Bîranînek
Prof. Dr. Ahmet ÖZER
ahmet.ozer@toros.edu.tr

Heyfek Mezin!

Hevalên rêzdar! Di 8ê tebaxê de, Gelê Kurd, ji nirxeke xwe yêk giran biha bû. Merivek wisa bû kû ciyê wî nayê tejî kirin. Hat, jîya lê gelek bêwext bar kir çû. Di serî de gelê Kurd û hemî gelê Qazaxistanê yên Kurd gelek muhtacê wî bûn. Lewre Kinyazê Îbrahîm merivek gelek xebatkar, fedakar bû milletê Kurd ji wî hez dikir, wî jî gelek ji gelê Kurd hez dikir.

Gelek karên serkeftî dikirin. Wext ev wext bû ku rihê zeman gelek mihtacê himmeta wî bû. Lê mirin guh nade fermanê. Lewre mirin guh nade civanî û emrê buhurî. Gava hat, yên ku roja wî hatî, hildide diçe. A niha em di nav êşa wefata wî de dilivin. Destê me girêdayî ma.

Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev, pêşengek hêjayî bû ku gelê Kurd berhevê cem hev dikir. Ew di nav gelê Asyaya Navîn de wekî dara Çinarê derketibû ku gelê Kurd jî wekî ronahîya dora hîvê xwe dabû li ber sîya wî. Ew akademisyen bû. Xebitî, lêkolîn dikir, pirtûk dinivîsîn û gelê xwe re pêşengî dikir. Wî, wek pêşengek dilsoz ji bo gelê xwe kar kir û dile xwe şevitand. Ew wekî mamosteyekê tevdigeriya. Wek kurdolog pirtûk nivîsandin. Pirtûkên wî, wekî pirtûkên derse hêj di nav mifredata Kurdên Qazaxistanê de wek pirtûka derse tê emilandin. Gelê xwe wekî di^wanê Kurdistanê digerand.

Wî serokatiya yekbûna Kurdên Qazaxisnê kir. Wî wek Prof. Dr. Nadir Nadirov, Prof. Dr. Ezîzê Zîyo Bedirxan pêşengiya gelê xwe dikir. Serrafê Bankeke meşhur ya Qazaxistanê birêz Narîn Nadîrova wek alikarê wî tevdigeriya. Wekî din qîza wî ya bijîjk Tehmîne Mîrzoyeva her tim alikarî dida bavê xwe. Kinyaz, bi feraset û tecrubeya xwe, rê nişanî civanên Kurd dida.

Jiyaneke ku bi êşa hatî xemilandin

Birano! Carîna bizmarek nalekê, nalek hespekê, hespek xweşmêrekî, ew xweşmêr artêşekî artêş jî welatekê rizgar dike. Ango hin caran yek kes dibe sedemê rizgariya gelek kesan. Vêca Kinyazê ÎbrahÎm merivek wiha bû. Ev, wekî sembola rizgariya gelê Kurd bû.

Mîrzoyev di quntara çiyayên Asyaya navîn de gelek kul û derd kişandine. Lê tu carî ji rêyea xwe venegeriyaye. Lewre gelê wî, bi salan hatibûne mişext kirin lê tu carî welatê xwe ji bîr nekirine. Haya wî ji wê yeke hebû ku di sedsala 21. de di wextên ku gelen din ji xwe re li fezayê koloni ava dikirin, wî dixwast ku li ser rûyê erdê ji gelê xwe yê belengaz re erdekê kifş bike. Lewre ev gelê wî yê belengaz di hesreta axa xwe de bûn.

Di vê rewşê de Kinyazê Îbrahîm ji wan re wekî hêvîyekî bûderdê gelê xwe wekî derde xwe dizanî. Ew li ber quntara çiyayên Asyaya navîn yên sar, di nav rewşek bêhêvî, wekî milletek ku axa xwe bigere li xwe digeriyan. Ew di rêvîtiyekê de bû û dê biserkevta. Ev rêvîtî dê rojekê bigehe meqseda xwe.

