JI BO BÎRHANÎNA KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYEV

Leheng efsaneyan diafirînin û efsane jî beşekî mezin ya dîroka miletan dagir dike. Gelek ji van efsaneyên me bi her çar perçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) ve sînorkirî ye. Di heqîqetê da Kurdistan ji van her çar perçeyan gelekî mezintir e. Lewra ku miletbûn heyînek çandî ye, cihê ku kurd lê hebin divê wir jî Kurdistan bê hesabkirin û fikra milî divê welê be.

Cara pêşin di nav kurdan da xwedîyê vê fikrê kurdên Sovyetê bûn. Loma jî ew kurdên pêşin bûn ku xwe ji qeyd û zincîrên eşîrtî, îdeolojî û oldarîyê rizgar kirin û bûn pêşevanên milî. Bi zanava xwe ya kurdî derketin pêşberî dinyayê. Di her warê kurdayetîyê da kar û xebatên hêja kirin, berhem û dezgehên bêhempa afirandin. Bêguman dê rojekê dîroka me behsa vê efsaneyê jî bike.

Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev jî yek ji leheng û nûnerê vê efsaneyê bû. Di gel karên pratîk (ji bo yekitîya kurdên Kafkasyayê û Diyasporayê) karên entellektuelî jî dikir û komek berhemên hêja nivisîne. (Hêvîdar im ku ev berhem zûtirîn rojekê bibin para hemû xwînerên kurdî).

Xisletên wî yên wekî Kurdbûyîn, fedekarî, kar û xebatek bêwestan ew di nav kurdên Kafkasya û Diyasporayê da kiribû lehengekî zindî. Îhtîyacîya kurdan dê ji kesayetîyên nola wî pir hebe û şûna wan dê bi zehmetî were dagirtin. Hêjaye ku em bîrewerîya lehengên welê her tim zindî bihêlin.

Silav li giyanê wî yê pak!
Ruhê wî şad be
Kurdistan dê lawên xwe ji bîr neke

Ji navê endamên Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê – serokê wê M.Ali Kut