Behsa mirina zanyarê mezin Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv mina tîreke xedar îro dilê min hingavt. Demekê dikavî nava mitala û dêrî dibî, naxwezî bawer bikî, naxwezî wê behsê qebûl bikî, lê rastîya emer te mecûr dike, ku çerxa dinyayê usa dizvire: rojekê bende tê vê dinê û rojekê xwetirê xwe dixwez û diçe dinya dinê… Û hêja tu ber xwe dikevî û dikewgirî: sed heyf, ne çax-mecalê wî yê mirinê bû!..
Doktorê fîlolojîzanîyê, profêsor, akadêmîserê Akadêmîya Komara Qazaxistanêye civakîyêye zanîstîyê; Serokê olka kurdên Koma Qazaxistanê Kinyazê Îbrahîm stuneke navendî ya konê çanda meye dewra Sovîyêta berê û dema nû bû. Ewî mirateke zanîstîyê dewlemen li dû xwe hîşt: xudanê bêtirî 500 xebatan bû, di nav wan da 25 berhemên bingehîn, hîmdarê û serokê dibistana Qazaxistanêye kurdzanîyê bû, usa jî xudanê kitêba dersan ya «Zimanê kurdî» û pirtûka yekemîn ya xwendin-mêtodîka zimanê kurdî bû piştî hilweşbûna Yekîtîya Sovîyêtê.
Di nava 50 salên karmendîya xwe da Kinyazê Îbrhaîm temamîya hereketê xweyî efirandarîyê, şureta xwe, cêribandina jîyanêye dewlemend dîyarî xwendinê, zanîstîyê, çand û wêjeyê kurdî kir. Bi saya profêsîonalîzma bilind, emekê berbiçav di warê zanîstêyê û pêdagogîyê da ew di nava cîhana zanîstîyê ya wêjeya netewên Rojhilatê da mînanî şemndaneke geş bû, lê nava dorhêla hev û hogira da navê wî navekî hizkirî bû, birakî hêja, şîrhelal û xêrxwez, alîkar û comerd bû. Kinyazê Îbrahîm dilê tu bendekî xwe nehîşt. Ew hizkiryê teva bû. Herdem di nava civkêda bû, pirsgirêkên cihê-cihê safî dikir. Ew bûbû mîna pirakê di navbera olkên meye Sovîyêta berê û Kurdistanê da jî…
Sed mixabin, îdî emê wî zanyarî, hevalî û merdemêrî nebînin. Emê herdem bîra nûr û nedera wîye kaw, beşera wîye xweş, xemxurî û xerîbdostîya wî bikin…Bila mikanê Kinyazê Îbrahîm li buhuştê şabe!Bila serê malbeta wîye mezin, olka kurdaye Qazaxistanê û temamîya gelê me sax be! Sed korayî.
Prîskê Mihoyî
Bajarê Îjêvskê (Rûsya)
Оставайтесь на связи