Roza Metîna 

Bi hezar salane kurd Newrozê bi hincetên çandî, siyasî, zanistî pîroz dikin. Gotina New wiha derbasî zimanên cîhanê bû; New, nû, newe, niw… Peyva New dora 10-12 hezar sal berê li Kurdistanê hatiye bikaranînin. Newroz ji bo gelek wêjekaran bûye çavkaniya feyzê. Wekî mînak di berhema Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de Mem û Zîn di Newrozê de hevdu nas dikin. Bûye mijara helbestên helbestkaran. Baba Tahirê Uryan berî hezar salî têkildarî Newrozê helbest nivîsandiye. Efsaneya Kawayê Hesinkar her çiqas xeyalî be jî di nava vê efsaneyê derastiyeke civakî, çandî, siyasî heye. Gelek çîrokên kurdan ên mîtolojîk hene û di nava van çîrokana de rastiya gelê kurd heye. Di efsaneya Kawayê Hesinkar de jî rastî û hestên neteweyî yên gelê kurd hene. Gelê kurd vê rojê pîroz dibîne û bi kelecaneke mezin pêşwazî dike. Ji ber ji bo kurdan girîg e loma gelek caran kurdên Newroz pîroz kirine bi zext, îşkenceyên mezin rû bi rû mane. Gelek kurd ji ber pîrozkirina Newrozê hatine kuştin.

Agirê serfiraziyê yê yekem li Çiyayê Aznawentê hatiye vêxistin

2921 sal berê pêşengên kurdan ên herêman yekîtiya xwe ava kirin. Îlan kirin ku ew girêdayî qraliyeteke kurd in. Loma kurdan li dijî zalim û kesên bê wicdan ên êrişî wan dike serî hildan. Di vir de wateya yekîtiyê û girîngiya yekîtiyê diyar dibe ku ji bo kurdan çiqasî sedemeke jiyanî ye. Kurdan di wê demê de ji bo pêşengên xwe yên herêmî digotin Kawa. Li gor rewşê ji bo qiralan jî Firevertîş, Firûrtîş, Azî dihat gotin. Wê demê wekî niha teknolojî pêş neketibû. Loma li ser çiyayan agir dihat pêxistin û kurdan bi vî hawî agahî didan hevdu. Dema em lê dinêrin em dibînin ji berê de çiya û agir ji bo gelê kurd girîng in. Kurdan bi agir sond dixwarin. Kurdên Êzidî dema dua dikin berê xwe didin rojê. Ji zarokan dihat gotin bi agir nemîzin hûn ê gurî bibin. Agirê serfiraziyê yê yekem jî li Çiyayê Aznawentê hatiye vêxistin. Gerandina govendê jî di dîroka kurdan de xwediyê taybetmendiyekê ye. Kurd dema agirê serfiraziyê li Çiyayê Aznawentê vêdixin li dorê govendê digerînin. Heta roja şoreş û azadiya gelê kurd hatina biharê, sersal dihatin pîrozkirin. Serfiraziya azadiyê dema di adarê de hat bidestxistin kurdan bi kelecan û têkoşîneke mezintir pîroz kirin. Berî sedan salan dîrokzanê Yewnan Xenepon ji Kardokyayê derbas dibe. Piştre dibêje ‘kurd bi agir agahiyê didin hevdu’. Xwendekarê fîlozofê navdar ê Yewnanî Sokrates, Ksenofon (Xenepon) welatê kurdan wekî ‘Kardûkya’ derbasî qeydê dike.

Cejna şoreş û serfiraziyê: Newroz

Newroz ji aliyê gelek gelên din ve tenê wekî hatina biharê bê pîrozkirin jî ji bo kurdan wekî hem sersal, hem hatina biharê hem jî wekî cejna şoreş û serfiraziyê tê pîrozkirin. Kincên Kurdî jî ji ber di dîroka gelê kurd de xwediyê girîngiyeke mezin e loma kurd bi taybet di Newrozê de kincên Kurdî ku nûnertiya çand û nasnameyê dike li xwe dikin. Serfiraziyên kurdan pir in. Bi serfiraziya kurdan berî zayinê di 671’ê de dewleta Medyayê ya kurdan tê avakirin. Wê demê dewlata Med a kurdan berî 2972 salan hatiye avakirin. Gelê kurdxwediyê dewlemendiya çand, huner, dîrok, erdnîgarî û dîrokeke hêja ye. Çiqas di bin zilmê de be jî bi têkoşîna xwe destanên hêja dane nivîsandin. Bûne jêderka şaristanî û felsefeyeke kûr.

