Roza Metîna

Gelek jinên ji hêza xwe bawer û di nava kevneşopiyên civakî de rêya xwe bi îradeya xwe ya azad xêz kirine, hene. Yek ji van jinên bi hêz Nesrîn Omer Şêrwan e. Li dijî tengasiyên civakê yên ji bo dengbêjên jin û mêr wê li ber xwe da. Ji biryara xwe venegeriya. Jixwe ger ji biryara xwe vegeriya wê di dîrokê de jî cihekî taybet negirtiba. Nesrîna keça Emerê Osman a 1929’an de li gundekî ji Şirnexê di malek koçer de ji dayik bûye hêviyên xwe her zindî di dilê xwe de veşartiye. Ew jî wekî gelek kurdan li ser axa xwe bûye koçber. Bi eslê xwe ji Bakur bin jî li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne. Mixabin wekî gelek jinan ew jî ji mafê xwendina dibistanê bêpar hatiye hiştin. Nesrîn a ‘Şêrwan’ wekî paşnav ji xwe re hildibijêre di qada jiyanê ya çalak de cihê xwe digire. Bi vê yekê ji civakê re dibe mînakek gewre.

Ji bo mebesta hunereke azad her li ser piyan ma

Nesrîn Şêrwan li hunera xwe xwedî derket û ji xwe re li ser vê nasnameyê hîmên jiyanê danî. Bi ferasteke baş parastina ziman û çanda gelê kurd kir. Rol û mîsyona xwe ya wekî jinekê baş lîst. Di heman demê de li dijî feraseta bişaftinê jî têkoşiya. Bi tîpên zêrîn sekna xwe ya hêja di dîrokê de da nivîsandin. Ji xemzeyên jiyanê hêz û hêvî niqutand dilê gelê kurd. Bi reng û ahenga xizmeta ji bo hunera kurdî rêwîtiya xwe ya jiyanê dewam kir. Niha gelek jin li ser şopa wê dimeşin û hêviyên xwe her zindî dihêlin. Hest û ramanên xwe, bîranînên xwe yên giranbiha wekî mîrateyekê hişt. Ji bo mebesta hunereke azad her li ser piyan ma. Li dijî zehmetiyên di zarokatiya xwe de pê rû bi rû ma bi hunera xwe digire. Liv û tevgera hunerî bûye nêrîna wê ya mayinde.

Stranên fêr bûne bi dilekî pak û azad dibêje

Nesrîna bi dengê xwe bandoreke erênî li ser civaka kurd kiriye di sala 1932’yan de ber bi Başûrê Kurdistanê ve diçe û li wir li maleke xiristiyan mala Xerîb Powez ku ew berê nas kirîbû jiyana xwe didomîne. Her wiha demekê jî li mala Cemal Baban kar dike ku di vê demê de hunermendên wek Elî Merdan û Hesenê Cizîrî nas dike û bi pêşniyaza Elî Merdan di 25’ê Adara 1944’an de di Radyoya Bexdayê de dest bi kar dike. Lê di wê serdemê de ne ewqas hêsan bû ku herkes di Radyoya Bexdayê de bibêjin. Bi vê yekê gaveke nû avêt. Ew stranên fêr bûne bi dilekî pak û azad dibêje. Xwe dike bin barekî pîroz ê xizmeta ji bo ziman û çanda kurdî. Bi nêrîn, ked û sekna xwe serkeftinê bi dest dixe. Ew di wê demê de dibe yek ji jinên navdar ên di Radyoya Bexdayê de, dibêje. Di 1975’an de xebata xwe ya di Radyoya Bexdayê de bi dawî dike. Dema nêzî dawiya jiyana xwe dibe ji dost û hevalên xwe dûr dikeve. Wê girîngî dida beste û meqamên folklorîk.

Gelek dengbêjên kurd mixabin di nava xizanî û bêkesiyê de koça xwe ya dawî kirine. Bi nexweşiyê û tunebûnê çavên xwe ji jiyana bêdawî re digirin. Gelek caran dengbêjên ji nirxên herî gewre ne, terkî tenêbûn û xizaniyê hatine kirin

Rihê helbestê bi muzikê geş dike

Hunereke taybet jî ew e ku mirov helbestan bike stran. Ev kar ji aliyê her kesî ve nikare bê kirin. Lê belê Nesrîna delal xwe dixe bin vî barî jî û helbestên hin helbestvanên mîna Cegerxwîn, Şêx Selam dike stran. Rihê helbestê bi muzikê geş dike. Bi vê yekê helbestkaran jî ji bîr nake û qiymeta dide wan nîşan dide. Nesrîna jêhatî di wê serdemê de gelek hunermendên wekî Mihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Resûl Gerdî, Şemal Saîb, Kawês Axa nas dike û li gel wan stranan dibêje. Xwe venakşîne û bi roleke çalak jiyana xwe didomîne. Bi vê rola çalak gelek karên baş û serkeftî dibe serî.

Nesrîn Şêrwan a xwediyê gelek berhem û awazan

Nesrîna afrîner di heman demê de xwediyê gelek berhem û awazan e. Di plaqan de tomar kiriye. Dema mirov afrîner be ev bi her hawî di jiyana wan de olan dide. Xebatên hêz dane wê her bedewiyek di jiyana wê de bi cih kiriye. Her li dû pêlên jiyaneke çalak beziyaye û bi wateyeke cuda pêşengiya hunerê kiriye. Hest û awazên ji aliyê zihniyeta paşverû ve hatiye xwestin dîl bê girtin derxistiye derve. Li dijî neheqiyê xwe bi rêxistin kiriye.

Di nava xizanî û tenêtiyê de koça dawî dike

Gelek dengbêjên kurd mixabin di nava xizanî û bêkesiyê de koça xwe ya dawî kirine. Bi nexweşiyê û tunebûnê çavên xwe ji jiyana bêdawî re digirin. Gelek caran dengbêjên ji nirxên herî gewre ne, terkî tenêbûn û xizaniyê hatine kirin. Nesrîna xizmeteke hêjayî pesindayinê ye ji çand û zimanê kurdî re dike jî li kolanên Bexdayê di nava şerdên dijwar de koça xwe ya dawî dike. Di 10’ê Cotmeha 1990’î de diçe ser dilovaniya xwe û tenê wekî malên dinyayê boxçikekê û reçeteyên derman li dû xwe dihêle. Dema ji dayik dibe jî di nava xizaniyê de ji dayik dibe û dema koça xwe ya dawî dike jî di nava xizaniyê de çavên xwe digire. Ew ji ber xizaniyê ketibû ser rêya xerîbiyê. Lê dilnizmî û bedewiya xwe jî wekî mîrateyeke giranbiha li dû xwe dihêle.

Riataza