Rojnameya Dîplomat!
Konê Reş

Ji çend salan ve ez rojnameya Dîplomat dişopînim û di van çend salên dawî de, hin caran berhemên min têde hatine weşandin.

Dîplomat; rojnameyeke hefename civakê û siyasî ye. Weşana xwe bi sê-çar zimanan dike; Kurdî, Azerî, Tirkî û Rûsî. Cihê weşana wê li Azerbêcan, bajarê Bako ye, xwedî û berpirsyarê wê mamoste Tahir Silêman e. Hejmara pêşî (1) di sibata 2003an de hatiye weşandin. Ta niha 453 hejmar jê hatine weşandin û belavkirin. Her hejmarek di navera 16-20 rûpelan de ye.

Mixabin ku roja îro ev rojnameya bedew ji ber rewşa aborî ve li ber rawestandinê ye.. Ev rojnameya ku nav û dengê kurd û Kurdistanê li welatê Qefqasyayê bilind dike.. Cihê daxê ye ku ev rojname ji ber rewşa aborî ve were rewestandin..
Berî çend rojan ez bi xwediyê wê mamoste Tahir Silêman re axifîm û min pirsa nederketina rojnameya Dîplomatê jê kir..

Wî bi kul û keser li min vegerand; got û biland; ev 17 sal in ku ez vê rojnameyê di weşînim.. Ez navê kurd û Kurdistanê di welatên Qefqasiyayê de bilind dikim.. min gelekî xwe pê re westandiye.. ji male xwe xesirî me.. mixabin ji ber rewşa aborî edî ez nema karim berdewam bikim ku alîkariya min nebe…

Van gotinên wî, Mîr Celadet Bedirxan û weşana wî ji kovara Hawarê re anî bîra. Mîr Celadet Bedirxan jî di heyamê xwe de, dema ku kovara Hawarê li Şamê diweşand, ji ber rewşa aborî, wî çend carekî firaxên mala xwe difrotin da ku hejmareke Hawarê biweşîne…
Bi hêvî me ev ewrê ku di ser weşana rojnameya Dîplomat re derbas dibe zû biferike û hin ji rêxistin û maldarên kurdan bi alîkarî û yarmetiya mamoste Tahir Silêman ve rabin..

Qamişlo 29/8/2019

Rojnameya Dîplomat!