25 meha Tebaxê sala 2020a xanimeke bêhempa, rêzdar, dayikeke dilrehm, xêrxwez, kurdeke welatparêz – Dilşa Wezîrê Dewrêş 62salîya xwe da li bajarê Almatiyê çû ser dilovanîya xwe.

Dilşa Wezîrê Dewrêş 4ê meha Cotmehê sala 1958a li Ermenistanê, nehîya Masîsê ji dayik bûye. Sala 1976a dibistana navende bi qîmetê baş anîye dawî. Ew ji sala 1977a bûye bermalîya Zaharê Wezîrê Kesko.

Dilşa Wezîrê Dewrêş jîyana xwe da gelek çetinahî, zorî û zehmetî dîtîye. Malbeta wê jî wek gelek kurdên Ermenistanê ji bo şerê Qerebaxa Çîyayî di navbera ermenîya û adirbêcana da sala 1989a koçberî bajarê Almatî ya Komara Qazaxistanê dibe.

Dilşa Wezîrê Dewrêş wek endama komîteya jinan ya Yekbûna kurdên Qazaxistanê «Berbang», hertim beşdarî çalakîyên kurdên bajarê Almatîyê dibû, bi şîret, rabûn û rûniştina xwe va minakeke maqûlîya jinên kurd bû. Ewê sê ewlad (du kur û qîzek) mezin û terbîyet kirîye. Bûye xudanê nevîya. Çawa dayikek kurd ewê ewlad û nevîyên xwe fêrî zimanê kurdî dikir û bi ruhê kurdayetî ê terbîyet dikir. Dayikên kurde wek Dilşa Wezîrê Dewrêş nayên ji bîr kirin. Ewe tim di dilê dilxaz û gelê xwe da zindî bimîne.

Rehma xwedê Dilşa Wezîrê Dewrêş be, cîyê wê cinet be!

Rêvebirîya Yekbûna «Berbang» ya kurdên Komara Qazaxistanê bi xemgînî serxaşîyê dide ewlad, malbet, bira, pismam û xerxasên wê, bila xwedê sebrê bide wan.

Serxweşî
Dilşa Wezîrê Dewrêş