2921 sal berê pêşengên kurdan ên herêman yekîtiya xwe ava kirin. Îlan kirin ku ew girêdayî qraliyeteke kurd in. Loma kurdan li dijî zalim û kesên bê wicdan ên êrişî wan dike serî hildan. Di vir de wateya yekîtiyê û girîngiya yekîtiyê diyar dibe ku ji bo kurdan çiqasî sedemeke jiyanî ye. Kurdan di wê demê de ji bo pêşengên xwe yên herêmî digotin Kawa. Li gor rewşê ji bo qiralan jî Firevertîş, Firûrtîş, Azî dihat gotin. Wê demê wekî niha teknolojî pêş neketibû. Loma li ser çiyayan agir dihat pêxistin û kurdan bi vî hawî agahî didan hevdu. Dema em lê dinêrin em dibînin ji berê de çiya û agir ji bo gelê kurd girîng in.

Divê kurd bizanibin jêderka ziman û şaristaniyê ne

Gelek kes kes ji ber bi dîroka xwe nizanin dikarin bikevin nava kêmasiyên mezin jî. Dema em dinêrin xaleke girîng ew e ku kurd bi gelek kesan re eqreba ye. Koka kurdan û Belûcîyan yek e. Belûciyan navên eşîretên di serdema dewleta Medyayê de kirine bin qeydê. Li gor jêderkên resen Med pêşiyên kurdan e. Her kurd bi qansî çend hezar salan jî dizanin ku ji kîja eşîretê hatine. Ez bi xwe ji eşîra Rûtan im. Eşîretên goyan, metîna û gelekên din ên xwe dispêre sê çar hezar sal berê hene. Dîsa di qeydên Zanîngeha Harvardê ya Emerîqayê de jî behsa vê mijarê tê kirin. Ev di dersa pirtûkê ya Zanîngeha Harvardê ya Emerîqayê de tê nivîsandin. Konfederasyona eşîretên kurdan ên li bajarên wekî Dêrsim, Mûş, Meletî û hwd. xwediyê dîrokên hezar salan e û gelekî kûr e. Nêzî ji sedî 60 cihên gelê kurd xwe dispêrên pêşiyên kurdan Hûrîyan. Lê mixabin desthildarên hîn bi çend navê bavê xwe nizanin dibêjin ‘kurd tune ne’,’kurdan di dîrokê de qet dewlet ava nekirin’,’dîroka kurdan tune ye’,’kurdî zimanekî lawaz e’. Ji bo kurd bi van gotinan neyên xapandin divê kurd dîroka xwe baş bizanibe û xwedî lê derkeve. Divê kurd bizanibin jêderka ziman û şaristaniyê ne.

Zimanê Kurdî ji aliyê zanist û felsefeyê ve dewlemend e

Di dîroka gelê kurd de gelek xalên girîng û taybet hene. Her çiqas zalimên li dijî kurdan vê yekê înkar bikin jî Zimanê Kurdî bi xwe gencîne ye. Tenê ji zaravayê kurdî, kurmancî bi hezaran gotin di ferhengên navneteweyî de cihên xwe girtin. Dema zaravayên din jî lên bên zêdekirin wê demê ew ê bi dehezaran gotin lê bên zêdekirin. Zimanê Kurdî ji aliyê zanist, hişmendî, felsefe, çandê gelekî dewlemend e. Dema mirov dijî bêtir fam dike. Loma zanebûna zimanê Kurdî cihêkariyek tabet e. Ji ber vê taybetmendiyê jî gelekî êriş lê tên kirin. Her kurd di çîroka wan a çûyina dibistanên sîstemê de êrişek heye. Ji ber zarokên kurdan li dibistanên ereb, faris û tirkan bi zimanê wan nizanibûn gelek carî bi tundiyên derûnî û fîzîkî rû bi rû mane. Ji ber vê yekê mixabin gelek zarok êdî bi zimanê Kurdî jî neaxivîne.

