Gelê Kurd ewladê xwe yên mezin winda kir. Îro, 24ê Tebaxê 2021 salê profesorê zanistên kîmyayê, akadêmîk, Nadîrê Kerem Nadîrov — stûna kurdên Sovyêta berê, taca serê kurdên me, zanyarê navûdeng, rewşenbîrê qedirgiran û hizkirîyê miletê xwe koça dawî kir.

Mamoste Nadirê Kerem 6ê Berfenbarê di sala 1932a de li gundê Qîqaç, herêma Nexçivanê Komara Azerbaycanê hatibû dinê, 90 saliya xwe 4 meh maye, 24ê Tebaxê 2021ê salê koça dawî kir.

Nadirȇ Kerem Nadȋrov him zanyarek mezintirîn, him mȇrȇ tifaq ȗ yekȋtiyȇ bȗ. Şȋretkar, xȇrxwaz û dilnizm bȗ.

Nadirê Kerem Nadirov li seranserê dinyayê yek ji navdartirîn zanyarê petro-kîmyayê ye. Nadirov serokê rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Kazakistanê ye bû. Ji sala 1993yê ve endamê herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kazakistanê ye bibû.
Yekemîn cigirê Akademiya Endazyariyê Netewî ya Qazaxistanê ye. Nadirov ji sala 1996ê ve serredaktoriya kovara ‘Petrol û Gazê’ dikir.

Nadirov heta niha layîqî van xelatên neteweyî û navneteweyî hatiye dîtin:

  • Pêşengê Perwerdehiya Gel a Sovyeta Sosyalîst (1967),
  • Xelata Dewletê ya Kazakistanê ya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1980),
  • Xelata Kedkarê Emekdar a Kazakistana Komarên Sovyeta Sosyalîst (1982),
  • Xelata Kaşifê Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1985),
  • Petrolkarê Fexrî yê Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1991),
  • Endezyarê Muhteşem yê Sedsala 20an (2000),
  • Endezyarê Fexrî yê Kazakistanê (2001).

Nadir Nadirov di sala 1981ê de layiqî ‘Madalyaya Kedê ya Ala Sor’ a Sovyetê; di sala 1999ê de layiqî madalyaya ‘Kurmet’ a Kazakistanê û di sala 2006ê de jî layiqî madalyaya ‘Dostik’ hatiye dîtin. Di sala 2003yê de li Frensayê ji hêla Yekîtiya Piştgirîkirina Sanayiya Navneteweyî ve bi ‘Madalyaya Zêrîn’ hatiye xelatkirin. Heman dezgehê di sala 2004ê de tevî ‘Madalyaya Napoleon’, nasnavê ‘Mereşalê Zanyariyê’ jî daye Nadîrov.

Her wiha Mamoste Nadir Nadirov dehan xelat û madalyayên netewî û navneteweyî stendiye.

Nadirov endamê çendîn Akademiyayê cîhanê ye.
Di salê 2001a de li çendin zankoyên Qazaxistanê bi navê «Xwendinê Nadîrov» derseke salane hatiye vekirin.
Nadirov hevvelatiyê fexrî ya çendin herêm û bajarê Qazaxistanê ye.
Ev ewladê hêja yê gelê Kurd heta niha ji 1200 bêhtir gotarên zanistî nivîsandiye. Xwediyê 270 patentên zanyarî ye. 8 îcadên wî yên zanistî hene. Nadirov heta niha 50 namzedê zanyariyê û 12 doktorê zanyariyê amade kiriye. 40 kitêbên wî hatine weşandin, 2 ji wan li ser jiyana wî û jiyana Kurdên Kazakistanê ne.

Korayȋ hezar carȋ korayȋ. Serȇ malbata apê Nadîr û gelê Kurd sax be!

Hebûna wî ji bo me hêzekî mezin bû. Helbet, emê ji eserên wî, ji bîranînên wî hêz verbigrin. Ruhê Apê Nadir, her daîm li ser serê me wek alek daliqandî bimîne.

Koma rêveberiya Federasyona Navneteweyî ya Diasporayên Kurda (FNDK)
24/08/2021

Peyama Serxweşiya Federasyona Navneteweyî ya Diasporayên Kurda (FNDK) ji bo koça dawî ya akademik Nadîr Nadîrov