Li Qazaxistanê Kurdek: Kinyazê Îbrahîm

Gelo Kinyaz şexsiyetek çava Bû? Ev ji malbata Îbrahîm Mîrzoyenan bû. Ez dixwazim qasekî qala wî bikim. Dîya wî ji eşîra birukiyan bavê wî Jî Celalî Bû. Kinyaz, di sala 1947ê de Uluhanlı((Zengibasar / Masis) ji dayîk bûye. Biçûtiya xwe de piştî dibistana seretayî derbasê Erîwanê bûye.

Li vê derê di dibastaneke li ser navê pêşengê dewleta Ezerîyan Ahunuv hatî ava kirin de ders dîtiye. Piştî qedandina teza xwe ya mastirê li ser edebiyata Kurd û Ezerîyan doktoraya xwe temam kiriye. Di vê teze de nişan dide ku di navbera edebiyata Ezerî û Kurdan de têkiliyek heye. Her wiha şaire Ezerî jî dibêje ku diya wî ji Kurdên Şeddadîyan e.

Kinyazê Îbrahîm li ser edebiyata Kurda gelek xebat kirine. Herwiha sîh heb kitaben wî û gelek gotar û lêkôlînên wî hene. Kînyazê Îbrahîm di sala 1974ê bi Xanima Gogeçînê re dizevice. Ji vê zewacê sê qîz du kur 5 zarok têne dinyayê.

Erdnigariyek aloz û nesîbek di nav dijwariyan de dîsa bere wan dide nava şer. Vê carê di navbera Ermenîstan û Ezeriyan de pevçûn derdikeve. Di vê pevçûnê de Ezerî û Ermenî hev ji axê hev derdixin. Rus û Ermenî û Ezerî ber bi welatên xwe ve diçin. Lê Kur wekî çûkên sêvî li ortê dimînin. Bê dewlet û bê kes. Wekî êtîmê dîrokê ne êdî. Hin ji wan Kurdan ber bi Qazaxistanê ve hin ji wan jî ber dewletên din yên Rusyayê ve diçin. Merqedên bav û kalen wan li ser çar dewletan belav dibin. Malbata Kinyaz û hevalên wî, bi saya Prof. Dr. Nadir Nadirov diçine Qazaxistanê li Almatî bi cî dibin.

Kinyazê Îbrahîm, li Saint Petersburgê pîleya doktorayê verdigre. Piştî salên 90ê dîsa vedigere Qazaxistanê û dibe alikarê rektör. Kinyazê Îbrahîm dibe zanistek qedir bilind ku di nav kesên xwedî ilim de cîyek qedir bilind verdigre. Kinyaz, xeynî Kurdiyê gelek ziman dizanin ku ew jî tirkî, Îngîlizî, Ermenkî, Rûsî û hwd.

Çinara Dostiniyê Çû: Çiya hilweşiya

Gelî Dost û Hevalan!

Însan diibe daran. Gava meriv ji dûr ve lê dinihêre bejna wek dara sibhanê xuya dikin. Lê gav tu nêzîk dibî lê dinêrî wekî dareke piçûk e ku li ber çavê te êdî bêqîmet dibe. Lê hin ji wan daran jî wekî dara çinarê ne ku Kinyazê Îbrahîm yek wan çinaran bû. Gava tu xwe nêzîkî kesên wiha dikî ew kes di çavê te de mezintir dibin. Dostiniya wî meriv gire dida. Ji ber vê bû ku qe nebe deh rojan carekî ez li wî digeriyam û me ber bi fireh li ser pêşeroja Kurdan hêvî û peojeyên xwe tîna ziman.

Di nav wan projeyan de yek ev bû ku ez li ser Kurdên Qazaxistanê pirtûkekê binivîsim. Me navê kitêbê wek “Gelé Qu Welaté Xwe Digere: Kurdén Kazaxstané” diyar kiribû. Dê kitêb bi Kurdî hatiba çap kirin. Me kitêb amade jî kir Pêşgotina kitêbê bi aliyê merhûm Kinyazê Îbrahîm ve hate nivîsandin. Me hemî amade kir û teslîmê Weşanxaneya Peywendê kir. Piştî qedandina pirtûkê min ji wî re şand. Wî xwend û pir eciband. Digot, divê ev pirtûk heman bê weşandin.

