Jênya Memed Zurbayeva-Xetoyeva yek ji ronahîdarên çanda gelê me bû

Jênya Memed di 84 salîya temenê xwe da ji nav me bar kir. Ew yek ji wan kesan bû, ku bi xunedarên çanda me – Baxçoyê Îsko, Ezîzê Îsko, Lamara Paşayevayê, Lyusya Aloyevayê, Taharê Biro, Cerdoyê Esed, Kerem Amoyev, Keremê Anqosî û yên mayîn ra tevayî çanda kurdên Gurcistanê geş kir û ew kar berê xwe da.

Wana herwiha peyhatîyên xwe jî amade kir, wek rêvebirê giştî yê malpera Riataza Yûrayê Şamil, parlamentarê Parlamentoya Gurcistanê Îskoyê Desinî, derhênerê Teatroya Kurdî li Tbîlîsîyê Mirazê Ûzo, berpisyara radyoya kurdî ya Gurcistanê Bêlla Stûrkî, artîstên sîrkê yê navdar Ezîzê Bişar Eskeryan, artîstên balêtê yên binavûdeng xûşk û bira Vladîmîr û Natêlla Qasim, rojnamevana eyan Aza Celo Avdalî, heykelterêşê naskirî Têmûr Reşoyev û gelekên din.

Jênya Memed di her karê bo parastina mafên gelê me û welatê me da bû. Wek ku hûn di wêneyekî da dibînin, ew bo çareserkirina pirsgirêkên kurdan li rex serokkomarê Gurcistanê Êdûard Şêvardnadzê ye, di wêneyekî din da ew li rex heykelterêşê Rûsîyayê yê herî bi nav û deng, dostê gelê me Zûrab Tsêrêtêlî ye, ku cîgirê wî kurdekî xwedî şureta hunermendîyê ya bilind Têmûr Reşoyev e.

Rehmetîya Jênya Memed gelek salan seroka Şêwra jinên kurd bû li Gurcistanê, rektora Ûnîvêrsîteya gelêrî bû, ku karekî mezin kir bo perwerdekirina zarokên kurdên êzdî da.

Ew yek ji wan kesan bû, ku bi akademîsyen Kinyazê Îbrahîm, profêsor Ezîzê Zîyo, profêsor Şerefê Eşir bi rêberîya Mehmed Babayev bi karê careke din avakirina Kurdistana Sor dibû û çend caran ji alîyê serokatîya Yekîtîya Sovyet û Rûsîyayê da hatine qebûlkirin, di nav wan da ji alîyê serekwezîrê Rûsîya Federal Yevgenî Prîmakov ra.

Ewê du kurên welatparêz mezin kirin, ku îro kubarîya gelê me ne.

Em bi dilekî kovan û bi xemgînîyeke kûr serxweşîyê didin malbeta Jênya xûşk, hezkirîyên wê. Bira serê gelê kurd xweş be. Keda ku Jênyayê kirîye nava pêşketina çanda me û çareserkirina pirsgirêkên gelê me da, wê tu caran neyê bîrkirinê.

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA

Serokê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”
Ezîzê Zîyo Bedirxan

Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyaspora kurdên Sovyeta berê Remezan Seîdov

Guleke kurdên Gurcistanê jî serê xwe danî ax û berên sar