Keskesor

     Barîyê Bala 1937-ê salê li komara Ermenîstanê, nehîya Massîsê, gundê Demirçîyê da malbeteke Kurde pir sadeye da hatiye dinê.

     Bavê wî 1943-salê şerê Cihanê duda da çawa şervanekî egîd şehîd dikeve. Dayîka wî 1982-ê sale dinya xwe diguheze. Barîyê piçûk bin tore û telîmê birayê xweyî mezin – Hecî Mehmedemîn da mezin dibe. Ew mirovekî pir dîndar bûye.

Barîyê Bala 1958-ê salê dibistana navîn xilaz dike û bajarê Yêrêvanê da qebûlî zanîngeha dewletêye pêdagojîyayê ser navê Xaçatûr Abovyan dibe, para dîrok û fîlologîyayê bi zimanê Azerî.

     1963-ê salê zanîngeh xilaz dike. Dibe xweyê xwendina bilind û dereca dersdarêd dibistana navîn distîne. Çend sala ew dibistanêd navînda karê xweyî pêdagojîyê dimeşîne.

     1970-ê salê bajarê Yêrêvanê da zanîngeha dewletêye dersdar hazirkirinda çawa mudurê kabînêta dîrokzanîyê kar dike.

    1975-ê salê nehîya Massîsê da serokê dibistana navîn, paşwextîyê eynî nehyê da dîrêktorê Malhebûna gundîtîyê tê kivş kirinê. Ew salêd dirêj nehîya Masîsê da mufetîşê perwerdê dibistanê navîn şuxulîye.

     Şerê Qerebaxa çîyara girêdayî 1989-ê sale ew jî tevî hemu Kurdêd musulman ji Rêspûblîka Ermenîstanê dertê û tê Rêspûblîka Azirbêcanê. Bajarê Bakûyê da nehya ser nave Nerîman Nerîmanov da dîsa mufetîşê dibistanêd navîn dixebite. 1998-ê sale dertê kara edilî (tegawidê).

Ew wedê ku şagirtê dibistana navîn bû, helbestêd zaroka dinivîsî. Helbesta wîye ewilîn 1957-ê salê bi ser nivîsara “Dayîka min” rojnama “Rîya Teze” da hatiye weşandinê. Ew paşê helbestêd xwe ser hîmê mijarêd (têma) cure-cure dinivîse.

     Piranîya helbestên wî rojnameya «Rîya Teze», «Dengê Kurd» û «Jîyana Kurd» de hatine weşandinê. Radyoyên bi zimanê Kurdî, Ûrisî, Azerî û Ermenîkî de hatine xwendinê. Her wiha kovar û rojnameyên van zimanan de hatine weşandinê.

Barîyê Bala xwedanê du pirtûkêd neşir bûyîye. Pirtûka wîye yekê 1974-ê salê Rêspûblîka Ermenîstanêda bi navê “Dinya min”, ya duda 1994-ê salê Rêspûblîka Azirbêcanêda bi ser nivîsara “Kuda herim” hatine weşandinê.

     Mijarê helbestên Barîyê Bala cuda-cuda ne, lê helbestvan piranîyê helbestêd xwe da niqitka hîmlî datîne ser welathezî û hub û hezkirinê. Em vê îdêa wî helbesta “Kurdistan”êda gelekî ferih û zelal dibînin:

Geh sêfîl bûm, geh kasil bûm boy huba te,

Bûme kizik, her gav helyam ez seba te.

Por sipî bû, ser zimîne tim navê te,

Roj bihata, min bidîta azaya te.

     Vê helbesta xwe da boy welatê xweyî koleyî, bindest dişewite, mîna kizikê dihele, donê wî dipiqite. Lê azaya welatê xweyî tarîstanê da jîyî hela nabîne.

     Helbesta “Ax Felek” da jî ew dîsa boy welatê xwe dinale, dikele, şev û rojêd wî dibine ax û keser:

Ax felek, wax felek, bê îtbar, felek,

Em sîyar, tu peya, te nagrin, felek,

Em hene, em dijîn, dizêrin, felek,

Carekê rûyê me bikene, felek.

