dide.

Dîlan Arif Nadirov sala 1999an li bajarê Almaty a Kazixistanê ji dayik bûye, sala 2017an ji peymangeha mûzîkê derçû û Piyano dijene, îsal jî li Akademiya Niştimanî ya Kazixistanê tabloya wê pileya yekem bi dest xist.

Tabloya keçeke Kurd a Kazixistanê pileya yekem bi dest xist
Tabloyeke Dîlan Arif Nadirov
Tabloya keçeke Kurd a Kazixistanê pileya yekem bi dest xist
Tabloyeke Dîlan Arif Nadirov
Tabloya keçeke Kurd a Kazixistanê pileya yekem bi dest xist
Tabloyeke Dîlan Arif Nadirov