Li gor wî, kitêbên wiha dê denge Kurdan belavê dinyayê bikira.

Kitêb niha ber çapê ye. Em di nav kelecanê de li benda derketina kitêbê bûn. Ji nişkive xebera reş hat. Xebera wefata wî hat. Di eqlê tu kesî de tişteke wiha derbas nedibû. Em hemî pir xemgîn bûn. Lê mixabin jiyanê dîsa lîstoka xwe lîstî bû ava jiyana ya rojane diherikî.
Bere du mehan hatibû Stenbolê. Ew û qîza wî a bijîjk. Min jê pirsî. Digot ez baş im.

Bere wefata wî min çend wêne yên Kurdên Qazaxistanê jê xwestibûn ji bona kitêbê. Wî gelek wêneyên folklorik şandibûn. Di nav wan de wêneyek hebû ku pir balkêş bû. Ew wêne ya dîya wî xwişka wî bû. Her du jî li Wanê ji dayîk bibûn. Min ew wêne jî danîne nava kitêba xwe. Wî hertim digot: Diya min ji eşîra we ye. Lewre tu xalê min tê hesibandin.

Piştî çend rojan ez li wî geriyam. Lê bersiva telefona min neda. Gelek wext derbaz bû ku ew l imin venegeriya. Ez di nav teşwîşê de mam. Di vê navberê kesek ji hela Qazaxistanê hatibû. Wî got. Mamoste xeberê te heye, Mamê Kinyêz rakirine nexweşxanê. Di vê demê de aqil ji serê min çû. Bi rastî ez di wan deman de gelek xwe miqate dibin. Lê vê carê rewş cüda bÛ. Yên ku qala wî dihate kirin Kekê Kinyêz bû.

Di heman demê de ez ziwayê wî geriyam. Edîk got rewşa wî baş e. Lê dîsa jî dile min sar nebû. Min ji wî re dua kir. Ez her roj digeriyam û min pirsa rewşa wî dikir.
Lê piştî demekî ew xebera reş hat. Ezê tu carî wê xeberê ji bîr nekim. Roja yekşemê Yucel ji Yekbûn TVyê min geriya û ew xebera reş da min. “Apê Ehmed! Apê Kinyaz wefat kir”. Vê demê dinya l imin tarî bû jiyan j imin re bû zindan. Wekî kum in dinyaya xwe wenda kiribû. Min bi Hejarê Şamil re xeber da. Wî got: “Çiya hilweşiya”. Wekî gotina wî bû. Çiyayek me Kurda hilweşiya bû.

Emê wî bibîr bînin.

Ew wefat kir lê dê di nav rih Û canê me de jiyana wî dewam bike. Gava xebera wefata wî hat, min çapkirina kitêbê da westandin. Min ji wan re got ku bila destpêka kitêbê de wiha bê nivîsandin: “Ez vê xebatê diyariyê serokê yekineyên Kurd ên Qazaxistanê xemwxarê Kurdên Asyaya navîn birêz Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm dikim”. Bi wî şiklî me wêneyek wî û nivîsa ithafa kitêbê da destpêka kitêbê.

Birano! Însanên wekî Kinyazê Îbrahîm zû zû peyda nabin û dernakevin qada şerê azadiyê. Yên wekî wî tên, dijîn û wekî stêrkek rijîyayî diçin. Lê gava diçin li dûv wan dewsek dimîne. Emê jî dewsa wan bidin tejî kirin, xebat û dewsa wan nedin ji bîr kirin. Xwedê ciyê wî bike Buhuşt û qebra wî tije nûr bike.

Zarokên Surgûnê

Jiyana Kurdên Asyay navîn wekî serpêhatiyeke balkêş e. Di vê serpêhatiyê de sürgün, mişextî, mirin, kuştin û girtin pir in. Mişextiya salên 1937, 1944, 1989an gelek dijwar in. Wî derbareyê wan surgûnan de gelek nivîsand. Wî jî wekî min digot: divê ew derdên hatine kişandin neyên ji bîr kirin. Wî rêvitiyên ber bi koka wan bîranînan ve dikir. Dixwast ku neyên ji bîr kirin. Wî dixwast ku Kurd bi hişmendiya dîrokê wan bîranîn bixwînin û dîroka xwe û koka xwe ji bîr nekin.