     Ev ji Xwedê hîvî dike, wekî Feleka bê îtbar bide femkirinê bila carekê jî rûyê Kurdê belengaz bikene.

     Helbesta “Bedewa Kurd” da ew bedewa Kurd ji avê paqiştir û gulê bîntir divîne û bejna xwe pêş wê ditewîne:

Ez ji te ra av nabêjim,

Tu ji avê zelaltirî.

Ez ji te ra gul nabêjim,

Tu ji gulê zehf bîntirî.

     Helbesteke xwe da ew bi dilekî pir xeyîdî rica û îltîmasê xwe ber tew mirovêd dinêye edlayîhez dike, wekê bêjne neyara bila dest medine zimanê wî:

Dinê gişkî bidne minda,

Ezê bikim hewar, gazî.

Zimanê min mekin unda,

Ezê hemya bibim razî.

     Helbestvan parek helbestêd xwe ser janra (şaxa) rewakirinê nivîsîne. Çawa edebîyata hemû gelêd dinêye nivîsar da, usa jî edebîyata gelê Kurde nivîsare, him kevn da, him jî nûh da ev janra gelekî hatiye xebatê. Klassîkê edebîyata Kurda: Elîyê Herîrî, Melle Ahmedê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ahmedê Xanî û helbestvanêd nûh: Cegerxwîn, Hejar, Wezîrê Nadirî, Qaçaxê Mirad, Elîyê Evdilrehman, Seîdê Îbo û gelekêd mayîn vê rêçê da kar kirine. Barîyê Bala jî ser hîmê motîvê vê janrê qelema xwe ceribandîye û gihîştîye armanceke pir ber çav. Ez gumanim, xwendevanêd vê kara helbestvane pir zehmet wê baş qîmetkin. Helbesta ku rewayî dayîka xwe kirîye dibêje:

Qasidê Xwedê, qîmetekî gelek mezin te ra daye,

Tim gotîye: “Cinneta heq, binê pîyê dayka teye”.

     Ew vê helbestê da ji dayîkê mestir tenê Xwedê dibîne. Pêş tirba wê çok vedide û axa wê tewaf dike. Zîyareta here muqedes hesab dike.

     Eyane, wekî edebîyata hemu gelêd Rojhilata navîne, him nivîsar da, him jî zargotî da janra beyta cîkî herî ferzî û berbiçav digre. Helbestvan bi vê janrê da zanebûna xweye gelekî kûre û kardar para ne hevşandîye. Beytêd ku ber qelema wîye pir behir derketine, paraveyî ser çend para dibin: beytêd sîyasî-welathezî, torevî, lîrîkî û hub hezkirinê û yêd mayîn:

Delalê min, leke ma,

Ser dilê me leke ma.

Hemu welat bûn aza,

Welatê me kêra ma.

Bêje, kurêm, dubar bêje,

Mitaleke, paşê bêje.

Dinya milkê Silêmîne,

Parê hilde, paşê bêje.

     Helbestvan her wiha salêd dirêj ji nava gelê Kurd hezarî zêdetir meselên kal û bavan, metelok, têderxistinok, zûgotinok û pêkenok berav kirine. Ew heyanî niha li tu cîyê nehatine weşandinê. Ewî heya niha jî dest ji qelema xwe venekişandîye.

     1996-ê sale qezyake pir girane, şewat li helbestvanê mihacir dest dide. Ew malxuya mala xweye pir hezkirî Dîlbera Bala unda dike. Ew qewmandina ser ruhê helbestvan rêçeke şewate gelekî kûr dihêle. Ew çawa bêjî ji Rebbê jorîn dixeyîde, dest ji nivîsarê dikşîne, wedê xwe tenê nav xem û xeyala da derbaz dike. Lê hogirêd wîye pir hezkirî Şamîlê Esker, Knyazê Îbrêhîm, Huseynê Kurdoxlî û Ahmedê Hepo bi halekî pir giran ewî ji şînê derdixin. Ew bi dilekî kasilî, pir westîyayî, dîsa dest bi nivîsara xwe dike. Poêma «Dîlbera min» û çend helbestêd bi xem û keder rewayî Dîlbera xwe pir hezkirî dike:

Hey Dîlbera mine, canê,

Me sond xar bû, bi “Quran”ê,

Em tev herin Kurdistanê,

Min ne qete, gelek zûye.