Nexşerêya bi navê Kurdistanê hat xêzkirin

Ji bo em  bûyeran rast şîrove bikin dîrok û kesên di dîrokê de roleke taybet lîstine, gelekî girîng in. Êş, evîn, serfirazî, serkeftin, fikir, ramanên di dîrokê de siberojê jî ronî dike. Di heman demê de rê nîşanî siberojê dide. Dema em dizîvirîn û li dîroka gelê kurd dinêrin em dibînin ku gelek kesî li ser nirxên civakî li ser navdarên kurdan nivîsandine. Yek ji vana Ebû Hanîfe Dînewerî ye. Ebû Hanîfe Dînewerî berî hezar salî pirtûkek bi navê Pêşiyên Kurdan nivîsandiye. Di heman demê de nexşerêyeke bi navê Kurdistanê xêz kiriye. Xenepon jî berî du hezar û çarsed sal berê bi navê Kardûkyayê welatê kurdan kiriye bin qeydê û li ser gelê kurd agahiyên gelekî girîng daye.

Kurd xwedî rûmet û sekneke mezin e

Di landika dîroka gelê kurd de kûrahiyeke mezin heye. Ev kûrahiya ji bo gelê kurd bûye behra dewlemendiyê. Ji ber bi salan e em ji vê behrê vedixwin û li ser zêde dikin em tevî zextan jî tune nabin û em ê tune nebin jî. Her çiqas dagirker ji her alî de polîtikayên xwe yên qirêj têxin meriyetê jî. Dema em balê dîsa dikşînin ser nasnameya gelê kurd em dibînin her kurd pêşiyên xwe yên 3,4 hezar sal berê dizanin. Her navê cihên kurdan berî bi hezar salan lê hatine kirin û ji pêşengên kurdan Arî yan jî Aryen tê gotin. Li gor pirtûka Hîndiyan a 3700 berê ya bi navê Rig Veda û li gor Pirtûka Avestayê ya kurdan wateya vî navî pak, mezin, azad, esilzade, mêvanperwer e. Ji wateya vî navî jî diyar e ku kurd çawa xwedî rûmet û sekneke mezin e. Her wiha Kurd, Belûc, Elman, Rûs, Firansizî, Îtalî, Îspanyolî, Pakîstan, Hînt koka wan Aryen in. Ango xizmên kurdan e.

Qewmên Arî Cejna Newrozê pîroz dike

Bi giştî qewmên Arî Cejna Newrozê pîroz dikin. Di heman demê de mijara Nînovayê divê biya Newrozê neyê tevlîhevkirin. Nînova ji aliyê artêşa kurdan ve tê bidestxistin. Lê ev eleqeya wê bi Newrozê tune ye. Bêrî dora bi deh salî Newroz jixwe berî Serfiraziya Nînovayê dihat pîrozkirin. Serfiraziya Nînovayê ji aliyê kurdan ve bi navê Serfiraziya Tolhildanê tê pîrozkirin. Her demsalek ji bo kurdan xwediyê

taybetmendiyekê ye. Serfiraziya Nînovayê jî di demsala payizî de tê bidestxistin. Li gelek bajarên kurdan Cejna Tolhildanê tê pîrozkirin. Navê wê her çiqa Tolhildan be jî çanda Medan xwe dispêre aştiyê. Med li Kardûkyayê ango li Kurdistanê ji bo bi berfirehî tev bigerin rêbaza şer bi kar nedianîn. Bi welatiyên li herêmê bi rêya lihevkirinê tevgera xwe berfirehtir dikir û belav dibû. Tenê dema êriş li wan dihat kirin şer dikirin. Ev çanda heta roja îro jî didome. Îro jî dema em li kurdan dinêrin heta êriş li ser wan neyê kirin ew êrişî kesî nakin.

Riataza