Elîyê Evdilrehman

VÊ KILAMÊ NESTIRÊ
Rj bê girtinê,
Dinê bive tarîstan,
Erş, kursî hevkevin,
Tenê vê kilamê nestirê!
Ruhustan ser min rune,
Hûfke ruhê min,
Min bivne ber şoyê,
Bişon, kefen minkin,
Tenê wê kilamê nestirê!
Min bive zivistan, cemed,
Navda xerqvim,
Gîha buhustekê şînve,
Ser tirba min,
Tenê we kilamê nestirê!
Eger tu bistrêyî,
Ezê biçilmisim,
Çikilê bişkên,
Belgê zervin, daweşin,
Gidî, zulme, ewê nestirê!
Dayikam zef nexaşê,
Birîna wêye kûre,
Dil kirine çar para,
Êşa wê xedare,
Tenê we kilamê nestirê!
Kul û derdê dayka min,
Wê wî çaxî qencvin,
Wextê kur dorê topbin
Û bi hevdu şabin…
A wî çaxî def û zurnêxin,
Qube bistirên,
Govendê eşq bigrin,
Bira kul ji dilê wêderên.

VÊ KILAMÊ NESTIRÊ | Elîyê Evdilrehman