KURDİSTAN

Geh sêfîl bûm, geh kasil bûm boy huba te,

Bûme kizik, her gav helyam ez seba te.

Por sipî bû, ser zimîne tim navê te,

Roj bihata, min bidîta azaya te.

Dil westîya, pir bedhalim, dûrim ji te,

Dermanên min gerek bînin tenê ji te.

Tu Zîyaretî, ez koçekim, koçekê te,

Heta kengê, ezê nebim mêvanê te?

Hogirên baş, bikewgirin, hûn jî tev min.

Ava şêlû, misken danî nav çavêd min,

Welat, xwezil, min maçkira her qulçên te,

Kuta bûna rojên mine xeme bêy te.

Çavêd min rê, hesretkêşim, feqet dûrî,

Boy tew Kurda emir, jîne, gul û nûrî,

Wedê bimrim, bila domam bilûvînin,

Çenge axa te, ser tirba min bireşînin.

ALA KURDİSTANÊ

Gelek qurne, pir dewranêd tele-şewat hatin û çûn,

Gav-rojêd wan bûne qetil, nav xwînê da tim gevez bûn.

Gelek şênî, gund û bajar, rûyê erdê bûne unda,

Hinekê nûh zû xuluqîn, nav derxistin, bûn peyda.

Gelek millet nav zulmê da helyan, zêryan, temam red bûn,

Xêlek nava şer-dewa da pir çerçirîn, nav û deng bûn.

Rebbe jorîn her gelî ra namûs, xîret par şandîye,

Hebûna gel, namûsa gel, berê-berê da ala wîye.

Gelê bê al belengaze, tim koleye, him bindeste,

Sêfîl-jare, kesek wî ra qet danayne kevrê raste.

Al – dîroke, al – şerefe, al – xîreta gelê xune,

Mêrxasa ew xweyî kirye, yekî daye yekî dine.

Bextewarim, ala min jî tevî ala dimilmile,

Welatê min îdî dertên şîn û girî, derd û kule.

Min dipirsin: – Ala Kurda çima bûye ro, sê renge,

Bersîv didim: – Dinya fire zû da bûbû Kurda tenge.

Ro – nîşana nav gela da, pir kevnare gelê meye,

Rengê sipî – edilayê, ew armanca me Kurdaye.

Rengê sipsor: – Xwîna gelê, boy azayê tim kişyaye,

Kesk – nîşana pêxembere, rengê ala Îslamêye.

Zerdeştîya ji me stendin, em jî kirin musulmane,

Me welatê xwe unda kir, man bê rusqet, bê zimane.

Ser pişta me agir dadan, erş û kursî tev me zîvyan,

Kal-bav kuştin, hebûn birin, dê-xûşkêd me şev-roj giryan.

Gund-bajarêd meye ava, kaf-kûn kirin, hedimandin,

Mewt-jehr kirin nav axa me, mêrxasêd me xeniqandin.

Dutîretî kirin nav me, em zêrandin, em ker kirin,

Kurda Kurd kuşt, wan birca da kêf û sefa derbaz kirin.

Hemû dinê ker bûn, lal bûn, ne bihîstin, ne axivîn,

Tev me giryan, payîz, bahar, sar zivistan, him jî havîn.

Dilekî êş, hemû Kurda dikim hîvî, dikim rica,

Kevn bavêjin, tew bibin yek, kom bin dora egît, qenca.

Şikir îdî firsend hatye, kêr-kirnêd xwe medin bade.

Tim hişyarbin, fitê medin, neyar îdî emir bide.