Sînemxan Bedirxan madalya Barzanî wergirt

Pîrozbahîya Ezîzê Zîyo Bedirxan bo Mîrzade xanimê

Di 14mîn kongreya PDKê de, wek wefayek madalya Barzanî ji hinek kesayetan re hate dayîn. Yek ji wan jî Sînemxan Bedirxana keça Mîrê Botan Celadet Bedirxan bû.

Ev dîmena di wêneyê da dide xuyakirin, ku Serokê Kurdistanê birêz Mesud Barzanî qîmetê dide her kurdekî/ê bi rûmet, him kurdên Kurdistana Başûr û him jî hersê parçeyên Kurdistanê yên din û herwiha kurdên dervayî Kurdistanê jî.

Ez pir kêfxweş û serbilind im, ku ez jî endamekî binemala Bedirxanîyan a binavûdeng im.

Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê BERBANG Mîrzade Sînemxan Bedirxan bi dil û can pîroz dike bona vê xelata gelekî bi qîmet û ji xanima kurdan a delal ra tundurustîya baş, jîyaneke dirêj û bextewarîyê dixweze.

Di wêne da: Serok Barzanî madalya Barzanî sînga Sinemxanê ve kir