Di salê 1937an de gelek kes ji Tirkiyê ber bi Qewqazê ve mişextî bûne. Kurdan li vê derê ji xwe re jîyaneke nû dane dest pê kirin.di sala 1937ê de bi emre Stalîn gundên Kurdê Îdîrê yên li ser peravên çemê Erezê (Aras) hatine dagir kirin. gelê wan gundan bi haleke tund hatine sürgün kirin. Bêyî ku ji wan re bê gotin ka ji kî ve tên birin. Hemî berhev kirine û ji wan re gitine ​berhev bin hunê herin” xwedêyo. Ji kuderê û ber kudrê ve tê bên mişext kirin. Li trêna hatin bar kirin. Bere wan dane welatên xerîb. Di vê rêvitiyê de gelek kes mirin û gelek kes jî perişan bûn. Trên sar bûn û camê trênê tunebûn. Jin, zar û zêç ber serma û seqema Qewqazê wefat kirin. Gav yek ji wan wefat dikir, hil didan û ji trênê diavêtin. Paşê trên ciyekê sekini û ji wan re gotin “peya bin”. anîbÛne Qazaxistanê û dewerek dijwar û sar bû.

Salên ewwilî yên Kurdan wiha derbas bû.
Piştî salê 1944ê bere Kurdan dane cepheyên şer. Kurd ji bo parastina Rusan dihatine bikar anîn.gava ew li cepheyan dihatine kuştin, di eynî wextî de vê carê jî Kurdên Ahiskayê dihatine mişext kirin. Ew jî ber bi Asyaya navîn û din ava çolistanan de dihatine bi cÎ kirin.

Piştî sala 1989ê, şerê Qerebaxê dest pê kir. Di vê rewşê de di nav Kurdan de jî heşyarbûnek çêbû. Bi pêşengiya Nadir Nadirov û Kinyazê Îbrahîm serhildaneke cüda dest pê kir. Wan kesan li ser yekbûna Kurdan xebitîn. Kinyazê Îbrahîm merivek hêja û pêşeng bû ku bi çûyina wî Kurdên vê derê sêvî man.

Ya muhîm ev ku tu bizanî ka tu ber bi kî ve diçî
Gelî Dost û Hevalan!

Ya muhîm ev ku însanli ser paşeroja xwe zede li ser pêşroja xwe bifikire. Mîrzoyev bi piranî li ser pêşroja gel^xwe difikirî. Ew li ser hedefa xwe hûr dibû lê ew di eynî wextî de li ser rê jî difikirî. Lê rê zû qediya. Lê dewsa wî, hedefên wî û rêya wî nîşanê nifşên Kurda dayî li ber me ye.

Divê em wî çawa nas bikin?

Dostê min ê ezîz birêz Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev. Ev çinarek bû ku ji xaka Mezopotamya derketibû. Di nav dîrokek biêş û dijwar de gul dabû. Koka wê darê ji kurahiya dîrokê dihat. Dareke bibereket bû ku li ber siya vê darê hezaran însan dijiyan. Ew di halê herî dijwar de jî xwedîyê metanete bû. Bişirînek li ser rûyê wî kifş dibû û ji bo çareseriyê rêyek didît. Hebûna wî rehetî û bwerî didan însên û hêviyê însanan xurt dikir. Dostiniya wî pir cuda bû.

Wî, hebûna me’newî dabû beriya hebûna maddî. Di jiyan xwe ya rojane de jî wisa dijiya. Di gelek wextek bêwext de ji nava me koç kir û çû. Bi çûyîna xwe, wekî stêrkek rijiya dewsek ji me re hişt. Wî ji me re nirxek Kurdistanî wek mîras hêlaye.

Her tim gelê Kurd dê li benda kesên wiha bin. Lewre xakê me muhtacê lehengên wiha ye. Rêya wî rêya me ye. Jîya û çû… Qebra te nûr û ciyê wî bihuşt be dostê ezîz.