Nivîskar Salih Kevirbirî derheqa wî dibêje:

Dengbêj Ezîzê Îsmaîlê Îbrahîm (Rehma Xwedê lê be) birayê hevalê min ê hêja Siyabendê Îsmaîlê Îbrahîm (Siyaband Kaloev) e. Rehmetiyê Ezîz dengbêjekî eyan bûye. Tevî Karapetê Xaço, Aramê Tîgran, Dawîdê Xilo, Xelîlê Evdile û dengbêj Mecîdê Silêman hevaltiyeke baş kiriye û ligel wan kilamên mêrxasî, evîndarî û govenda kurdî gotiye.

Ezîzê dengbêj sala 1952an hatiye dinyayê. Sala 2011an jî li Alma Atayê rehma Xwedê kiriye. Wî li pey xwe ji bilî 3 kur û qîzekê, gelek stran û kilamên kurdî jî hiştin. Dengbêj Ezîz ji sedî 80-90 kilamên Karapetê Xaço gotiye. Sedema ku neçûye radyoya Yêrevanê jî ev bûye: “Karapet çûye kilam di radyoyê de gotiye, nabe ku ez jî herim û kilamên wî careke din di radyoyê de bibêjim.”

Li gorî rojnameger û nivîskarê Kafkasyayê rehmetiyê Hesenê Hecîsilêman dengê dengbêj Ezîzê Îsmaîl gelek xweş bûye û dengê wî ne kêmî dengbêjên radyoya Yêrevanê bûye, lê ji ber ku di radyoyê de negotiye, wekî dengbêjên din zêde nehatiye naskirin.

Siyabend gava behsa birayê xwe dike, girî dikeve qirikê û wisa dibêje: “Ez gelek bêriya wî dikim. Dengê wî hê jî di guhên min de ye. Ez kor bim birao, dengbêjo, maqûlo, welathezo, keserkûro!..»

Rehma Xwedê lê be, cîyê wî cinnet be…

Dengbêjê Nemir Ezîzê Îsmaîlê Îbrahîm - 70 sal